AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag a ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest greva birçîbûnê kir got: "Leyla Guven ji bo vê berxwedanê çirûskek bû. Lê her yek ji me meşaleyek in. Em hemû di tariyê de ne, Em ê bi bedena xwe bibin yek meşale û ji vê tarîtiyê derkevin ronahiyê."
Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê mijdara 2018'an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû û 117 roj in çalakiya xwe dewam dike. Piştî Guven, grevên birçîbûnê li Hewlêrê, li girtîgehan û derveyî welat pêl bi pêl berbelav bû. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer jî duh bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP'ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Dersim Dag der barê greva birçîbûnê ya dest pê kirin de axivî.
‘MIN WEK JINEK CIWAN DI BERXWEDANÊ DE CIH GIRT'
Dag diyar kir ku bi tecrîdkirina Ocalan re di heman demê de ciwan û jin tên tecrîdkirin û got: "Divê herî zêde ciwan û jinên kurd vê berxwedanê mezin bikin. Ez wek jinek ciwan a kurd vê tecrîdê hîs dikim. Di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ciwan, jin û gelên Rojhilata Navîn tên tecrîdkirin. Her roja ku diçe ciwan xwe tecrîdkirî hîs dikin. Min jî xwest wek jinek ciwan a kurd di vê berxwedanê de cih bigirim. Heta tecrîd bê şikandin dê berxwedana me dewam bike. Roj bi roj wê berxwedana me li pêş bikeve."
‘CÎNAYETA JINAN ENCAMA TECRÎDÊ YE'
Dag anî ziman ku tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên DBP'ê ji parçeyek tecrîdkirina Ocalan e û got: "Tacîz, cînayet û tecawiza li dijî jinan a demên dawî encama polîtîkaya tecrîdê ye. Ev tecrîdkirina jinan dide nîşandan."
‘JI BO RONAHIYÊ EM BÛN MEŞALE'
Dag da zanîn ku bi pêşengiya Leyla Guven berxwedana wan li çar aliyê cîhanê belav bûye û wiha domand: "Daxwaza Leyla Guven li hemû girtîgehan belav bûye. Armanca me jî bi vê piştgiriyê şikandina tecrîdê ye. Ji bo tecrîd rabe û berxwedana mezinttirîn bibe me dest bi çalakiyê kir. Leyla Guven ji bo vê berxwedanê çirûskek bû. Lê her yek ji me meşaleyek in. Em hemû di tariyê de ne, Em ê bi bedena xwe bibin yek meşale û ji vê tarîtiyê derkevin ronahiyê."
‘EM HER KESÎ VEDIXWÎNIN MEZINKIRINA BERXWEDANÊ'
Dag banga dij derketina tecrîdkirina Ocalan li gelê kurd û gelên Tirkiyeyê kir û got: "Divê em hemû bi hev re li dijî tecrîdê bikevin tevgerê. Divê hemû gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn xwedî li daxwazên me derkeve. Em her kesî vedixwînin mezinkirina berxwedan û deng bidin berxwedanê."
MA / Ozgur Paksoy