STENBOL - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Stenbolê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, sibê dê li 3 navçeyên din dest pê bike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya Platorma Rêxistinên Demokratîk de li Stenbolê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li navçeyên cuda bi awayekî dorveger didome. Çalakiya grevê ku duh li navçeyên Kartal, Kagithane û Başakşehirê dest pê kir, îro bi dawî kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku li avahiyên Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Başakşehirê dest pê kir, rexistina HDP'ê ya Bagcilarê jî piştgirî da. Li salona ku çalakiya grevê dest pê kir, pankarta "Ji bo jiyanêkê azad û hevpar ji Ocalan re Azadî", "Ji tecrîdê re bes e, ji Ocalan re azadî" hatin vekirin. Kesên tev li çalakiyê bûn berdilkên ku wêneyên Ocalan ên li ser "Ewlehiya Ocalan ewlehiya me ye" hatibû nnivîsandin li xwe kirin. Di çalakiyê de hunermendên NÇM'ê stran gotin û piştgirî dan çalakiyê.
TEMÎNATA AŞTIYÊ OCALAN E
Hevserokê HDP'a Başakşehirê Murat Şahin, di dawiya çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew ji ewlehî û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi fikar in û wiha got: "Em dixwazin demek berî demekê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Birêz Ocalan temînata aştiyê ye." Piştî axaftinê çalakî bi dawî bû.
Çalakiya ku rêxistina HDP'ê ya Navçeya Kagithaneyê duh dabû destpêkirin jî îro bi piştgiriyek mezin berdewam kir. Hunermendên NÇM'ê jî bi stranên xwe piştgirî dan çalakiyê. Hevserokê DBP'a Stenbolê Ali Riza Bilgili û Endama Meclisa HDP'ê Ayşe Berktay jî tev li çalakiyê bûn û bal kişandin ser azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Hevserokê SYKP'ê Ahmet Kaya jî li avahiya HDP'ê ya Kartalê çalakger ziyaret kirin. Çalakî dê sibê li navçeyên Sultanbeyli, Gaziosmanpaşa û Kuçukçekmeceyê berdewam bikin.