STENBOL - Şandeya Dadgeha li “Doza Parêzeran a KCK’ê” mêze dike, derbarê Îrfan Dundar ê şahid de biryara bi darê zorê anîna dadgehê da.
12’emîn danişîna “Dozga Parêzeran a KCK” ya 46 parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn a Stenbolê hat dîtin. Hin parêzerên serbest tên darizandin beşdarî danişînê nebûn û gelek parêzer beşdar bûn. Ji gelek baroyên bajarên cûda yên Awropayê jî parêzer beşdarî danişînê bûn. Parêzerên bersûc û berevan beşdarî danîşînê bûn.
Piştî danasîna nasnameyan danişînê dest pê kir û parêzerên bersûcan parastin kirin. Şandeya ku parastina parêzeran guhdar kir, ji dozger xwest ku mûtala bide.
Dozger, ji bo ku şahid Îrfan Dundar bê dadgehê û guhdarkirin, ji şandeyê xwest ku biryara girtinê derbarê wî de derbixe. Dadgehê daxwaza dozger qebûl kir û derbarê Dundar de biryara bi darê zorê anîna danişînê da û doz taloqî 16’ê Tîrmehê kir.