AMED – Odeya Tabîban a Amedê îsal xelata "Aştî, Dostanî û Demokrasiyê dan Prof. Dr. Onur Hamzaoglu.
Odeya Tabîban a Amedê ku ji sala 1996'an de "Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiye' dide, îsal layiqî Prof. Dr. Onur Hamzaoglu dîtin. Odeyê li avahiya xwe bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Endamên jûrî û rêveberên Odeyê tev li bernameyê bûn. Hevserokê Odeya Tabîban a Amedê Dr. Şerif Demir bi tirkî, û Sekreterê Odeyê Dr. Orhan Îlim bi kurdî daxuyanî da. Dr. Orhan Îlîm, anî ziman ku li Tirkiye krîza aborî kûr dibe û şer belav dibe. Îlîm, da zankîn ku mafê azadiya ramanê nema ye û wiha got: "Têkoşîna gel rastî tundî û zextan tê. Bi deh hezaran kesên aştî xwestin hatin girtin. Vîna gel tune hat hesibandin. Di pêvajoyek wisa de ev xelat bêtir bi wate ye."
‘JI BO JIYANÊ HELWEST DIYAR KIR'
Îlîm, da zanîn ku Hamzaoglu, ji bo parastina jiyane helwesta xwe nîşan da û wiha bi dawî kir: "Pisporê Tenduristiya Gel, Mirovê Zanyariyê, Akademîsyene Aştiyê, Aktîvistê Aştiyê, di her qadê de têkoşîna zanistî, akademîk û civakî meşand. Têkoşina civakî û siyasî meşand. Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, ji bo tenduristiya gel, diyar kir ku divê pêwiste aştî li her derê bê parastin û da zanîn ku divê mirovên zanistî teqez aştiyê biparêzin. Mamoste Onur jiyana xwe fedaî jiyana gel û tenduristiya jiyana gel kiriye. Hemû kesên dibêjin ez heme, em dixwazin di xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê de di nava xwe de bibînin."