MELETÎ - Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Meletiyê Yûsûf Bozkûş, esnaf ziyaret kirin û broşurên projeyên wî vedibêjin belav kirin û bi esnafan re li ser krîza aborî û hilbijartinê sohbet kir.
Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê Yûsûf Bozkûş, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, çû serdana esnafên bazar û sûkê yên hin taxên bajêr. Bozkûş, di serdana xwe de broşurên projeyên wî vedibêjin belav kirin û bi dikandaran re li ser krîza aborî ya heyî û hilbijartinê sohbet kir.
‘GEL HESRETA FIRÎNG Û PÎVAZAN KIRIN'
Bozkûş, bal kişand ser tunekirina qadên çandiniya Meletiyê û wiha got: "Em li esnafên xwe yên bazarê geriyan. Me hevdîtin bi welatiyên hatibûn kirînê re hevdîtin kir. Dîmenên me dîtin, bi rastî jî rewşek perîşan bû. Kesên qadên çandiniyê kirin bin betonê, gel hesreta firîngî û pîvazan kirin. Bihayê herî kêm ê ber çavê min ket 5 TL bû. Bi rastî jî gelê me hatiye feqir kirin û di rewşekê ku nikare pêdiviyên xwe bikire deye. Çandinî û daristan qedandin. Bajar veguherandin kavilên betonê. Ji ber vê bêwestandin emê ji gel re bêjin şaredartiya HDP'ê ka dê çi bike."