WAN – Rêveberê Şaxa ÎHD'a Wanê Servet Ertak, bêdengiya hikûmetê ya ji bo grevên birçîbûnê rexne kir û got: "Dewlet xwe li bêdengiyê deyne jî, divê mirov bêdeng nemînin. Çimkî, bêdengî mirin e."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin, di roja 119'an de didome. Her wiha piştî 1'ê Adarê çalakiya li greva birçîbûnê li tevagiya girtîgehan jî belav bû. Lê belê, hikûmet hîn jî xwe li bêdengiyê datîne û heta niha tu gav neavêtine.
Rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Servet Ertak, bêdengiya hikûmetê rexne kir û bilêv kir ku ji bo di çalakiyên greva birçîbûnê de mirin çênebin, berpirsiyereke mezin dikeve ser milê raya giştî.
Ertak, anî ziman ku Leyla Guven 119 roj in di greva birçîbûnê de ye û hema bêje çalakiya wê veguheriye "rojiya mirinê" û xwest daxwaza Guvenê demildest bê qebûlkirin.
‘EM NAXWAZIN TU KES JÎ BIMIRE'
Ertak got: "Niha jiyana mirovekê roj bi roj dihele. Piştî Leyla Guven, li çar hawirdorên cîhanê kurd û dostên wan piştgiriyê didin vê çalakiyê. Ji 1'ê Adarê ve jî li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin. Di grevên berê de mirov mirin. Em parêzvanên mafên mirovan naxwazin tu kes jî bimire."
Ertak, destnîşan kir ku ji ber asta heyî ya grevên birçîbûnê, şik û guman li wan peyda bûne. Her wiha Ertak, diyar kir ku gelek kesan serî li komeleya wan daye û der barê jiyana zarok, hevjîn, xwişk û birayên xwe de bi endîşe ne.
Ertak, bilêv kir ku ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin, tenê rêyek heye, ew jî bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan e. Ertak, destnîşan kir ku ji bo vê jî bar dikeve ser milê her kesî.
'EGER EM BÊDENG BIMÎNIN...'
Ertak got: "Em mecbûr in bibin dengê mirovan. Eger dewley xwe li bêdengiyê deyne jî, divê mirov bêdeng nebin. Çimkî bêdengî mirin e. Eger em bêdeng bimînin, mixabin wê mirin çêbibe. Loma em demildest bang li raya giştî dikin. Di dest me parêzvanên mafên mirovan de, gelek rapor hene. Di van raporan de endîşeyên mezin hene. Divê hem dewlet hem jî raya giştî demildest bi berpirsiyarî tev bigere."