MERDÎN / DERSIM- Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, bi rêxistinên civaka sivîl re hatin gel hev û ji bo Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû û Serokê Rêxistina AKP’ê yê Mêrdînê Farûk Kiliç got: “Bêrûmetiyê dikin.” Li navçeya Mêzgêr a Dersimê jî, Hêzên Şoreşger buroya hilbijarrtinê vekirin.
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê Hevşaredariay Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag, Namzetên Hevşaredariyên Artûklû Nûrettîn Turgay û Fatma Yilmaz, rêxistinên civaka sivîl ên bajêr ziyaret kirin. Namzet, dest pê kê çûn serdana Dêra Zehferan û li vê derê bi Keşîşê herêma Mêrdîn û Amedê re hatin gelhev.
JI SOYLÛ RE GOT BÊRÛMET…
Namzetên, ji Dêra Zehferanê veqetiyan, çûn serdana Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Mêrdînê û bi endamên desteya rêveberiya odeyê re hatin gelhev. Turk di hevdîtinê de bêyî ku navê Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû bide, wiha axivî: “Ev kesê heqaretê li min û HDP’ê dike. Em vê nêzîkatiya dewletê dizanin. Lê bi rastî dinava siyasetmedaran de, hin uslubên bêrûmet derdikevin holê. Ev me xemgîn dike. Serokê AKP’ê yê Mêrdînê Farûk Kiliç dikeve nava heman şaşiyan. Hin kes hene ku dixwazin bi polîtîkayên dewletê, gelê me li hev sor dikin. Em van uslup û nêzikatiyên wiha şermezar dikin.”
SEROKÊ ODEYA BAZIRGANIYÊ: DI ÇAVÊN WAN DE EM SÛCDARIN
Piştî Turk, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Mêrdînê û di heman demê de pismamê Namzetê AKP’ê yê Serokê Şaredariya Artûklû Abdullha Tûtaşî, Memet Alî Yilmaz axivî û piştgirî da gotinên Ahmet Turk. Yilmaz, diyar kir ku tu wateya mirov ji hev cudakirinê tuneye û wiha got: “Nexwe; bi wî çavî li me mêze dikin. Em di çavên wan de sûcdarin.”
Turk û şandeya pêre dûre, çûn serdana esnafan û ji wir jî derbasî navçeya Qoserê bûn. HDP’iyan li Qoserê jî esnaf ziyaret kirin. Esnafan eleqeyek mezin nîşanî HDP’iyan dan û bi dirûşmeya “Bijî HDP” pêşwazî kirin.
DERSİM
Li navçeya Mêzgêr a Dersimê jî, Hezên Şoreşger ên Dersimê, buroya hilbijartinê vekirin. Parlementerê HDP’ê yê Antalya Kemal Bulbûl, Namzetên Hevşaredariyên navçe û navenda Dersimê û gelek welatî beşdarî vekirina buroyê bûn.
Girseyê piştî vekirina buroyê, li ber dahol û zirneyê guvend gerand.