DÊRA ZOR – Şervanên Bagera Cizîrê di hemleya heta niha de 6 heremên giring û stratejî tevî hewildanên Rêjîma Sûriyê ji destê DAIŞ ê rizgarkirin. Hêzên QSD'ê niha17 km nêzî sînorê Iraqê bûn.
Şervanên hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), pêngava Bagera Cizîrê ku di 9 Îlonê de hate destpekirin, bi pêşveçûnê ve didomîne. QSD, armanc dike ku heremên rojhilatê Firatê û heremên rojhilatê Dêra Zorê ji DAIŞ ê rizgar bikin. Li gorî navenda Ragihandina Dêra Zorê, hat diyar kirin ku heta niha Şervanan 184 km dirêjahî û 45 km bi kurahî ji destê DAIŞ ê rizgar kirine. Di qadên hatin rizgarkirin de Gelek heremên stratejî jî hatin rizgarkirin. Heta niha Herêmên Sînaa (Pêşesazî) di 10'ê îlonê de, Mehlec El Eqtan mezintirîn avahiyên pêşesazî li Dêra zorê di 13 Îlonê de, fabrîka kazê ya Konîko Bakurî Rojhilatî Dêra Zorê di 23 Îlonê de, Navçeya Sor di 28 Îlonê de, zeviyên El Cefra di 30 Îlonê de û zeviyê petrolê ya El Omer di 23 Cotmehê de hatin rizgarkirin. Di malperan de agahî hatin parvekirin û hat diyarkirin ku heta niha ji ber pêşketin û pêşveçûna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), hêza El Natora li herema Cizîrê tevlî pêngava Bagera Cizîrê bû.
Di dawiyê de navendê eşkere kir ku tevî hemû hewildan û pirpoxendeya êrîşên Rêjîma Sûriyê û hevkarên wê nikarîbûn pêşveçûna şervanên QSD ê ber bi navenda DAIŞ li heremên rojhilatî Firatê û rojhilatî gundewarê Dêra Zorê rawestîne. Navendê da zanîn ku Şervanên hemleyê pêşveçûna xwe didomînin û niha 17 km nêzî sînorê Iraqê bûne.