STENBOL - Li Gazîosmanpaşa, dayik û keça xwe yên kaxiz kom dikirin, dema xwestin qutiya avbacanê ya dîtibûn vekirin di destên wan de teqiya. Dayik û keça xwe birîndar bûn.
Li Kolana Mehmet Çolak a Taxa Yildiztabya ya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê, li ber avahiyekê derdora seat 08.00’an teqînek rû da. Li gorî agahiyan, Selman Altan a 57 salî û keça wê Pinar Altan a 27 salî yên kaxiz kom dikirin, amûrên kom kiribûn anîn ber avahiya lê rûdiniştin. Dayik û keça xwe, qutiya avbacane ya dinava amûrên kom kiribûn de dîtîn xwestin vekin, lê di destê wan de teqiya.
Piştî teqînê ekîbên polîs û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Dayik û keça xwe yên kaxizan kom dikin, bi ambûlansê rakirin nexweşxanê. Lêpirsîna polîsan a li cihê bûyerê, berdewam dike.