ŞIRNEX - Dadgehê 1 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li wekîla berê ya HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez birî.
6'emîn danişîna dozê Parlamentera berê ya HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Şirnexê hat ditin. Parêzerê Îrmez tevlî rûniştinê bû. Dadgehê 1 sal û 6 meh ceza li Îrmez birî. Dadgehê, bi hinceta hin daxuyaniyên xwe yên di dema berxwedana xwerêveberiyê de ya li Silopiyayê, bi îdîaya "ji bo kîn û dijminatiyê gel tevdaye" doz li wekîla berê ya HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez hatibû vekirin. Heyetê di danişînê de biryar dan û 1 sal û 6 meh ceza birîn. Parêzeran biryar îtîraz kirin.