Guven peyama 8’ê Adarê da: 8’ê Adarê dê bibe roja mizgîniya azadiyê

  • jin
  • 17:16 3 Adar 2019
  • |
img
STENBOL - Leyla Guven peyam ji mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya bi dirûşmaya “Ji bo azadiya xwe em li ber xwe didin; li dijî krîz, şer û tundiyê em li qada ne" ya li Bakirkoyê hat lidarxistin şand û got: “8’ê Adarê dê bibe roja mîzgîniya azadiyê.”  
 
Platforma Jinan a 8’ê Adarê ya Stenbolê, bi dirûşmaya “Ji bo azadiya xwe em li ber xwe didin; li dijî krîz, şer û tundiyê em li qada ne" li Qada Bazar a Bakirkoyê, mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi tevlîbûna bi hezaran jinan mîtîng li dar xist. Meclîsa Jinan a HDP’ê, Meclîsa Jinan a HDK’ê, Piştevaniya Jinan a Kirkyama, Jinên Demokratîk ên Nû, Meclîsên Jinan ên Sosyalîst (SKM), Tevgera Jinên Azad (TJA), Sendîkaya Kedkarên Mala Zibare û gelek sazî û dezgehên jinan bi reng û pankartên xwe ketin qada mîtîngê. Pankarta “Ji bo azadiya xwe em li ber xwe didin; li dijî krîz, şer û tundiyê em li qada ne" bi dika mîtîngê ve hat kirin. 
 
Bi hezaran jinên ji navçeyên cuda yên Stenbolê hatin qada mîtîngê, pankarta “Leyla Guven mafdere, divê tecrîd rabe” û “Em ber bi azadiyê ve dimeşin û tecrîdê dişkînin” vekirin. Jinên bi kincên xwe yên herêmî beşdarî mîtîngê bûn, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de ji bîr nekirin û bê navber dirûşmeyên “Daxwa Guven daxwaza me ye”  û “Deng bide Leylayê” berz kirin. Li ser dike tim û tim bi  lêxistina çepikan peyamên piştevaniyê ji bo Leyla Guven hatin dayîn. 
 
PIŞTÎ DEQEYEK RÊZGIRTINÊ MÎTÎNGÊ DEST PÊ KIR
 
Berî destpêkirin mîtîngê ji bo jinên jiyana xwe ji dest dayîn,  deqeyek rêzgirin hat girtin. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê bi Kurdî û Tirkî hat kirin.  Li ser navê Platforma Jinan a 8’ê Adarê ya Stenbolê Sevgî Ozturk daxuyaniya tirkî xwend. 
 
‘EM HEBÛN, EM HENE Û EMÊ HEBIN’
 
Ozturk, diyar kir ku jin li dijî desthilatdariya zilam a cîhan ji bo jinan kirin dujeh û kapitalîzmê, weke hemû 8’ê Adarê, îro jî li qadane û heya daxwazên wan bên qebûl kirin, dê mezintir bibin, bibin yek, bi hêztir bibin û heya ji wan tê dê dengê xwe bilindtir bikin. Ozturk, da zanîn ku ewê bi têkoşîna xwe vê pergalê biguherînin û wiha got: “Li dijî kedxwariyê, rejîma yek zilamtiyê, pergala serdestiya zilam û ne wekheviyê, bi înat û israr em hebûn, em hene û emê hebin. Em ji vê derê çalakiya Leyla Guven a 116 rojin di greva birçîbûnê deye silav dikin. Daxwaza wê daxwaza me ye. Em dîsan vê berxwedam birûmet silav dikin.”
 
‘EM CARDIN LI QADAN E’
 
Piştî daxuyaniyê li ser nvê Piştevaniya Jinan a Esenyali Adîle Dogan axaftinek kurd kir û wiha got: “Weke her salê îsal jî em di 8’ê Adarê de li qadane. Di vê rojê de em carek din dibêjin em hene. Bijî 8’ê Adarê.”
 
DAYÎKA OYKU ARÎN JI JINAN RE PEYAM ŞAND 
 
Dûre peyama dayîka Oyku Arîn a nexweşiya Losemî pê re heyî Eylem Şen a şandibû hat xwendin. Şen di peyama şande wiha got: “Merheba Jinên dildar. Ez xemgînim ku ne dinava we deme. Ez ji bo keça xwe li benda piştgiriya we me. Weke hûn dizanin ji bo keça min teşhîsa nexweşiya Losemî hatiye danîn. Dibe ku jineke ku hatibe 8’ê Adarê bibe sedema ku keça min bijî. Ji bo kampanya me û hemû zarokên losemî bibin alîkar. Ger jin têbikoşin, mijankên çavên wan jî dê nekevin erdê. Bijî piştevaniya jinan.”
 
‘8’Ê ADARÊ DÊ BIBE ROJA MIJGÎNIYA AZADIYÊ’
 
Piştî axaftinên hatin kirin, peyama bi deng a 8’ê Adarê ya Leyla Guven şandibû hat guhdar kirin. Guven wiha banga li jinan kir: “Merheba jinên xoşewîst. Berî her tiştî em di hefteya 8’ê Adarê dene. Ez roja we ya 8’ê Adarê û ya hemû jinên cîhanê pîroz dikim û hêvî dikim ku her rojên were, bibin  mizginiya rojên azad ên 8’ê Adarê. Di 8’ê Adaran de, em jin, dê dîsan daxwazên civakê li qadan biqîrîn. Emê îro têkoşîna jinan bilind bikin, hemû maf û hiqûqên jinan ên dinava civakê de bigihînin asta herrî jor. Ji vê yekê qet gumana me tuneye. Bi sedan hevalên me yên li girtîgehan li ber xwe didin jî wisan dibêjin. Ji ber ku ez pêşengtiya çalakiyeke wiha dikim, pir keyfxwe û birûmetim. Ez temsîla gelek nasnameyan dikim û min ev hemû nasname hilbijartin. Di gelek mijaran de min bi xwe biryara xwe neda. Hemû biryarên derbarê jiyana xwe de min nedan. Lê mînak, min biryar da ku bibim femînîst. Min bixwe biryara vê çalakiya xwe da. Min hemû tişt di mejiyê xwe de ava kir, kit bi kit hûnand û min dûre dest bi vê grevê kir. Di warê rihê de ez hîna jî xwe pir baş hîs dikim. Her çiqas fîzîkiya min, min bide zorê jî, mejiyê min moralê dide min. Min biryara xwe bi xwe da. Hatina we ya gel hev pir bi nirxe. Têkoşîna jinê pir bi nirxe. Jinên hatin serdana min yek bi yek moral û coş dan min. Ji ber vê em dibêjin ku ger jinek rastî tundiyê bê, hemû jinên din jî rastî tundiyê tên. Em gelek nêzî serkeftinê ne. Ez xwe pir bi şans hîs dikim ku rêheval û hevalê we jina me. Ez hêvî dikim ku di 8’ê Adarê sala bê de, emê hemû bi hevre vê rojê pîroz bikin. Başe ku hûn hene jinên hêja û ez jî heval û rêhevalê we me. Bimînin xêr û xweşiyê de.”
 
Piştî peyama Guven qediya, jinan bi berzkirina dirûşmeyan bersiv dan Leyla Guven.
 
Dûre, hûnermanda Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) Rûken Yilmaz derket ser dike û mîtîng bi gerandina guven re bi dawî bû. 
 

Sernavên din

04/03/2019
15:45 Xelata Aştî û Demokrasiyê dan Onur Hamzaoglu
15:14 Sîsê Bingol wê îro tahliye bibe
15:05 Netew û baweriyên cuda dê der barê Erdogan de giliyê sûc bikin
15:02 Meclîsa ÎSÎG: Di meha Sibatê de herî kêm 125 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:54 24 saziyan bang li hikûmetê kir: Ji bo daxwazên çalakgerên grevê gavan bavêjin
14:53 HDP’ê li Mûgla û 4 navçeyên Manîsa namzetên xwe paşve kişandin
14:01 Temellî bersîv da Erdogan: Em li vir in di 31'ê Adarê de emê biçin ser sindoqan
14:00 Cezayê ‘Çerxa Şoreşê’ dan û xwestin xwendekar 'Sirûda Îstîklalê' bi destan binivîsîne
13:55 TJA: Berxwedana li dijî tecrîdê bi zextan dê neyê bêdeng kirin
13:42 Jinan xwest Wezareta Jinan bê avakirin
13:22 Oluç: Erdogan dabeşiyê dike û Soylu jî xwe diteqîne
13:20 Girtiyên di greva birçîbûnê de hatin derpkirin
12:23 Ev wêneyê xizmeta Qeyûma Qoserê ye
11:22 Ekîba NRT û gelek endamên Nifşê Nû hatin binçavkirin
10:18 Namzetên HDP'ê li Mêrdîn, Mêrsîn û Hatayê lez dan xebatên xwe
09:31 Girtiyê hat berdan: Çalakger dixwazin gel dengê wan bilind bikin
09:12 Parlamenter Dag: Leyla Guven bû şewq em ê jî bibin şemal
09:12 Esnafên bazarê bersiva Erdogan dan: Ji bo hilbijartinê me dike terorîst
09:09 Dixwazin bi Santrala Enerjiya Biyokutle Çemê Asî tune bikin
09:09 'Em ê di 8'ê Adarê de deng bidin dengê Leylayê'
09:08 ‘Bêdeng nemînin û li ber xwe bidin'
09:06 Bozan a 79 roj di grevê de ye: Bedena me dihele, xwedî li çalakiyê derkevin
09:06 Yaşaer ê bavê wî di hepsê de 36 roj in di grevê de ye
09:05 'Ez ê 8'ê Adarê bi xebitandinê pêşwazî bikim'
09:04 ‘Bi mehan e em nikarin sebzeyan bikirin'
09:04 Ûzûnok: Li Îzmîrê me hefteya jinan îlan kir
09:03 ‘Li Girtîgeha Kiriklarê pêkanîn û cezayên kêfî hene’
09:00 ROJEVA 04'Ê ADARÊ
08:56 Suleyman Soylu dîsa HDP'ê reş kir û hedef nîşan da
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 117'emîn de ye
03/03/2019
21:12 Senem Çakas bû namzeta hevşaredariya Çewligê
21:03 Sakik û Genç bi ciwanan re civiyan
20:42 5 endamên HDP'ê yên di greva birçîbûnê de hatin binçavkirin
19:20 Polîsan bi boneya greva birçîbûnê bi ser avahiya HDP'a Amedê de girt
17:38 Ji Antalya heta Qersê xebatên hilbijartinê didomin
17:16 Guven peyama 8’ê Adarê da: 8’ê Adarê dê bibe roja mizgîniya azadiyê
16:56 Temellî: Îdir duh û îro ya me bû û sibê jî ya me ye
16:04 Wesayîta Bûldan dema xirab bû, HDP’iyan bi zarokan re guloka berfê lîstin
15:29 Cezayê akademîsyena aştiyê Ustel hat erêkirin
14:59 Hunermend Çat û Arzû Leyla Guven ziyaret kirin
14:58 Buldan bersiv da Erdogan: Ne hedê we ye me ji vir derxin
14:57 Jinên TMMOB’î banga tevlîbûna mîtîngê kirin
14:32 Li Stenbolê êrîşê buroya hilbijartinê ya HDP’ê kirin
14:05 Parlamenter Dersim Dag û 5 HDP'iyan dest bi greva birçîbûnê kirin
13:59 Temellî li Tozan axivî: Ev der welatê me ye
13:44 Li herêma Serhedê rêya 441 gundan hat girtin
13:42 Li Stenbolê jin diherikin Bakirkoyê
13:19 Derbarê Serokê Nifşê Nû de biryara girtinê hat dayîn
13:10 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlû dest bi greva birçîbûnê kir
11:42 Sakik: Li Mûşê hemû partî li dijî HDP'ê bûn yek
11:42 Li Beyogluyê şewat: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
11:29 Namzetên HDP’ê rastî eleqeyek mezın tên
11:13 ‘Xebatên ji bo jinan wê ji cîhanê re bibe mînak'
11:11 Endama TTB’ê Gungor: Hikumeta mecbure ku bersiv bide grevên birçîbûnê
09:43 Berxwedana Leyla Guven di roja 116'mîn de didome
09:13 Jinên ji bo Guvenê îmze danîn bin kampanyayê: Divê em daxwaza Leylayê li her derî bilêv bikin
09:10 Tu dibê qey hîn jî komareke cihê ye
09:06 Temellî: Em dixwazin Qersê bikin bajarekî mînak
09:04 Işik: Tecrîd ji Qesrê tê birêvebirin
09:02 Şadiye Manap a 27 sal in girtiye û di greva birçîbûnê de ye: Jiyan ji bo armancên biqîmet tê fedakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2019'AN
02/03/2019
19:38 Temellî: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bi dawî bibe
19:15 'Em ê di 31'ê Adarê de Erdogan û partiya wî bişînin ser sergoyê dîrokê'
18:53 'Wê gel guh nede qeyûman'
17:27 Nora Cortinas: Wêneyê windayên Amed û Arjantinê dişibin hev
17:25 Namzetên Hevşaredariyên HDP’ê kolan bi kolan xebitîn
16:27 Ji bo Leyla Guven nepox firandin
16:23 Temellî bang li Erdogan kir: Emrê te yê teqawîtiye hatiye
16:10 Jinên Amedî berxwedan Guven silav kirin
15:52 Bûldan: Derewê wan dê di 31’ê Adarê de li rûyê wan bikeve
15:40 Li 3 navendan bal kişandin ser girtiyên nexweş
15:13 Parlamenter li Parlamentoya Swêdê ketin grevê
14:52 Jinên Dersîmî bernameya 8'ê Adarê aşkere kirin
14:48 Kerestecîoglu: Em dixwazin pêşiya siyaseta demokratîk vekin
14:32 'Dayika min 7 salan li ber derî rûnişt'
14:12 Polîsên Alman Mustafa Tuzak bi lêdanê binçav kirin
13:59 Li Colemêrgê banga tevlîbûnê 8 Adarê: Hatina biharê em bi hevre pîroz bikin
13:25 Bûldan li Sîlopiye: Gel HDP’ê hembêz kir
12:18 Serokê Şaxa ZMO: Divê dewlet polîtîka çandiniyê rast bike
11:55 Li Stenbolê şahiya 8’ê Adarê: Em îro Leyla Guvenin
11:33 QSD'ê li Baxozê di 20 rojan de 9 hezar DAIŞ û sivîl tehliye kir
11:10 Serlêdana malbatê ya Îmraliyê red kirin
11:10 Li Tekmanê 5 kes hatin girtin
10:52 Gelê Cizîrê rengê vîna xwe diyar kir
10:37 Bi hinceta 'Nêzî avahiya AKP'ê ye' destûr nedan HDP buro veke
10:06 'Ji bo Heskîf neyê ji bîr kirin têkoşînê bidome'
09:56 Berxwedana Leyla Guven di roja 115'mîn de didome
09:55 Jinên Edeneyî: Di 8’ê Adarê de em daxwazên Guven biqîrîn
09:54 Ewil rojnameger binçavkirin piştre dîmenê wî desteserkirin
09:15 Du dayik, du destên aştiyê û du lêgerîn
09:14 Dîcle: Feraseta dewletê neguherî, lê ji bo kurdan gelek tişt guherîn
09:13 Li Meclîsê, ji xeynî tirkî wê kartvîzîtên bi zimanê din bi heq bên çapkirin
09:11 Hîn jî kesên alayên HDP'ê rakirin nehatine dîtin!
09:10 Rapora Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê: Ewlehiya girtiyan di rewşeke xeter de ye
09:09 Li Qersê, hesabê 'tifaqa cumhûr' li hev dernayê
09:09 'Ji bo em bibin dengê Leylayê em ber bi Bakirkoyê ve biherikin'
09:08 Bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma, CÎMER'ê got 'hewce nake hûn ev qasî mezin bikin'
09:07 11 sivîlên ji Efrînê wê bi îdiaya 'xirabkirina yekîtiya welat' bên darizandin
09:07 Qeyûm hat, tiryakêş li holê man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2019'AN