WAN - Serokomar Erdogan ji bo HDP'iyan gotibû "Cihê we li vî welatî tune ye." Waniyan bertek nîşanî Erdogan da û gotin: "Kî kê dişîne kuderê. Ev welat ê me ye. Bila Erdogan terka vî welatî bike."
Serokomar Erdogan ji bo HDP'iyan gotibû "Madem tu ew qas hez dikî, wa Başûrê Kurdistanê heye. Yelah, biçe wir, biçe Kurdistanê. Cihê we li vî welatî tune ye." Waniyan bertek nîşanî Erdogan da û gotin: "Kî kê dişîne kuderê. Ev welat ê me ye. Bila Erdogan terka vî welatî bike."
'EV DER WELATÊ ME YE'
Atîlla Bîlen, got: "Kî kê dişîne kuderê. Ev der welatê me ye û em bi tu derê ve jî naçin. Li kutikê binerin, em beriya Erdogan hatine vî welatî. Xwediyê vî welatî em in. Erdogan, hesab û kitabên li gor kar û barê wî nayê dike. Wexta hesabên wî li hev dernayên, gefan li hin kesan dixwe. Tiştekî wisa ne mimkin e. Madem kesên raya xwe didin HDP'ê 'terorîst' in, nexwe bila partiyê bigire. Madem 'terorîst' in çima Erdogan û ew li heman meclîsê ne. Pir tengijiye. Wexta hûn heywanekê di quncikekê de asê bikin, êrîş dike. Ew jî ji ber hesabê xwe yên şaş tengijiye."
'ŞIKIR, EM NE DIZEK IN'
Abdûrrahman Kazar jî got: "Ev welat, welatê me ye. Ne wî, ji bo vî welatî xwîna me rijiyaye. Lê Erdogan ji me hemûyan re dibêje terorîst. Serbilind im, raya xwe jî didim HDP'ê. Şikir, em ne dizek in."
‘EM Ê DI 31'Ê ADARÊ DE BERSIVA WÎ BIDIN'
Adil Enucur jî got: "Ev welat ê me ye. Dilê Erdogan heye, bila ew biçe. Ev der welatê me ye û em ê tim li vî welatî bin. Xwedêziman daye me û em ji bo wî têdikoşin. HDP, perçeyeke vê têkoşînê ye. HDP'î ên vê civakê ne. Gotina Erdogan, pir şaş e. Kurd ji bo mafên xwe têdikoşin û wê her bitêkoşin. Lê em ê di 31'ê Adarê de bersiva Erdogan bibin."
'EV WELAT TENÊ NE YÊ ERDOGAN E'
Haci Ozdemîr jî, destnîşan kir ku ev gotin gotineke nîjadperestî ye û nîjadperestî jî sûc e. Ozdemîr got: "Ev welat tenê ne yê Erdogan e. Ev welat tenê ne yê HDP'iyan e jî. Ev welat, welatê kurd, tirk, laz, ermenî û çerkezan e. Ev welat têra herkesî dike û me ji bo vî welatî bedêl daye."
MA / Mujdat Can – Fazıl Elçi