STENBOL - Dadgeha Îstînafê cezayê salek û 3 meh li Prof. Dr. Zubeyde Fusun Ustel a belavoka aştiyê ya "Em ê nebin şîrîkê vî sûcî" îmze kiribû hat birîn erê kir.
Prof. Dr. Zubeyde Fusun Ustel a belavoka aştiyê ya "Em ê nebin şîrîkê vî sûcî" bi akademîsyenan re îmze kiribû li 32'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dihat darizandin. Di 4'ê Nîsana 2018'an de dadgehê salek û 3 meh cezayê hepsê li Ustel birî û ji bo erêkirina ceza dosyeyê şand 3'yemîn Daîreya Cezayê Dadgeha Edliyê ya Hêrêma Stenbolê (Dadgeha Îstînafê). Cezayê Ustel ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve bi pirrjimariya dengan hat erêkirin. Bi îdaya "Propaganda rêxistinê" ceza li Ustel hatibû birîn. Balkêş e ku Dadgeha Îstînafê ewil cezayê Ustel erê kir.