COLEMÊRG – Cîhan Tûmûr ku li Girtîgeha Wanê 80 roj in di greva birçîbûnê de ye got: "Em zarokên kurd î serîhildêr in. Em ê bi vê berxwedanê dîrokê binivîsînin." Dayik Hanîfe Tamûr jî diyar kir ku 6 zarokên wê hene, 4 jê ketine girtîgehê û got: "Zilm dewam dike."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan jî gelek girtî di greva birçîbûnê de ne. Yek ji van girtiyan jî Cîhan Tamûr e. Tamûr, li Girtîgeha Tîpa T a Wanê 80 roj in di greva birçîbûnê de ye. Bav Siddik Tamûr ku di 25'ê Sibatê de çû girtîgehê, got kurê wî gotiye: "Em zarokên kurd î serîhildêr in. Em ê bi vê berxwedanê dîrokê binivîsînin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."
Bav Tamûr, diyar kir ku ji sala 1989'an ve gelek caran hatiye binçavkirin û hatiye girtin. Her wiha Tamûr, bilêv kir ku keça wî Hacer Tamûr (Delîla Gever) di sala 2014'an de li Kobaniyê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest daye.
BEDENA WÎ ZIHÎF BÛYE
Bav Tamûr, bilêv kir ku daxwaza çalakgeran aştî, demokrasî û wekhevî ye û got: "Wexta nû hatim girtin, Cîhan 5 salî bû. Wê çaxê me wêneyek kişandibû. Lê niha ew 7 sal in girtiye. Delîla jî şehîd ket. Roja duşemê çûm girtîgehê. Gardiyanan ew anî cihê hevdîtinê. 15 kîlo dane. Serêşî, gêjbûn, nerihetiya madeyê lê peyda bûye. Li ber çavê min xwîn ji difna wî hat. Lê dîsa jî moralê wî baş bû."
‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN'
Bav Tamûr, peyama kurê xwe ya ji bo raya giştî jî parve kir: "Em zarokên kurd î serîhildêr in. Em ê bi vê berxwedanê dîrokê binivîsînin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em dixwazin gelê me di vî warî de hesas be." Bav Tamûr jî got: "Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin berxwedana zarokên xwe."
Dayik Hanîfe Tamûr jî, diyar kir ku 6 zarokên wê hene û 4 jê ketine girtîgehê. Dayik Tamûr got: "Zilam di salên 90'î de dest pê kir hîn jî didome. Ji 6 zaarokên min 4 jê ketine girtîgehê."
‘BERÎ TABÛT DERKEVIN...'
Tamûr, xwest daxwaza çalakgerên di greva birçîbûnê de bê qebûlkirin û got: "Cîhan û hevalên xwe li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza wan, daxwazeke mafdar e. Em piştgiriyê didin wan. Berxwedan ku bi Leylayê dest pê kir, her diçe mezintir dibe. Berî ji girtîgehan darbest derkevin, divê herkes tev bigere."
MA / Fethi Balaman