AMED - Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir, di roja 116'emîn berdewam dike. Jinan, ji bo ku Leyla bijî dest bi kompanyeya îmzeyan kirin û Înîsiyatîfa Deng Bidin Leylayê” avakirin.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir, di roja 116'emîn de, berdewam dike. Guven, dema di 8'ê Mijdara 2018'an de bi rêya SEGBîS'ê beşdarî danişînê bû, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îlan kir ku heta tecrid bi dawî nebe, dest ji çalakiya xwe bernade. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir, di 12'ê Çile de Mehmet Ocalan şandin Îmraliyê û tenê 15 deqîqe hevdîtin hatkirin.
Guven, polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî Ocalan rexne kir û derbarê hevdîtina hat kirin de, diyar kir ku bi dîtina 15 deqîqeyan tecrîd naşike û çalakiya xwe berdewam kir. Piştî Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25'ê Çile de Guven hat berdan û li malê çalakiya xwe ya grevê birçîbûnê berdewam kir. Guven, piştî hat berdan jî, diyar kir ku heta daxwaza wê ya rakirina tecrîdê bi temamî pêk neyê, dê çalakiya xwe berdewam bike û ev 116 rojin bi biryardarî li ber xwe dide.
BERXWEDANA NASIR DI ROJA 103'YAN DE YE
Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 103'emîn de berdewam dike. Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 77'emîn de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 78'emîn de berdewam dike. Di 1'ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehên herêm û Tirkiyeyê, girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.
Li aliyê din serdanên partî, komele, sazî û dezgehên civaka sivîl û demokratîk ên ji bo Leyla Guven berdewam dikin. Jin û dayîkên ku dem bi dem çûn serdana Guven, ji bo ku Guven bijî û tecrîd bê rakirin dest bi kompanyeya îmzeyan kirin û Înîsiyatîfa Deng Bidin Leylayê” avakirin.