DÎLOK – Girtiyên Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê, diyar kirin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Ji girtiyan Şevket Şeker, diyar kir ku heta tecrîd bi dawî bibe çalakiya wan jî dê wê demê bi dawî bibe
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 118'emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 105 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 79 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 80 roj in didome. Di 1'ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.
Girtiyên Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê, diyar kirin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Ji girtiyan Şevket Şeker, ku bi heman armanc û daxwazê dest bi grevê kirie peyam şand. Şeker, bi rêya parêzeran re peyam ji Ajansa Mezopotamya (MA) re şand.
PIŞTÎ ÇALAKIYAN DEST PÊ KIR ZEXT JÎ DUQAT ZÊDE BÛN
Şeker, anî ziman ku piştî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir, vîtamîna B1 nadin wan û wiha got: “Piştî grevê dest pê kir zextên li ser girtiyan 2 qat zêde bû. 2 hefte ye rojnameya Yenî Yaşam nadin me. Pirtûkên kawîşên me kom kirin. Hevdîtinên me yên bi rêveberiyê encam negirtin. Ji bo em piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe me dest bi grevê kiriye. Heta tecrîd bidome têkoşîna me ya li dijî tecrîdê jî dê bidome. Di 28'ê Çile de li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê Abdullah Kurt, Ugur Coşar û Şaban Yener dest bi grevê kiribûn. Piştî 1'ê Adarê hêjmar gihnişt 56 kesan.