DÊRAZOR - Şervanên QSD û YJP'ê ala xwe li ser girê Baxozê daçikand. Şer di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de didome.
Li Baxozê şerê dawîn li dijî çeteyên DAIŞ`ê didome. Şervanên QSD`ê bi pêş de diçin. Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku pêngavê dişopîne, ragihand ku li Baxozê di navbera şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ`ê de şer didome û DAIŞ`ê bi rêya erebeyên bombebarkirî û êrîşên xwekujî hewl didin pêşveçûna şervanan asteng bikin. Nûçegihanê ANHA, diyar kir ku şervanên QSD`ê ala xwe li ser girê Baxozê ku 2`yê Adarê ji aliyê şervanan ve hate rizgarkirin, daçikand û şervanên QSD`ê li herêmê bi pêş de diçin.
QSD'Ê BÎLANÇOYA DAWÎ AŞKERE KIR
Navenda Ragihandinê ya QSD`ê daxuyaniya bîlançoya şer û çalakiyên leşkerî yên pêngava dawîn a li dijî DAIŞ`ê ya li gundê Baxozê yê rojhilatê Hecînê belav kir. QSD'ê da zanîn ku piştî derxistina sivîlan ji Baxozê, cihê herî dawîn ku çeteyên DAIŞ`ê lê ne, pêngava dawîn a têkbirina wan dest pê kir û wiha got: DAIŞ di cihekî teng de hatine dorpêçkirin. Em teqez dikin ku heta ku ew têk diçin dê şer dewam bike. Şervanên me di hin baskan de dest bi êrîşeke dijwar kir, tê de şerekî dijwar di navbera şervanan û DAIŞ`ê de çêbû, terorîstan hemû cureyên çekan bi kar anîn. Çeteyan hewl da êrîşî cihên hêzên me bikin, piştî ku şervanên me 9 nuqte tesbît kirin. Gelek çete hatin kuştin. Lê hejmara wan bi temamî nehat naskirin. Teqez 3 çete bi guleyên şervanan hatin kuştin. Şervanekî me bi parçeyên hewanê birîndar bû. Li aliyekî din jî, şerekî dijwar di navbera şervanên me û çeteyan de çêbû. Di şer de 35 nuqteyên nû hatin desteserkirin, di wan şeran de hejmarek çete hatin kuştin û birîndar bûn, çeteyan hemû cureyên çekan bi kar anîn. Di tepîna mayina wan de 3 şervanên me bi sivikî birîndar bûn û 3 şervanên me jî di şer de birîndar bûn. 8 xwekujên çeteyan beriya ku bigihîjin nuqteyên şervanên me xwe teqandin û 3 erebeyên bombebarkirî ji dûr de hatin teqandin. Şervanên me hemû hewldanên çeteyan şikandin û erebeyeke mezin a çeteyan ku bi çek û cebilxane barkirî, hate hedefgirtin, di dawiyê de hemû hewldanên çeteyan hatin şikandin."
QSD'ê da zanîn ku îro sibehê şerekî giran di navbera şervanên wan û DAIŞ'ê de pêk hat û wiha berdewam kir: "Şervanên me hemû êrîşên çeteyan şikandin. Di wir de 6 kuştiyên çeteyan hatin teqezkirin, şervanên me di gelek kolanên bajarok de bi pêş ketin, hejmarek şervanên me bi sivikî birîndar bûn. Li baskekî din, şervanên me komeke çeteyan ku di nava tevgerê de bûn, kir hedefa xwe, di wir de 33 çete hatin kuştin û birîndar bûn, balafirên hevpeymanê gelek cihên çeteyan bombebaran kirin. Li aliyekî din jî, şervanên me pêşketineke mezin kir, dikaribûn 6 nuqteyan tesbît bikin, di wir de jî gelek çete hatin kuştin û xwe radest kirin, şervanên me 6 çete jî li wî cihî kirin hedefa xwe û ew kuştin. Di seatên êvarê de, şervanên me li aliyekî din êrîşî cihên çeteyan kir û şerek qewimî, tê de hejmarek çete hatin kuştin û 5 nuqteyên nû hatin tesbîtkirin. Çeteyan di seatên derengiya şevê de hewl da êrîşî cihên hêzên me bikin, lê şervanan bersiva wan da û şerekî giran qewimî. Şervanên me erebeyeke ku çete tê de bûn, kir hedefa xwe, erebe teqiya û 3 çete hatin kuştin û 3 çeteyên din dema ku dixwestin cenazyan rakin, hatin kuştin.
BÎLANCOYA ŞER A DAWÎN:
- Hejmara kuştiyên çeteyan: 164 çete, gelek cenazeyên wan ketin destê şervanan.
11 rêyên leşkerî hatin qutkirin, 21 cihên leşkerî hatin rûxandin, 13 erebeyên bombebarkirî hatin teqandin, 2 xendek hatin rûxandin, 5 cihên çeka doçka hatin rûxandin, 10 erebeyên leşkerî hatin rûxandin û 4 baregehên cebilxaneyan hatin rûxandin.
- Çek û cebilxaneyên ku şervanan desteser kirin: 15 çekên kalaşnîkov, yek qaîdeya avêtina topavêjan û 2 laptop.
- Hejmara derbeyên balafirên koalîsyonê: 65 derbeyên ezmanî.
- 4 şervanên me şehîd bûn û 38 şervan jî birîndar bûn.”