WAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di hevdîtina gel a Westanê de axivî û got: “Ev 16 salin tenê kesek vê derê bi rêve dibe. Lê piştî 31’ê Adarê dê jinek û zilamek, HDP vî bajarî bi rêve bibe.”
Tûra hilbijartinê ya mîtîng û hevdîtinên gel ên Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Pervîn Bûldan a Wanê berdewam dike. Bûlan û şandeya pê re, ya ji Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirov Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê PDK-Bakûr Sertaç Bûcak û gelek mirovên din pêk tê, piştî navçeya Elbak a Wanê, derbasî navçeya Westan bûn.
BÛLDAN BI JINAN RE GUVEND GERAND
Bûldan û şandeya bi wê re, di ketina navçeyê de, ji aliyê Nûnerê Komeleya Çanda Rojava ya Şoreşger (DDKD) Bahattîn Ayaz, Namzetên Hevşaredariyên Westanê Veysî Şeker û Melek Arapoglu û gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin. Jinan Bûldan hembêz kirin û demek kûrt bi hevre guvend gerandin.
Şandeyê heya navenda navçeyê bi konvoyê tûr avêt, li qorneyê xistin, destên xwe li welatiyên li ba kirin û gel silav kirin. Welatiyên li Qada Mizgeftê ya navçeyê kom bibûn, Bûldan û şandeya pê re, bi gerandina guvendê pêşwazî kirin.
Bi tevlîbûna bi sedan welatiyan hevdîtin veguherî mîtîngê. Nemzetên Hevşaredariya Westanê Veysî Şeker û Melek Arapoglu gel silav kirin. Piştî silavê Namzet Melek Arapoglu, bi pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Divê hemû kesên jiyana wekhev diparêzin li dijî desthilatdariyê bibin yek.”
’ROJA 31’Ê ADARÊ DÊ QEYÛMAN BIHELÎNE’
Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirov Mehmet Kamaç jî, diyar kir ku ew îro bi tifaqa Kurd re hatin gel hev û wiha axivî: “Em bi hemû rengên xwe Kurdin. We hemû kes qebûl kirin, çima hûn gelê Kurd qebûl nakin? Em carek din dibêjin, qanûnên we ji bo xwe qebûl kirine, Xwedî jî qebûl nake. Di 31’ê Adarê de dê rojek nû derbike. Ew roj jî dê qeyûman bihelîne.”
Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bûcak jî, anî ziman ku ewê roja 31’ê Adarê hemû qeyûman bişînin Enqerê.
Bûldan dema derket ser otobusê girseyê, bi dengek bilind tilîlî û dirûşme berz kirin. Bûldan, gel silav kir û wiha axivî: “Ji ber ku îro li Westanê me, pir keyfxweşim. Ez zêde nayên Westanê. Bila ev rexnedayîna me be. Piştî 31’ê Adarê emê tu carî vê derê piştguh nekin. Emê her tim bi were bin.”
‘EM HÊZA XWE JI GELÊ XWE DIGIRIN’
Bûldan, da zanîn ku wan yeketiya demokrasiyê avakirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku AKP winda bike, emê li her derê piştgiriyê bidin namzetên serokên şaredariyan. Niha ji vê acizin. Ji ber vê li qadên hilbijartinê, tim behsa HDP’ê dikin. Me weke hedef nîşan didin. Lê tenê gotineke me ji bo wan heye, em hêza xwe ji gelê xwe, ji jinan, ciwanan û zarokan digirin. Mirov ji HDP’ê cesaretê digirin. HDP jî ji gelê xwe cesaretê digire. Li her derê heman coş heye. Li vê derê jî em heman coşê dibînin. Di 31’ê Adarê de hûnê Şaredariya Westanê qezenc bikin. Westan a vî geliye. Di hilbijartina derbasbûyî de, tenê bi 7 dengan ew jî bi dizî şaredariya Westan ji me standin. Bila gelê me di vî alî de bi hestiyar tevbigere. Hevalên me yên jinên hêja hene. Namzetên me yên jin hene. Dengê xwe bidin xwe. Destê hemû kesan bigirin û ji wan re rastiyê vebêjin.”
Piştî axaftina Bûldan, şandeya HDP’ê derbasî navenda Wanê bû. Bûldan û şandeya pê re, sibe dê li navçeyên Erdîş, Tûşba û Îpekyolû bi gel re bên ba hev.