STENBOL - Îdanameya çalakiyên Parka Geziyê ya karsaz Osman Kavala jî di nav de heye der barê 16 kesan de hat amadekirin û ji aliyê 30'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat qebûlkirin.
Îdanameya çalakiyên Parka Geziyê ya karsaz Osman Kavala jî di nav de heye der barê 16 kesan de hat amadekirin û ji 657 rûpelan pêk tê ji aliyê 30'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat qebûlkirin. Di îdanameyê de li gel Kavala, Can Dundar, Memet Alî Alabora, Ayşe Pinar Alabora, Handan Meltem Arikan, Hanzade Hîkmet Germiyanoglu, Înanç Ekmekçî, Mîne Ozerden, Şerafettîn Can Atalay û Tayfun Kahraman jî têde cih digirin.
Ji 16 navên di idanameyê de bi sûcdariyên "Hikumeta Komara Tirkiyeyê ji holêr akirin û hewldana wezîfeyê astengkirin" û "Bûyerên Geziyê fînansekirin" cezayê muebeta giran ji wan re tê xwestin.