ÎZMÎR - HDP’ê namzetên xwe yên hevşaredariyên navçe û naveda Mûgla û 4 navçeyan Manîsayê paşve kişandin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), namzetên xwe yên hevşaredariyên navçe û navenda Mûgla û 4 navçeyên Manîsayê paşve kişandin.
Namzetên hevşaredariyên bajêr û navçeyan ên paşve hatin kişandin wihane:
Namzetên Hevşaredariyên Bajarê Mezin ên Mûgla Mehmet Polat û Dîlek Dobrûcali, Namzetê Hevşaredariya Navçeya Menteşe Adîl Çavaş, Namzetên Hevşaredariyên Navçeya Bodrûm serap Kalkan û Gunay Şîrîn, Namzetê Hevşaredariya Navçeya Ortaca Saîp Kaya, Namzetên Hevşaredariyên Navçeya Dalaman Yakûp Basût û Emîne Yuksel, Namzetên Hevşaredariyên Navçeya Marmarîs Denîz Azûm û Riza Dogan, Namzetên Hevşaredariyên Navçeya Ula Yuksel Sari û Emîne Dayioglû, Namzetên Hevşaredariyên Navçeya Mîlas Sabîha Ataş û Huseyên Bulût, Namzetên Hevşaredariyên Navçeya Koycegiz Berna Koray û Yasîn Yargi.”
HDP’ê li navçeyên Alaşehîr, Soma, Salîhlî û Sarûhanli yên Manîsayê, namzetên xwe yên hevşaredariyê paşve kişandin.
'ARMANC PAŞVE XISTINA AKP-MHP’Ê YE'
Namzetê Hevşaredariya Mugla Mehmet Polat, armanca paşve xistina AKP-MHP’ê ye û got: “Ji ber vê yekê me namzetên xwe paşve kişandin. Emê weke endamên meclîsên şaredariyên di hilbijartinê de cih bigirin.”