* Namzetên HDP'ê yê hevşaredariya Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin, destnîşan kirin ku ew ê bi ferqeke mezin Gimgimê bi dest bixin û gotin: "Em ê bi hev re biryaran bigirin û bi hev re bi rê ve bibin."
* Di 3 mehên dawî de polîs gelek caran avêtin ser mala Bedrettîn Akdenîz ku li Rojavayê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Mabatê got, polîsan gotiye: "Amedî, şîrheram in. Hûn giştûk terorîst in. Hûn nanê vî welatî dixwin û radibin terorîstan xweyî dikin."
* Serokomar Erdogan ji bo HDP'iyan gotibû "Cihê we li vî welatî tune ye." Waniyan bertek nîşanî Erdogan da û gotin: "Kî kê dişîne kuderê. Ev welat ê me ye. Bila Erdogan terka vî welatî bike."
* Wê di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê de, roja 8'ê Adarê tenê fîlmên derhênerên jin bên nîşandan. Yek ji van fîlman jî fîlmê "Lîstikên Bêsînor" e. Derhênera Lîstikên Bêsînor Elîf Yîgît, ji bo temaşekirina fîlm bang li her kesî kir.
* Cîhan Tûmûr ku li Girtîgeha Wanê 80 roj in di greva birçîbûnê de ye got: "Em zarokên kurd î serîhildêr in. Em ê bi vê berxwedanê dîrokê binivîsînin." Dayik Hanîfe Tamûr jî diyar kir ku 6 zarokên wê hene, 4 jê ketine girtîgehê û got: "Zilm dewam dike."
* Arzû Çerkezoglû, destnîşan kir ku îktîdar bandorên krîza aborî taloqî pişttî hilbijartina 31'ê Adarê dike û got: "Der barê çareserkirinê de tu titş nayê kirin, bereksê vê dixwazin fatûreya krîzê li me bar bikin û polîtîkayên bi vî rengî pêk tînin. Yanî îktîdara heyî nikare krîzê çareser bike."
* Di 2 hefteyan de 5 cara êrîşî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Keçîorena Enqereyê kirin.
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, anî ziman ku Botanê moralekî baş li moralê wan zêde kiriye û got: "Mirov pir bawer dikin ku wê di 31'ê Adarê de hin tişt biguherin. Baş tê dîtin wê mirov derseke baş bidin AKP'ê."
*Danişîna "Doza parêzerên KCK'ê" dê li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
*Hevserokê Giştî yê HDP'Ê Sezaî Temellî li navçeya Dudax û navend Agirî dê bi gel re bên gelhev û dûre beşdarî mîtînga Panosê bibe. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî, dê beşdarî mîtîngên navçeyên Westan û Elbak ên Wanê bibe. (11.00-16.00)
* Li Şirnex û navçeyên wê, dê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, ji girtiyên jin re kart bên şandin. (11.00)
*Şaxa SES'ê ya Şîşlî, dê li salona konferansa Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Hamîdiye Etfal a ku tê xwestin fatûreya wê bi kedkaran bidin dayîn daxuyanî bide çapemeniyê û vê nêzîkatiyê şermezar bike. (12.30)