WAN - Li Wanê rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî jî di navde 24 saziyên sivîl, bi armanca piştgiriyê bidin çalakgerên di greva birçîbûnê de daxuyanî dan û bang li hikûmetî kirin. Rêxistinan ji hikûmetê xwest ku gavan bavêjin.
Li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dikin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 117 rojin di greva birçîbûnê de ye. 24 sazî û rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî, ji bo piştgiriyê bidin banga Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de daxuyaniyek hevpar dan. 24 saziyên demokratîk li avahiya Platforma Şaxan a KESK'ê daxuyanî dan. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç jî daxuyanî da.
Li ser navê saziyan Hevserokê TUHAY-DER'ê Onder Sogukbulak daxuyanî da. Sogutbulak, anî ziman ku di demên berê de gelek kesên ketin greva birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan û ev yek fikarên wan zêde dike. Sogukbulak, destnîşan kir ku di milê çalakiyên greva birçîbûnê de di cîhanê de welatê yekem e û wiha got: "Her roj, rojev tên guhertin û wekî ku tiştek nebûbe hikûmet bêdeng e. Tu tişt ji jiyana mirov bi qîmettir tune ye. Em carek din tînin bira mirov."
10 HEZAR GIRTIYÊN SIYASÎ DI GREVÊ DE NE
Soğukbulak, destnîşan kir ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê Birêz Ocalan ji mafê xwe yê bi zagonan hatiye parastin û mîsogerkirin sûdê nagire û wiha got: "Birêz Leyla Guven, ji bo Birêz Abdullah Ocalan ji mafê xwe yê bi zagonan hatiye parastin û mîsogerkirin sûdê bigire dest bi grevê kiriye. Ji bo hiqûq pêk bê 117 rojin di greva birçîbûnê de ye. Bi heman daxwaze li girtîgehên Komara Tirkiye jî 330 girtî 79 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdveger de ne. Ji 1'ê Adara 2019'an û şûnde 10 hezar girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne. Ger ku em bêdeng bimînin emê bibin şahidê mirinan. Wê wîcdanê me birîn be. Em dê bibin nifşekî bibin şirikê mirinan. Divê daxwazên girtiyan û çalakgrên girevê ji aliyê Wezareta Dadê û hikûmetê ve bê dîtin û hikûmet daxwazên wan esas bigire.
DAXWAZÊN 24 SAZIYAN
“* Divê li gorî rêgezên sinc û pîvanên gerdunînî û neteweyi tev bigerin û bi rêk û pêk tenduristiya girtiyan kontrol bikin. Divê heyetê serbixwe ji bo muayineyê biçe girtîgehan çavdêriyê bike.
* Ji bo çalakger seqet nemînin, divê teqez pêdiviyên av, xwê, şekir û karbonat û vîtamina B1 bidin wan. B1 nebe jî divê kompeksa Vîtamînê B bidin girtiyan.
* Ji bo çalakgerên ketine grevê jiyana xwe ji dest nedin, divê divê hemû gavên mirovcî bên avêtin.
* Divê îktîdara siyasî ji bo daxwazên Leyla Guven û hemû girtiyên din pêk bê û kes ji yana xwe ji dest nede, ji niha de berpirsiyariya xwe pêk bîne.
Saziyan bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Leylayê” dawî li daxuyaniyê anî.
Saziyên ku îmze avêtin bin daxuyaniyê wiha ne: “TUHAYDER, KCD, Egitim Sen a Wanê, Tum-Bel-Sen a Wanê, Yapi Yol-Sen a Wanê, Haber Sen a Wanê, SES'a Wanê, Tarım Orkam-Sen a Wanê, BES a Wanê, BTS a Wanê, Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz, TÎHV, MEYADER, TJA, DİSA DER, HDP'a Wanê, DBP'a Wanê, EMEP'a Wanê, ESP'a Wanê, Partiya Azadiya Însanî, DİSK/Genel-Îş, Odeya Tabiban a Wan-Colemêrgê, ÎHD'a Wanê, Partiya Karkeran a Tirkiye.