ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê eskerek bi guleyek şik jiyana xwe ji dest da. Wezareta Parastinê îdîa kir ku esker bi qezaya çekê jiyana xwe ji dest daye.
Li Fermandariya Xizmeta Kişla ya Tabûra Hidût a Tugaya Zirxî ya 172'emîn ya Navçeya Sîlopî ya Şirnexê Esker Ugur Çakmak bi awayekî şik hat kuştin. Wezareta Parastina Neteweyî îdia kir ku eskerê wan di 04'ê Adara 2019'an de dema nobet digirt, bi qezaya sîlehê(çekê) jiyana xwe ji dest daye."