MÛŞ - Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik û Sîbel Genç li buroya navendî ya hilbijartinê bi ciwanan re hatin gel hev û li pirsgirêkên wan guhdar kirin.
Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Mûşê Sîbel Genç û Sirri Sakik bi ciwanan re li buroya navendî ya hilbijartinê hatin gel hev. Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Mensûr Işik, rêveberên HDP'ê jî beşdarî civînê bûn. Gelek xwendekarên Zanîngeha Alparslan a Mûşê jî bûn mêvanê civînê. Sîbel Genç a namzetiya hevşaredariyê da zanîn ku xwediyên siberojê ciwanin û got: "Em û ciwanan em ê mil bidin milê hev û bajarê xwe bi projeyên nûjen bi hev re birêve bibin."
'CIWAN HÊZA ME NE'
Sirri Sakik jî anî ziman ku ji bo ciwan hin bêtir bi rehetî û xweştir bijîn dê hemû derfetên xwe seferber bikin û got: "Çimkî armanca me jiyanek baştirîn e. Ev jî ji bo we ye. Em ê di 31'ê Adarê de hemû bi hev re dîrok binivîsînin. Roj naçe ku zext li ser ciwanan pêk nay3e. Em ê yekser bi ciwanan re diyalog deynin û heta hilbijartinê atmosferê biguherînin. Em ê bi hêza ciwanan a zindewar bi ser bikevin. Hûn hêza me ne. Em spasdarê we hemû ciwanan e."
Piştî axaftina namzetan, xwendekar û ciwanan pirs û pêşniyarên xwe kirin û Sakik û Genç bersiva ciwanan dan û civîn bi dawî bû.
Piştî civînê ciwanên ji buroyê derketin polîsan ew lêgerîn kirin û kontrola nasnameya wan kirin. Bi dû vê pêkanînê re ciwan belav bûn.