AMED - Polîsan bi boneya çalakiya greva birçîbûnê ya Dersim Dag û 5 endamên HDP'ê bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girtin.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag û 5 endamên HDP'ê bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îro li avahiya HDP'ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Polîsan bi hêceta greva birçîbûnê bi ser avahiya HDP'a Amedê de girt. Li hundir lêgerîna polîsan dewam dike.
Parlamenter Dersim Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi civînek çapemeniyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn.