NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wanê jinên Endamên KESK'ê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxuyanî dan û daxwazên xwe rêz kirin. Jinan xwest Wezareta Jinan bê avakirin. Jinên Rihayî jî, çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê diyar Leyla Guven kirin.
Platforma Jinan a Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê, bi daxuyaniya ku li avahiya xwe dan strarta çalakiyên ku wê di çarçoveya 8'ê Adarê de li dar bixin da. Daxuyaniya ku endamên platformê teli bûn li ser navê jinêna Fatma Arslan daxuyanî xwend. Fatma diyar kir ku ewê 8'ê Adarê li qadan bin û wiha got: "Em ê di 8'ê Adarê de li dijî xebata li gorî xwe, bê rê û rêbaz, bê ewlehî, li dijî qeydê, heqdestê kêm û krîza aborî li qadan bin û li keda xwe xwedî derkevin."
Arslan, di berdewamiyê de got ku ew ê ji cemaweriyê de dest pê bikin û li dijî jiyanek bi rêbazên olî ew ê jiyaneke laîk, sekuler biparêzin û ew tu carî dest ji daxwazên xwe yên perwerdeya bi zimanê dayikê û mafên xwe yên ku hatine xespkirin bernadin.
Arslan daxwazên jinan ên bi minasebeta 8'ê Adarê jî rêz kirin. Hin daxwazên jinan ku derketin pêş wiha ne:
"*Divê 8'ê Adarê bibe betlana fermî,
*Ji bo karê wekhev heqdestekî wekhev bê dayîn,
* Sererastkirinên derbarê tundiya li cihê kar, cudakarî û astengkirina mobîngê bên kirin,
*Pêşdibistanên zarokan ên cemaweriyê ku hatin girtin bila bên vekirin, li kargeha ku xebatkarên wê 50 kes û jê zêdetir be bila cihên lênêrtina biroj û pêşdibistan bên vekirin,
*Destûra welidînê bila derxînin 24 hefteyan,
*Astengiyên li dijî rêxistinkirina kedkaran ên wekî li pêşiya sendîkabûnê bên rakirin,
*Divê Komîsyona OHAL'ê ji holê bê rakirin û xebatkarên ji kar hatin derxistin li karên xwe vegerin,
* Bila di serî de Peymana Stenbolê hemû peymanên derbarê mafên jinan de hatin îmzekirin bikevin meriyetê."
Bernameya çalakiyên 8'ê Adarê ya Platforma Jinên KESK'ê wiha ye:
* 5'ê Adarê de bi jinên KHK'yî re piştevaniya bi taştê,
*6'ê Adarê çalakiya faksê ya bila 8'ê Adarê bibe roja betlanê,
* 7'ê Adarê forma rêveberiyên xwecihî û jinê.
Piştî daxuyaniyê nameya dayika Oyku Arîn Eylem Şen ku şandibû hat xwendin û daxuyanî bi dawî bû.
RIHA
Endamên Platforma Jina a Rihayê jî, bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê aşkere kir. Daxuyanî li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê hat lidarxistin û Parlementera HDP’ê Ayşe Surucu beşdar bû. Dema pankarta “Keda me, bedena me, nasnameya me ya me ye. Li dijî xizantî, nelirêtiyê û şer em li qadane” bi salona daxuyaniyê hat kirin, jinan dirûşmaya “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
‘EMÊ BERXWEDANA XWE BIDOMÎNIN’
Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê Leyla Mûmîn, daxuyanî da û wiha axivî: “Êrîşên li ser ked, têkoşîn, qezenc û jiyana jinan pir zêde bûne. Lê emê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û 8’ê Adarê bi vê berxwedanê pêşwazî bikin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ev 117 rojin bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye. Em ê îsal hemû çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê diyar wê bikin. Em hewl bidin ku ji bo dengê Leyla bibin deng.”
Bernameya 8’ê Adarê ya li bajêr bê pîrozkirin wiha ye:
“ *4’ê Adarê roja Duşemê saet 13.00’an, dê ji bo girtiyên jin kartên piştevaniyên bên şandin.
*5’ê Adarê roja Sêşemê saet 14.00’an dê ji bo Wezareta Xizmetên Civakî û Xebata Malbatê fax bên şandin.
* 6’ê Adarê roja Çarşemê dê ziyareta namzetên jin pêk were.
*7’ê Adarê roja Pençşemê saet 12.00’an dê li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyanî bê dayîn.
*8’ê Adarê roja Înê bi girseyî beşdarî Mîtînga Amedê bibin.
*9’ê Adarê roja Şemiyê dê Panela Baro bê lidarxistin.”