‘Xebatên ji bo jinan wê ji cîhanê re bibe mînak'

  • jin
  • 11:13 3 Adar 2019
  • |
img

AMED - Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP'ê Hediye Karaaslan a ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar e diyar kir ku wek mîna beriya qeyûman dê piştî 31'ê Adarê jî dê bi pêkanînên polîtîkayên jinan ku ji cîhanê re bibin mînak pêk bînin. 

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya hilbijartina xwecihî 31'ê Adarê "Beyannameya Hilbijartinê ya Jinan" di 10'ê Sibatê de li Amedê ji raya giştî eşkere kiribû. Di beyannameyê de ekolojî, azadiya jinê û pergala hevserokatiyê hatibû destnîşankirin. Yek ji pêkhateyên HDP'ê, Partiya Herêmên Demokratîk e (DBP). Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP'ê Hediye Karaaslan a ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar e der barê beyannameya jinan de axivî. 
 
Karaslan anî ziman ku navendên şêwirdariya jinan, malên starê, xetên Alo Şidet, navendên îstîxdama jinan, koperatîfên jinan, bazarên jinan ên semtan, marketên mor ên aîdî jinan, bostanên bajêr, şevînên xwendekarên keç û kereş ên ku di beyannameyê de cih digirin dê ji bo pêdiviyên jinan hildin siyaseta navendî û dê van xebatên xwe ji cîhanê re bikin mînak.  
 
'DAÎREYÊN POLÎTÎKAYÊN JINAN LI TIRKIYEYÊ YEKEM BÛ'
 
Karaaslan da zanîn ku li dijî polîtîkayên zayendperest û bavisalar ên qeyûman ji bo jin li her qadên jiyanê cih bigirin têdikoşin û got: "Em ê di demek nêz de şaredariyên xwe dîsa bi dest bixin. Em ê polîtîkayên jinan li cihê lê mane berdewam bikin. Em ê bi rêgeza temsîliyeta wekhev xebatên birêve bibin. Beriya qeyûm bên tayînkirin li hemû şaredariyên me navendên jinan û Daîreya Serokatiya Polîtîkayên Jinan hebûn û ev li Tirkiyeyê yekemîn bû. Di her warî de sazî û piştevaniya ji bo jinan hat li pêşxistin. Pirsgirêkên li bajaran herî zêde jinan eleqedar dikin. Ji ber vê yekê jî ya herî sirûştî ew e ku jin bi nêrîna xwe xebatên xwe li pêş bixin.i" 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞIDETA JINAN 
 
Karaaslan destnîşan kir ku ji xebatên yek jê jî têkoşîna li dijî şideta li jinê tê kirin û wiha got: "Têkoşîna li dijî şidetê di heman demê de tê wateya têkoşîna li dijî şideta dewlet û îktîdar diafirîne jî. Em di têkoşîna li dijî şidetê de cudahiyê diafirînin û hişmendiya civakî li pêş dixin. Me li dijî şidetê û êrîşên li ser jinê li 4 şaredariyên xwe Malên Jinan ên Jiyanê ava kiribû û xwe li vir di ewlehiyê de hîs dikirin." 
 
XETÊN ALO ŞIDET 
 
Karaaslan anî ziman ku di serdema şaredariyên wan de ji bo şideta li dijî jinan xeta telefonê Alo Şidetê li Amed û Wanê ava kiribûn û ew ê hemû van mînakên wiha di dema bê de jî zêde bikin û xebatên xwe berifirehtir bikin. Karaaslan da zanîn ku yek ji xalên herî girîng a beyannameyê jî aboriya jinê ye û got: "Em di vê mijarê de xwedî tecrûbeyek girîng in. Em ê di serdema bê de jî girîngiyek mezin bidin aboriya jinan. Armanca têkoşîna me ew e jinan ji nû ve bi aboriyê, civakê û xwezayê re bîne gel hev." 
 
MAFÊ TENDURISTIYÊ 
 
Karaaslan anî ziman ku ji bo mafê tenduristiyê jî rêgezên beyannameya wan e û got: "Sedemên herî mezin ê xerakirina tenduristiyê şer, zext, talan û mêtingeriye. Bingehên sereke ne. Em ê şertên xwegihandina tenduristiyê li pêş bixin û tenduristiyek bêpere, bi zimanê dayikê û qalîte ava bikin û jinan ji bo tenduristiyê arasteyî navendên tenduristiyê bikin. Her wiha em ê li taxan li dijî bikaranîna tiryakê jî têkoşînê birêve bibin." 
 
XIZMETA BI ZIMANÊ DAYIKÊ 
 
Karaaslan diyar kir ku yek ji rêgez û xalên herî girîng jî ya beyanname û şaredariyên wan ew e xizmeta bi zimanê dayikê û pirr zimaniye û got: "Em ê li dijî yek zimaniyê têbikoşin û li dijî asîmilasyonê derkevin. Çawa me serdema beriya xizmetek pirr bi zimanî dida gel em ê niha jî vê rêgezê biparêz in. Em ê girîngiyê bidin zimanên din netewên din jî. Em ê mafê perwerdehiya zarok û xwendekaran a bi zimanê zikmakî bixin xizmetê. Wê bêtirîn xizmeta me pirr rengîn û pirr zimanî be."
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

07/03/2019
08:22 Berxwedana Leyla Guven di roja 120'emîn de ye
06/03/2019
21:19 Li Stenbolê di 6 salan de Hezar û 154 karkeran jiyana xwe ji dest dan
21:02 Partiya Pêşeroja Sûriye: Çareseriya aloziya Sûriyê bi derketina dagirkeran pêkan e
20:37 QSD`ê jineke û 14 zarokên êzidî rizgar kir
20:31 Li Qoserê 7 zarok binçav kirin
20:18 Xebatên hilbijartinê ya HDP’ê yên li Amedê dewam dikin
20:14 Komîteya Jineolojiyê yekemîn Navenda Jinelojiyê vekirin
20:04 Temellî: Bela xwe di miriyan dide, ev çawa dijminantî ye
19:47 Xizmên girtiyên çalakger; ÎHD, TTB, TÎHV û Konsolosxaneya Fransa ziyaret kir
17:26 Turk bersîv da Erdogan: Xwediyê vê axê yê esil em in
17:17 Buldan: Bila werin biryardariya gelê Wanê bibînin
16:46 Jin li Foruma Amed Jin gihiştin hev
16:28 Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Pasûrê bû Fatîh Taş
16:25 Temellî: Xwenenasan peykerê Ehmedê Xanî hilweşandin
16:21 Oluç: Kî li dijî bloka faşîst a AKP-MHP'ê be emê deng bidin wan
16:18 Endama Meclîsa HDP’ê Yerlîkaya hat binçavkirin
15:38 Dozger dê ji bo fîkandina kurdî mutala amade bike
15:27 Jinan di çalakiyên 8’ê Adarê de bal kişandin ser rewşa Leyla Guven
15:15 Turkdogan: Divê bi lez erka Erdogan a darazê bê sînorkirin
14:58 Buldan li Erdîşê got: Tu kabîneya xwe jî bişînî Wan û Erdîşê nastînî
14:30 Temellî li Tetwanê xîtabî gel kir: Em kurd in, tirk in, ermenî ne
14:23 Ji Jinan Greva 8'ê Adarê: Jin rawestin jiyan radiweste
13:56 Komîsyona Jinan a TGS'ê: Em bi hev re bi hêz in
13:46 Rapora Keda Jinê: Hejmara jinên bêkar gehişt ji sedî 15’an
13:23 Ji Egîtîm Senê Sempozyuma Sendîkayî ya Maf û Azadiyan a Navnetewî
13:11 Malbatên girtiyan: Gardiyanên 'Robokop' girtî derb kirin
12:25 Ji Fransayê çû ewil tev li El Nusra bû û pişt re jî tev li DAIŞ'ê bû
12:09 Gunay: Bi tecrîdê pêşeroja Tirkiye reş dikin
11:54 Serlêdana parêzerên Ocalan a cara 795’emîn hat redkirin
11:52 Li Umraniyê jinek hat kuştin
11:46 Midûrê Perwerdê ya Neteweyî yê Amedê ji peywirê hat girtin
11:07 DAIŞ'iyên Tirkiyeyî axivîn: Cemaetên li Tirkiyeyê em şandin
10:48 Ji orkestraya 'netewî' ya MA Muzîkê provaya Newrozê
10:27 Namzeta endama Meclîsê ya HDP’ê hat binçavkirin
10:22 Ciwanan bi pankartên daliqandin, piştgirî dan grevên birçîbûnê
10:20 Yekitiya Hezên Şoreşger li Dersîmê buroya jinan vekir
10:19 'Divê em bi biryardariya Leylayê têbikoşin'
10:12 Bi nivîsên li ser dîwaran piştgirî dan grevên birçîbûnê
10:02 Esnafên Amedî: Emê dikanan bigirin û biçin mala xwe
09:50 Binpêkirinên mafên girtiyên sewqî Mereşê hatin kirin, didomin
09:41 Rojnameger Semra Turan hat binçavkirin
09:24 Onderê 71 roj in di greva birçîbûnê de ye: Gelê me dikar çalakiyên ku derfeta me ji bo wan têr nake pêk bîne
09:22 Li Dîlokê, pîşesaz ji dêvla mewdûatê pereyê xwe ji bo faîzê radizînin
09:19 Dirûşmeya KESK'ê ya 8'ê Adarê: Têkoşîna hevpar
09:18 ‘Em ê li Mûglayê faşîzma AKP-MHP'ê birûxînin'
09:16 Yek ji fîlmên dê li mîhrîcanê bê nîşandan: Rojek ji Rêzê
09:10 Mîhrîcana Fîlmmor dest pê dike: Armanc em xwe bigihînin hemû jinên tên tecrîdkirin
09:09 Barka: Fabrîkaya zirincê 219 qat radyasyonê belav dike
09:05 Jinan ji bo meşa 8'ê Adarê bang kir
09:03 Welatiyên suryanî, elewî û laz: Bexwedana wan berxwedana me ye
09:02 ‘Eger dewlet xwe li bêdengiyê deyne jî, divê mirov bêdeng nemînin'
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2019'AN
05/03/2019
19:50 Du hezar DAIŞ‘î teslîmî QSD'ê bûn
19:30 Ji bo Leyla Guven kampanya
17:20 Başaran: Meqamên vî welatî bi rêve dibin divê demildest vê rewşa vahîm bibînin
17:02 Bûldan: Piştî 31’ê Adarê dê HDP Westanê bi rêve bibe
16:12 Di ‘Doza Parêzeran a KCK’ê de’ biryara bi darê zorê anînê
15:43 Li Girtîgeha Manîsa ji bo 4 girtiyan cezayê hucrê hat dayîn
15:38 Girtiyên Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê: Heta tecrîd bidome tekoşînê jî bidome
15:03 Namzetê HDP'ê Yûsûf Bozkûş esnaf ziyaret kirin
14:59 Guven doktorê Wezareta Tenduristiyê red kir
14:51 Temellî: Agirî li ser Pira Osman Gazî re derbas nabin, lê pere didin
14:49 Jinên Dîlokî: Wisa hat û wisa naçe
Jinên Şirnex û Dêrsimî jî bang kirin
14:22 Dadgehê salek û şeş meh ceza li Parlamentera HDP'ê Îrmez birî
13:52 Bûldan: Elbakê tim bi dengek bilind xwedî partiya xwe derketiye
13:44 Eskeran bi ser gundekî Mûşê de girtin û 26 kes binçav kirin
13:33 Hevserokê HDP'ê yê Semsûrê: Divê her kes li dijî tecrîdê xwedî gotinek be
12:48 Wêneyê Kuzu yê AKP'î bi baronê tiryakêş re kişandiye hat dîtin
12:07 Di sibatê de 46 rojnameger hatin darizandin
11:27 Ger malbat serledan nekin dê 233 cenazeyan li gorên bêkesan defin bikin
11:21 Parêzerên Ocalan cara 795'emîn serlêdan kirin
11:03 Qutiya avbacanê ya dîtin di destê wan de teqiya
10:52 Dayik Yuksel Koç: Tecrîd rabe wê hesreta min a 30 salan jî rabe
10:37 Rojnamegerê girtî Yilmaz: Tundî, tacîz û tehrîk bi dawî nabin
10:16 ‘Heta em bi ser bikevin çalakiya me wê bidome'
10:15 Girtiyê 80 roj in di grevê de xistin hucreya yek kesî
09:38 Hejmara duyemîn a kovara muzîkê Ziryab derket
09:09 2’yemîn Rojên Muzîkê ya MA Muzîkê dest pê kir
09:09 Bûldan: Baweriya di 31'ê Adarê de hin tişt biguherin zêde ye
09:09 'Ger kesek hebe û divê vî welatî biterikîne, ew jî Erdogan e'
09:08 Di 2 hefteyan da 5 caran êrîşî HDP'a Keçîorenê kirin
09:08 Çerkezoglû: Îktîdara heyî nikare krîzê çareser bike
09:07 Wê di 8'ê Adarê de tenê fîlmên derhênerên jin bên nîşandan
09:06 Girtiyê 80 roj in di grevê de: Em ê heta dawî li ber xwe bidin
09:06 Waniyen bersiva Erdogan da: Kî kê dişîne kuderê
09:06 Di 3 mehan de polîs bênavber davêjin ser mala wan!
09:05 Namzetên Gimgimê: Em ê bi gel re şaredariyê bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2019'AN
08:58 Li Sîlopiyê eskerek bi guman mir
08:19 Berxwedana Leyla Guven di roja 118'emîn de ye
04/03/2019
20:40 Li Colemêrgê qedexeya derketina derve
20:10 Xebatên HDP'ê yên ji bo 31'ê Adarê bênavber didomin
18:27 Sîse Bîngol tahliye bû
17:37 QSD û YPJ'ê ala xwe li ser girê Baxozê daçikand
16:53 Ahmet Turk got, Soylû bêrûmet tevdigere
16:52 Îdanameya Parka Geziyê hat qebûlkirin
16:52 Endama Plaza de Mayo, Cortinas: Bila hikûmet û NY Bi lez gavan bavêjin
16:21 Buldan: Me li her devera vî welatî kok daye
16:06 Parlamentera HDP'ê Surucu bang li Wezîrê Dadê kir: Zagonên xwe pêk bînin
15:52 Dag a HDP’î ji Soylu re got: Berxwedana me dewam dike