ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Îdrîs Baluken, diyar kir ku mîna her car dê vê carê jî berxwedêr bi ser bikevin û rojên xweş nêz in.
Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê parlamenterê Amedê Îdrîs Baluken ji Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê bi bomeya salvegera 4'ê Mijdarê roja girtina hevserokên giştî û parlamenteran peyam şand û peyama Baluken di civîna koma HDP'ê de hat xwendin.
‘ME TU CARÎ TEREDUT NEKIR’
Baluken di peyama şend de wiha got: "Di vê pêvajoyê de ên ku dixwazin têkoşîna me ya demokrasî, aştî û azadiyê di nav dîwaran de bifetisîn in, mîna her carê divê bizanibin ku em ê li dijî zextan stûyê xwe netewînin. Di dîroka qedîm a gelê me de, ji bo pêşveçûna têkoşîna demokrasiyê her tim bedêl hatin dayîn. Em jî di warê dayîna berdêlê de qet tereddutê nekir. Dê dîrok kesên zilmkar û yên berxwedêr jî binivîsine.
‘EM Ê TARÎTIYÊ RONÎ BIKIN’
Em ê tarîtiya îro li ser me ferz dikin, ronî bikin û stêrkên herî geş ên ji bo ronahiyê berhev bikin. Ez dixwazim balê bikişînim ser vê tiştî, ku ew rojên ronak jî nêz in. Mîna her car li dijî zilma heyî dê vê carê jî berxwedêr bi ser bikevin. Bi van hest û ramanan, ez hemû heval û endamên me yên partiyê silav dikim."