MÛŞ – Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik diyar kir ku li Mûşê hemû partiyên din li dijî HDP'ê bûne yek.
Namzetê HDP'ê ya Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik anî ziman ku li Mûşê partiyên siyasî yên din hemû li dijî HDP'ê bûne yek û ewil MHP'ê û pişt re jî Partiya ÎYÎ namzetê xwe paş ve kişandine. Sakik di hesabê xwe yê twîtterê de vê twîtê parve kir: "Hemû partî li dijî HDP'ê bûne yek. Ewil namzetê MHP'ê û pişt re jî Partiya Îyî namzetê xwe vekişand. Niha jî CHP'ê lîjneyên sindokan ku lîsteya AKP'ê da pêşkêş kir. Bi piraniya wezîfedarên di lîsteyê de xizmên serok şaredarê AKP'ê yê heyî ne. Tevî hemû hişyariyên me jî rêveberiya rêxistina CHP'ê tu gavan neavêt. Li Mûşê îtîfaqa we ya Cumhur û Millet bi xêr be Birêz Kiliçdaroglu û CHP. Di 31'ê Adarê de wê tu tiştek neguhere dê hemû îtîfaqa we ya qirêj winda bike."