ŞERNEX - Parlementerê HDP'ê yê Şernexê Hasan Ozguneş, gotinê ji bo gotinên Erdogan got: "Ger kesek hebe û divê vî welatî terk bike, ew jî Erdogan, Bahçelî û kesên destekê didin faşîzma wan in."
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan ji bo HDP'ê gotibû: "Li welatê me bi navê Kurdistan herêmek tune ye. Ger hûn dixwazin biçin Kurdistana Başûr. Bicehimin biçin wir." Parlementerê HDP'ê yê Şernexê Hasan Ozguneş jî got: "Ger kesek hebe û divê vî welatî terk bike, ew jî Erdogan, Bahçelî û kesên destekê didin faşîzma wan in."
Ozguneş, bilêv kir ku AKP ji bo îktîdar ji dest neçe û netewperestî û nîjadperestiyê pêş ve bixe bi MHP'ê re tifaq çêkiriye û bi vî awayî jî partiya wan hedef tê girtin. Ozguneş, anî ziman ku HDP, wekî partiyeke dijminane tê nîaşndan û got: "Ji ber HDP, doza demokrasî, hiqûq, mafên jinan, edalet û aştiyê dike û dixwaze pirsgirêk bên çareserkirin, li hesabê wan nayê. Bi vî awayî di ser dijminatiya bi kurda re HDP'ê dikin hedef."
Erdogan, daxuyaniya Erddogan a 2013'an ku gotibû "Kurdistan" bi bîr xist û got: "Niha jî dixwazin nîjadperest û netewperestan bidin dora xwe. Hem xwe hem jî dîrokê înkar dikin. A rast ne hewce ye mirov bersivê jî bide. Lê ji bo mirov hay ji heqîqetê hebe divê bêje; ji Sumeran heta niha kurd li vira dijîn û Kurdistan heye. Niha jî dixwazin em terka welatê xwe bikin. Ger kesek hebe û divê vî welatî terk bike, ew jî Erdogan, Bahçelî û kesên destekê didin faşîzma wan in."