AMED - Hevjîna Murat Çelîk ê di serdagirtina malê de hat qetilkirin Asya Çelîk serbest hat berdan.
Di 3'yê Mijdarê de li taxa Huzurevlerê ya navçeya Peyasê ya Amedê serdagirtina malê çêbûbû û şer derketibû. Hatibû diyarkirin ku polîsekî hatiye kuştin û 9 jî birîndar bûne. Di şer de Murat Çelîk jiyana xwe ji dest dabû û hevjîna wî Asya Çelîk jî hatibû binçavkirin. Polîsan Asya Çelîk îşkence kiribû, piştû duh êvarê li emyetê îfadeya Çelîk hat girtin serbest hat berdan.
Murat Çelîk ê di şerê li malê de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wî rakirina Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û 5 roj e li wir tê rawestandin. Malbata Çelîl serî li Serdozgerê Komarê da û hêj cenaze radestî malbatê nehatiye kirin.