EDENE - Di 3 mehên dawî de polîs gelek caran avêtin ser mala Bedrettîn Akdenîz ku li Rojavayê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Mabatê got, polîsan gotiye: "Amedî, şîrheram in. Hûn giştûk terorîst in. Hûn nanê vî welatî dixwin û radibin terorîstan xweyî dikin."
Di 3 mehên dawî de polîsan gelek caran avêt ser mala malbata Akdenîz. Kurê malbatê yek ji fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (BOG) Bedrettîn Akdenîz (Suphî Şoreş) di sala 2015'an de li Rojavayê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û birayê wî Cemalettîn Akdenîz jî hîn li Sûryeya Bakur e. Ji ber vê heta niha polîsan gelek caran avêtiye ser mala wan û gef li malbata wan xwariye.
Dayik Sebîha Akdenîz, bilêv kir ku kurê wê Tîrmeha 2015'an de polîsan ji wan re gotiye kurê we Cemalettîn Akdenîz çûye Rojavay û ji wê çaxê heta niha polîsan gelek caran avêtiye ser mala wan. Dayik Akdenîz, destnîşan kir ku ji ber xwedî li kurê xwe derketiye bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" ceza lê hatiye birîn û 3 hezar lîre cezayê pereyî jî lê hatiye birîn. Akdenîz, anî ziman ku di 3 mehên dawî de polîs li ser îxbara "Cemalettîn li Edeneyê û li malê ye" gelek caran avêtiye ser mala wan.
‘DERÛNIYA ZAROKÊN MIN XIRAB BÛYE'
Akdenîz got: "Êdî em ji avêtina ser malê bêzar bûne. Hema bê mala me veguherandine qereqolê. Me ji polîsan re got 'werin em xaniyê xwe bidin we.' Wexta ez û hevjînê min ne li malê ne, zarokên me ditirsînin. derûniya zarokên min xirab bûye. Çend roj berê ber destê sibehê dîsa avêtin ser mala me. Dotira rojî ber destê nîvro dîsa hatin. Wexta keça min wan dibîne, ji tirsa newêre bê malê, diçe mala cînara me. Polîs ji zarokên min re dibêjin 'Birayê te terorîst e. Bedreddîn Akdenîz nemiriye, li kuderê ye? Dayika we sûc dike; em ê wê bigirin. Cihê Cemalettîn ji m re bêjin. An jê em ê êvarî dîsa werin. Em ê dayika te bibin. Hadê zarokên xweşik, ka cihê wî bêjin.'"
POLÎS: HÛN GIŞTÛK TERORÎST IN
Akdenîz, anî ziman di avêtina ser malê ya dawî de polîsan dest daniye ser wêneyên Bedreddîn Akdenîz û wna bertek nîşan daye. Akdenîz, bilêv kir ku piştî bertek nîşan dane polîsan gotiye "Ez çêrên wisa bikim ku hûn ê nikaribin ji bin rabin. Amedî, şîrheram in. Hûn giştûk terorîst in. Hûn nanê vî welatî dixwin û radibin terorîstan xweyî dikin." Dayik Akdenîz got: "Bedreddîn şeref û rûmeta min e. Serbilind im. Ez ê wî tim bi bîr bînim. Ew ji bo min nemir e. Bila herkes zanibe. Heman tişt ji bo Cemalettîn jî derbasdar e. Ez xwedî li zarokên xwe derdiekvim. Lê em dixwazin ev zext û zorî bi dawî bibin."
MA / Hamdullah Kesen