MÛŞ - Eskeran bi ser gundê Adaksû yê Navçeya Milazgîrê yê Mûşê de girtin û 26 kes binçav kirin.
Eskeran serê sibê bi ser gundê Adaksû yê Navçeya Milazgîrê yê Mûşê de girtin. Eskeran di serdegirtina gund de 26 welatî binçav kirin. Eskerên bi ser gund de girtin, li malan lêgerîn kirin û alavên malan tev li hev kirin. Eskeran 26 kesên binçav kirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Milazgîrê. Hat diyar kirin ku 8 kesên der barê wan de biryara binçav kirinê hebû jî ji ber ku ne li mal bûn nehatin binçavkirin. Kesên hatin binçav kirin wiha ne: “Abdulsamet Barişan, Fahrettin Barişan, Kamuran Bariş, Mehmet Barişer, Cesim Îvak, Murat Îvak, Maşallah Bariş, M. Saît Ozdemir, Îsmet Uzundemir, Hikmet Yildirim, Diyadin Yaşli, Ahmet Ongun, Kudbettin Ersonmez, Îshak Îlhan, Kamuran Gul, Selim Sonmez, M. Saît Ozgoren, Hikmet Subaşi, Fahrettin Demirelî, Gıyasettin Boztepe, Burhan Gonul, Ayhan Yabansi, Sedat Çapan, Behçet Acar 2 kesên navên wan nehat hînbûn."