ŞÎRNEX - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a ji bo xebatên hilbijartinê dema diçû navçeya Elkê, wesayîta lê siwar bibû xerab bû. HDP’iyan ji ber vê ji wesayîtên xwe peya bûn û bi zarokan re guloka berfê lîstin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, geşta xwe ya xebatên hilbijartinê ya Botanê berdewam dike. Wesayîta Bûldan, li ser rêya navçeya Elbakê ya Şirnexê ji ber berfa zêde xerab bû. Endamên partiyê li ser vê yekê, li gundê Yekmal a Qilabanê ji wesayîtên xwe peya bûn û bi zarokan re guloka berfê lîstin.