'Heta Ocalan azad nebe gelê kurd û tirk azad nabe'

  • rojane
  • 15:43 7 Mijdar 2017
  • |
img

ENQERE/ÊLIH – Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Enqereyê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin dewrî Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Enqere kirin. Li Êlihê jî çalakiya greva birçîbûnê ya rêveberên HDP û DBP'ê di roja duyemîn de berdewam dike. Çalakgeran diyar kirin ku heta Ocalan azad nebe gelê kurd û tirk azad nabe.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ku Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Enqere li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Enqere dewr girt. Çalakiya li avahiya HDP’a Enqerê didome Meclîsa Jinan dê 3 roj çalakî pêk bînin. Jinan li ber pankarta “Tecrîd wê winda bike û azadî bi ser bikeve” daliqandiye daxuyanî dan. 
 
Endama Meclîsa Jinan Ayfer Balikçi axivî û diyar kir ku tecrîda li dijî Ocalan gelê kurd, jinan, ciwanan û hemû kesên alîgirên demokrasiye xistiye nav xetereyê û got: “Me ji îro pê ve çalakî dewr girt. Em destekê ji gelê xwe, jinan û ciwanan dixwazin.” 
 
‘EM CÎHANEK TARÎ NAXWAZIN’ 
 
Endama Meclîsa Dayika Aştiyê Hanim Varli ku nobeta xwe dewr kirin jî wiha got: “Îro tecrîd tenê li Serok Abdullah Ocalan nayê meşandin. Îro li ser 80 milyon tecrîd didome. Em cîhanek tarî naxwazin. Dê ev têkoşîna me tu carî bi dawî nebe. Çawa ku herikîna Dîcle û Firat xelas nabe dê têkoşîna me jî xelas nebe.” 
 
Di çalakî dewrkirinê de sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. 
 
'BERXWEDANA JINAN BI OCALAN DEST PÊ KIRIYE'
 
Çalakiya gireva birçîbûnê ya li Êlihê ji aliyê rêveberên HDP û DBP'ê de dest pê kiriye di roja duyemîn de berdewam dike. Di çalakiya grevê de Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Qubînê hatin serdana çalakgeran. Çalakger Sabiha Ekinci, axaftinek kir û diyar kir ku Azadiya Ocalan tê wateya azadiya jinan û wiha got: "Jinên di bin zext û zordariyê de bûn, bi felsefeya Ocalan azad bûn. Divê em li Ocalan xwedî derkevin. Niha feraseta mêr di nava civakê de dixwaze dîsa vina jinan dîl bigire. Berxwedana ku bi têkoşîna Ocalan dest pê kir divê em wê mezin bikin. 
 
Parlamenterê DEP'ê ya hat girtin Nizamettin Toguç jî diyar kir ku hikûmeta AKP'ê demek dirêj e li ser Ocalan tecrîdê dimeşîne û wiha got: "Ocalan nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Ev li dijî hiqûqê ye. Heta ku Ocalan azad nebe gelê kurd û gelê Tirkiye azad nabe." 
 
Endamê KCD'ê Adil Erîn jî diyar kir ku heta ew agahî ji Ocalan bigirin û Ocalan azad bibe dê çalakiya xwe berdewam bikin. Çalakger Halime Çetinkaya  jî anî ziman ku ew dê çalakiya xwe berdeam bikin û bang li hemû rêxistinên demokratîk ên Tirkiye û cîhanê kirin û xwest her kes li dijî tecrîda li ser Ocalan dengê xwe bilind bikin. 
 
Berdevka Tevgera Jinen Azad (TJA) ya Êlihê Songul Korkmaz  jî wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. 2 salin bi malbata xwe re nikare hevditin bike. Em dixwazin agahî ji Ocalan bistînin û azad bibe." 
 

Sernavên din

09/11/2017
09:06 Li girtîgehê îronî jî qedexe ye
09:05 Qeyûmê Wanê biryara dadgehê nas nekir
09:04 Hevşaredar sal û nîvek şûnde derdikevin pêşberî dadger
09:04 Tirkiyê û Rêjîma Sûriyê li Minbicê tevlîheviyê dike
09:00 ROJEVA 09'E MIJDARA 2017'AN
08/11/2017
17:41 Sayilgan nehat berdan: Rojnameger tên darizandin
17:13 Bahçelîevler, GOP û Sultanbeylî greva birçîbûnê dewr girtin
17:05 Rojnameger Ahmet Şik piştî 5 salan beraat kir
17:04 Gera HDP'ê îro li Bedlîs û navçeyên wê dewam kir
16:37 Hejmara kesên li Îzmîrê hatin binçavkirin derket 21 kesan
16:30 Xwendekaran YOK şermezar kir: Em serî danînin
16:29 Jinan ji bo mitînga 11’ê Mijdarê belavok belav kirin
16:18 Li Çelê 4 kes hatin girtin
16:18 ÎHD'ê di Fûara Pirtûkan de cilên yek reng şermezar kir
15:33 Tevgera helikopteran li Şirnexê zêde bû
15:18 Çalakgerên grevê peyama 'Heta tecrîd rabe' dê çalaki bidome
15:17 Cenazeyê 26 jinan di deryayê de hat dîtin
15:17 Puigdemont: Hûn dê kengî dengê Katalan qebûl bikin?
15:07 Di doza Mehmet Aytaş de biryar derket: Ceza daxistin 24 salan
14:51 3 kes li Yukselê hatin binçavkirin.
14:31 Rojnamegerên nûçeya mirinê çekirin ji xala 301’an tên darizandin
12:48 Dewleta kûr li Şemzînanê li ser sûc hat girtin
Seferî Yilmaz: Artêşa 'Zarokên baş' tê avakirin
12:39 5 payebilindên DAIŞ’ê li Dîlokê ne?
12:38 Di fabrîqeyê de teqîn pêk hat 5 karker mirin
12:37 HDP'ê îdiayên sîxûriyê ji serokwezîr pirsî
12:11 'Heya ku tecrît hebe, çalakî dê bidomin'
12:07 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:20 Jinek li Tekîrdagê birîndar bû
10:25 Di zîndana tarî de Şengal welidand û 8 mehan roj nedît
09:57 Wiha biçe dê Meletî bê tem û lezet bimîne
09:42 Nameya ji girtî re şandin bû delîla 'endamtiya rêxistinê'
09:41 Wêneyên rojnamegeran kişandine kirin sûc
09:40 Kevirên goran kirin kevirên depoyê
09:40 Malên dîrokî ên Çelê tune dibin
09:38 Ecarer: DAIŞ bi destê îktîdardê mezin bû
09:37 ‘Em xwedî li temînatê aştiyê Ocalan derkevin’
09:35 Dêra dîrokî bû goma sewalan
09:34 ‘Wê politîkaya ‘goştê erzan’ tenê karibe krîzê taloq bike’
09:33 Rastiya înfaza Ajokar Ceyhan piştrast dibe
09:32 Zarokan dikin qurbana qezenca zede
09:30 Midûriyeta polîsan kevirê goran ciwanên kurd diguherînin
09:27 Atolyeya Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê dest pê dike
09:25 Parêzer Kaplan: Rakirina krîza siyasî bi rakirina tecrîda li ser Ocalan pêkan e
09:24 ‘Di 11’ê Mijdarê de bi ruhê Newrozê em li Qada Îstasyonê bin’
09:00 ROJEVA 08'Ê MIJDARA 2017'AN
07/11/2017
18:25 Stenbol dê sibê çalakiya grevê dewrî komên din bike
17:03 QSD ê li Dêra zorê 17 km nêzî Iraqî bûye
16:01 Du dozên Yuksekdag kirin yek
15:58 Berdevkê HDP'ê: Pergala konfederal a Ocalan pêşdîtina îro ye
15:43 'Heta Ocalan azad nebe gelê kurd û tirk azad nabe'
15:27 Hevjîna Murat Çelîk serbest hat berdan
15:10 4 demsal berxwedan
14:40 Çalakiya Yukselê 3 kes hatin binçavkirin
14:19 Baluken: Mîna her carê dê berxwedêr bi ser bikevin
14:04 Kemalbay: Krîzeke aborî ya sergirtî heye
13:46 Kolberê 13 salî bi îşkencê kuştin
13:45 Di dosyaya Hayatin Sesî de dadgehê mutalaa xwest
13:30 20 salin ji bo Ocalan çalakiyan pêk tînin
13:21 5 xwendekar li Qersê hatin binçavkirin
12:53 Welatiyên Amedê: Ocalan biaxive dê aramî bê welat
12:36 Dervê welêt li Wekîlê HDP'ê Ayhan qedexe kirin
12:30 Hezan li înşeatekê pêk hat
12:30 Polîsên Iraqî ji DAIŞ'ê rizgar kirin bi 20 hezar dolarî firot malbata wê
12:25 Parêzerên Ocalan cara 702'yan serlêdan kirin
12:16 Hekîmên Amedê: Guh bidin qêrîna hawara bijîşkan
11:40 Di 20 mehan de 18 zarokan jiyana xwe ji dest dan
11:34 Bi pîcemayan sirgûn kirin
11:16 Saziya Îmraliyê bêdeng e, hakimê înfazê bê sedem daxwaz red kirin
10:35 Pêşmergeyên PDK'ê ji Şengalê vekişîn, tevlêbûna YBŞ’ê zêde bû
10:05 Ciwanên Minbicê tevlî Erkê Xweparastinê dibin
10:03 Rûsyayê Kongreya Sotşî ji ber sedemên ne diyar paşve xist
09:31 Gundê 5 caran hat valakirin, li dijî koçberiyê li ber xwe didin
09:30 Trajediye ku nivîskarek nikaribe pirtûka xwe îmze bike
09:29 'Ji ber ku ez ji zarokan qut kirim, ez nikarim binvîsim'
09:28 Bi firandina dewlikan bextewariya vegerê jiyîn
09:27 Sayilgan piştî 13 mehan derdikeve pêşberî dadgehê
09:27 Qîma xwe bi kalekolan neanî niha dîwarên bi jîlêt ava dikin
09:26 Di kulubeya metreyekê de 17 sal in kedê dide
09:00 ROJEVA 07'Ê MIJDARA 2017'AN
06/11/2017
16:58 Kerestecioglu Hesabên off-shore yên zarokên Yildirim ji Şîmşek pirsî
16:31 Dadger biryara rawestandina darizandina parêzerên Gezî da
16:30 Tuna dê li ser koltuxê Gokçek ê 23 salan rûnê
16:29 Karkerê 18 salî di înşaeta santrala termîkê de ket
15:34 Grevên birçîbûnê yên ji bo Ocalan bajar bi bajar belav dibin
14:14 Di Cotmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:10 Wekîlên HDP'ê yên girtî ji bo Azadiya Ocalan bang kirin
13:44 Barzanî razîye bûdçeyê çavkaniyên Herêma Kurdistanê teslîm bike
13:32 Leşker zarokê 5 salî kuşt
12:32 Îktîdar ket nava tirsa 27'ê Mijdarê
12:31 4 rojin cenazeyê Murat Çelîk nadin malbatê
11:28 'Berxwedana karkerên Akkimê di roja 100'an de ye'
11:22 Ziyaretvanan bi ringê dibin girtîgehê
11:14 'Teqemeniyên ne teqiyayê tevlî kavilan dibin'
11:03 2 piştgiriyên Gulmen û Ozakça hatin binçavkirin
10:54 'Dê Kurdistanê ji Sûriyeyê dest pê bikin'
10:32 Li Baxçeyên Hevselê demsala payîzê
10:20 Bi operasyona Reqqayê 500 Êzidiyên dîl hatin azadkirin
09:51 Ciwanên Cizîrê yên sîxûriyê li ser wan ferz dikin axivîn
09:50 'Li dijî rejîma tundiyê 'Biqîre'
09:49 Konca: Divê em hêj zêdetir li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin