STENBOL – Wê di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê de, roja 8'ê Adarê tenê fîlmên derhênerên jin bên nîşandan. Yek ji van fîlman jî fîlmê "Lîstikên Bêsînor" e. Derhênera Lîstikên Bêsînor Elîf Yîgît, ji bo temaşekirina fîlm bang li her kesî kir.
Wê Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya îsal di navbera 6-10'ê Adarê de dest pê bike. Mîhrîcan, dê li Eywana Mezopotamya Sînemayê bê lidarxistin. Di mîhrîcana îsal de wê 33 fîlm û belgefîlm bên nîşandan. Her wiha wê di 8'ê Adarê de tenê fîlmên derhênerên jin bên nîşandan. Yek ji van belgefîlman jî "Lîstikên Bêsînor" e. Derhênera Lîstikên Bêsînor Elîf Yîgît, diyar kir ku belgefîlma wê behsa çîroka Mahmût û Hamîdî dike ku her du jî ji ber şerê li Sûriyeyê ji Rojava hatine Tirkiyeyê.
Yîgît, destnîşan kir ku pêşî wan bi hin kesan re hevpeyvîn çêkirine û paşê dest bi kişandina belgefîlmê kiriye. Her wiha Yîgît, da zanîn ku di meha Çileyê de jî wan sêwirandina fîlm temam kiriye.
Yîgît, anî ziman ku wê heta niha belgefîlma xwe ji çend pêşbaziyan re şandiye û wê li Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê, cara ewil di 8'ê Adarê de bê nîşandan û ev yek heyecaneke mezin lê peyda kiriye.
Herî dawî Yîgît, bang li hermû jinan kir ku belgefîlma wê temaşe bikin.
MA / Sadiye Eser