Temellî: Em dixwazin Qersê bikin bajarekî mînak

img
QERS – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku Qers di warê dîrokî û çandî de bajarekî dewlemend e, lê mixabin niha bi herî, kort û çopê tê bilêvkirin. Temellî, anî ziman ku ew dixwazin Qersê veguherînin bajarekî mînak. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hat Qersê. Temellî, der barê girîngiya hilbijartina 31'ê Adarê û girîngiya wê ya ji bo Qersê, li Qersê rewşa partiyên din de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
Temellî, diyar kir ku ji 7'ê Hezîranê heta niha HDP, li hemberî îktîdarê bi siyaseteke alternatîf tev digere û got: "Tevî hemû zext û zoriyan jî li ser piya ye. Bedêl dan, lê niha hîn xurtir e. Em bawer dikin ku wê li Tirkiyeyê têkoşîna ji bo aştî û demokrasiyê bilindtir bibe. Ji ber vê me starta hilbijartinê hem li Qersê hem jî lI Cizîrê da." 
 
HERÎ, ÇOP Û KORT Û KONCAL
 
Temellî, destnîşan kir ku niha Qers bi herî, çop û kort û koncalan tê bilêvkirin û got: "Di warê çandî û dîrokî de ev qasî dewlemend e, lê bi feraseteke wiha tê birêvebirin. Rê xirabe ne, çop nayên komkirin, her der herî û koncal in. Pirsgirêka avniyê heye. Bi vî awayî ji nasnameya xwe ya dîrokî û çandî dûr ketiye. Meseleya herî û çopan girîng e, lê Qers ji nasnameya xwe dûr ketiye. Li vir pirsgirêkên aborî hene û di vî warî de siyaseteke berovajî, netewperest heke ku li tevahiya bajaran belav bûye û bajar texrîb kirine. Ji van bajaran yek jê jî Qers e. Divê ev dîmen biguhere." 
 
‘EM TALIBÊ QERSÊ NE' 
 
Temellî, destnîşan kir ku dîmena heyî li Qersê nayê û divê demildest biguhere û ji bo vê ew talibê Qersê ne û got: "Li holê kavilbûyîne heye û ev tenê bi feraseta rêveberiyeke herêmî ya civakiyî dê bê çareserkirin. Rêveberiyên klasîk dê nikaribin van pirsgirêkan çareser bikin. Jixwe li Tirkiyeyê mînakên bi vî rengî pir in. Tiştên hatine serê Qersê, hatine serê gelek bajaranç Feraseta betonkirinê, feraseta dewlemdnkirina mutahîdan, feraseta berberîkirinê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Di vî warî de Qers jî nesîbê xwe girtiye. Ayhan Bîlgen, bi awayekî zêde li ser vê yekê hûr dibe. Birastî jî lêhûrbûneke muazzam e. Hêvîdar im wê tevî Şevîn Alaca wê her du hevşaredarên me û meclîsa şaredariyê û gelê me bi hev re ji derheqê vê enqazê derkevin." 
 
Temellî, bal kişand ser rewşa aborî ya bajêr jî û destnîşan kir ku divê li dijî tunekirina çandinî û sewalvaniyê gavine mezin bên avêtin û wê ev gav hem bi kêrî aboriya Tirkiyeyê hem jî bi kêrî ya bajêr bê. Temellî got: "Li Qersê aborî rûxiyaye. Bi vê re bajar jî rûxiyaye." Temellî, anî ziman ku AKP'ê li Tirkiyeyê çandinî û sewalvanî qedandiye û got: "Li Qersê, darbeyeke mezin li sewalvaniyê xistine. Ev tenê ne di warê pez di warê dewaran de jî wisa ye. Niha ji ber polîtîkayên sewalvaniyê li Dîgorê pez nemaye. Ji ber vê mirov terka dîgorê dikin û ji bo xebatê diçin Qersê an jî bajarên din. Heman rewş ji bo Qersê jî derbasdar e. Sewalvanî nemaye. Ev tesîrê li tevahiya aboriyê dike." 
 
‘EM DIXWAZIN BIKIN BAJAREKÎ MÎNAK' 
 
Temellî, anî ziman ku ew dixwazin rê li ber rewşa heyî bigirin û Qersê veguherînin bajarekî mînak. Temellî got: "Bi taybetî jî em dixwazin bi kooperatîfan bajarekî mînak ava bikin." Temellî, diyar kir ku wê bi vê ferasetê aboriya Qersê û siyaseta Qersê xurt bibe. 
 
Her wiha Temellî, bal kişand ser xebatên hilbijartinê yên li bajêr jî û destnîşan kir ku ew du rojan li bajêr geriyane û gelek eleqeyeke zêde nîşanî partiya wan dide. Temellî got: "Kampanyaya me ya hilbijartinê mehek e û ev her dur roj, rojên ewil ên kampanyayê bûn. Coşeke mezin heye. Yanî gel bi biryar e. Yanî dibêje 'Em bi biryar in, em dixwazin vîna me bibe îktîdar.' Ev ji bo herkesî dibe cihê hêviyê. Herkes moralê hevdu xurt dike. Gelê Qersê dibêje 'Niha dema HDP'ê ye.' Bi vî awayî têkoşîna me esas digire." 
 
Temellî, bilêv kir ku gelê Qersê namzetên xwe diyar kirin û ji niha û pê ve tiştê mayî jî dikeve ser milê wan û got: "Me Ayhan Bîlgen ji Enqereyê neşand Qersê. Qersî hatin wî ji Enqereyê birin. Pêdiviya Qersiyan bi kesekî ku pirsgirêkên wan çareser bike hebû. Ev yek di Ayhan Bîlgen de dîtin. Ev ji bo me jî cihê rûmetê ye. Êdî tenê ne li hin cihan, li tevahiya Tirkiyeyê HDP, dibe cihê alternatîfan. Çimkî em ji binî ve lê dikin. Jixwe demokrasiya radîkal ev bixwe ye. Em ji taxan, kuçeyan kargehan destpê dikin û bi vî awayî siyaseta xwe dikin. Di warê siyasetê de tecrûbeyên gelê Qersê hene. Niha dibêje 'Dema HDP'ê ye.' Bi vî awayî HDP'ê wekî alternatîfekê dibîne."
 
Herî dawî Temellî, destnîşan kir ku di warê rêveberiyên herêmî de xwedî pratîkeke girîng in û ew dixwazin bi vî awayî tevahiya Tirkiyeyê biguherînin. 
 
MA / Yasin Kobulan – Ayşe Surme
 
 

Sernavên din

07/03/2019
08:22 Berxwedana Leyla Guven di roja 120'emîn de ye
06/03/2019
21:19 Li Stenbolê di 6 salan de Hezar û 154 karkeran jiyana xwe ji dest dan
21:02 Partiya Pêşeroja Sûriye: Çareseriya aloziya Sûriyê bi derketina dagirkeran pêkan e
20:37 QSD`ê jineke û 14 zarokên êzidî rizgar kir
20:31 Li Qoserê 7 zarok binçav kirin
20:18 Xebatên hilbijartinê ya HDP’ê yên li Amedê dewam dikin
20:14 Komîteya Jineolojiyê yekemîn Navenda Jinelojiyê vekirin
20:04 Temellî: Bela xwe di miriyan dide, ev çawa dijminantî ye
19:47 Xizmên girtiyên çalakger; ÎHD, TTB, TÎHV û Konsolosxaneya Fransa ziyaret kir
17:26 Turk bersîv da Erdogan: Xwediyê vê axê yê esil em in
17:17 Buldan: Bila werin biryardariya gelê Wanê bibînin
16:46 Jin li Foruma Amed Jin gihiştin hev
16:28 Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Pasûrê bû Fatîh Taş
16:25 Temellî: Xwenenasan peykerê Ehmedê Xanî hilweşandin
16:21 Oluç: Kî li dijî bloka faşîst a AKP-MHP'ê be emê deng bidin wan
16:18 Endama Meclîsa HDP’ê Yerlîkaya hat binçavkirin
15:38 Dozger dê ji bo fîkandina kurdî mutala amade bike
15:27 Jinan di çalakiyên 8’ê Adarê de bal kişandin ser rewşa Leyla Guven
15:15 Turkdogan: Divê bi lez erka Erdogan a darazê bê sînorkirin
14:58 Buldan li Erdîşê got: Tu kabîneya xwe jî bişînî Wan û Erdîşê nastînî
14:30 Temellî li Tetwanê xîtabî gel kir: Em kurd in, tirk in, ermenî ne
14:23 Ji Jinan Greva 8'ê Adarê: Jin rawestin jiyan radiweste
13:56 Komîsyona Jinan a TGS'ê: Em bi hev re bi hêz in
13:46 Rapora Keda Jinê: Hejmara jinên bêkar gehişt ji sedî 15’an
13:23 Ji Egîtîm Senê Sempozyuma Sendîkayî ya Maf û Azadiyan a Navnetewî
13:11 Malbatên girtiyan: Gardiyanên 'Robokop' girtî derb kirin
12:25 Ji Fransayê çû ewil tev li El Nusra bû û pişt re jî tev li DAIŞ'ê bû
12:09 Gunay: Bi tecrîdê pêşeroja Tirkiye reş dikin
11:54 Serlêdana parêzerên Ocalan a cara 795’emîn hat redkirin
11:52 Li Umraniyê jinek hat kuştin
11:46 Midûrê Perwerdê ya Neteweyî yê Amedê ji peywirê hat girtin
11:07 DAIŞ'iyên Tirkiyeyî axivîn: Cemaetên li Tirkiyeyê em şandin
10:48 Ji orkestraya 'netewî' ya MA Muzîkê provaya Newrozê
10:27 Namzeta endama Meclîsê ya HDP’ê hat binçavkirin
10:22 Ciwanan bi pankartên daliqandin, piştgirî dan grevên birçîbûnê
10:20 Yekitiya Hezên Şoreşger li Dersîmê buroya jinan vekir
10:19 'Divê em bi biryardariya Leylayê têbikoşin'
10:12 Bi nivîsên li ser dîwaran piştgirî dan grevên birçîbûnê
10:02 Esnafên Amedî: Emê dikanan bigirin û biçin mala xwe
09:50 Binpêkirinên mafên girtiyên sewqî Mereşê hatin kirin, didomin
09:41 Rojnameger Semra Turan hat binçavkirin
09:24 Onderê 71 roj in di greva birçîbûnê de ye: Gelê me dikar çalakiyên ku derfeta me ji bo wan têr nake pêk bîne
09:22 Li Dîlokê, pîşesaz ji dêvla mewdûatê pereyê xwe ji bo faîzê radizînin
09:19 Dirûşmeya KESK'ê ya 8'ê Adarê: Têkoşîna hevpar
09:18 ‘Em ê li Mûglayê faşîzma AKP-MHP'ê birûxînin'
09:16 Yek ji fîlmên dê li mîhrîcanê bê nîşandan: Rojek ji Rêzê
09:10 Mîhrîcana Fîlmmor dest pê dike: Armanc em xwe bigihînin hemû jinên tên tecrîdkirin
09:09 Barka: Fabrîkaya zirincê 219 qat radyasyonê belav dike
09:05 Jinan ji bo meşa 8'ê Adarê bang kir
09:03 Welatiyên suryanî, elewî û laz: Bexwedana wan berxwedana me ye
09:02 ‘Eger dewlet xwe li bêdengiyê deyne jî, divê mirov bêdeng nemînin'
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2019'AN
05/03/2019
19:50 Du hezar DAIŞ‘î teslîmî QSD'ê bûn
19:30 Ji bo Leyla Guven kampanya
17:20 Başaran: Meqamên vî welatî bi rêve dibin divê demildest vê rewşa vahîm bibînin
17:02 Bûldan: Piştî 31’ê Adarê dê HDP Westanê bi rêve bibe
16:12 Di ‘Doza Parêzeran a KCK’ê de’ biryara bi darê zorê anînê
15:43 Li Girtîgeha Manîsa ji bo 4 girtiyan cezayê hucrê hat dayîn
15:38 Girtiyên Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê: Heta tecrîd bidome tekoşînê jî bidome
15:03 Namzetê HDP'ê Yûsûf Bozkûş esnaf ziyaret kirin
14:59 Guven doktorê Wezareta Tenduristiyê red kir
14:51 Temellî: Agirî li ser Pira Osman Gazî re derbas nabin, lê pere didin
14:49 Jinên Dîlokî: Wisa hat û wisa naçe
Jinên Şirnex û Dêrsimî jî bang kirin
14:22 Dadgehê salek û şeş meh ceza li Parlamentera HDP'ê Îrmez birî
13:52 Bûldan: Elbakê tim bi dengek bilind xwedî partiya xwe derketiye
13:44 Eskeran bi ser gundekî Mûşê de girtin û 26 kes binçav kirin
13:33 Hevserokê HDP'ê yê Semsûrê: Divê her kes li dijî tecrîdê xwedî gotinek be
12:48 Wêneyê Kuzu yê AKP'î bi baronê tiryakêş re kişandiye hat dîtin
12:07 Di sibatê de 46 rojnameger hatin darizandin
11:27 Ger malbat serledan nekin dê 233 cenazeyan li gorên bêkesan defin bikin
11:21 Parêzerên Ocalan cara 795'emîn serlêdan kirin
11:03 Qutiya avbacanê ya dîtin di destê wan de teqiya
10:52 Dayik Yuksel Koç: Tecrîd rabe wê hesreta min a 30 salan jî rabe
10:37 Rojnamegerê girtî Yilmaz: Tundî, tacîz û tehrîk bi dawî nabin
10:16 ‘Heta em bi ser bikevin çalakiya me wê bidome'
10:15 Girtiyê 80 roj in di grevê de xistin hucreya yek kesî
09:38 Hejmara duyemîn a kovara muzîkê Ziryab derket
09:09 2’yemîn Rojên Muzîkê ya MA Muzîkê dest pê kir
09:09 Bûldan: Baweriya di 31'ê Adarê de hin tişt biguherin zêde ye
09:09 'Ger kesek hebe û divê vî welatî biterikîne, ew jî Erdogan e'
09:08 Di 2 hefteyan da 5 caran êrîşî HDP'a Keçîorenê kirin
09:08 Çerkezoglû: Îktîdara heyî nikare krîzê çareser bike
09:07 Wê di 8'ê Adarê de tenê fîlmên derhênerên jin bên nîşandan
09:06 Girtiyê 80 roj in di grevê de: Em ê heta dawî li ber xwe bidin
09:06 Waniyen bersiva Erdogan da: Kî kê dişîne kuderê
09:06 Di 3 mehan de polîs bênavber davêjin ser mala wan!
09:05 Namzetên Gimgimê: Em ê bi gel re şaredariyê bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2019'AN
08:58 Li Sîlopiyê eskerek bi guman mir
08:19 Berxwedana Leyla Guven di roja 118'emîn de ye
04/03/2019
20:40 Li Colemêrgê qedexeya derketina derve
20:10 Xebatên HDP'ê yên ji bo 31'ê Adarê bênavber didomin
18:27 Sîse Bîngol tahliye bû
17:37 QSD û YPJ'ê ala xwe li ser girê Baxozê daçikand
16:53 Ahmet Turk got, Soylû bêrûmet tevdigere
16:52 Îdanameya Parka Geziyê hat qebûlkirin
16:52 Endama Plaza de Mayo, Cortinas: Bila hikûmet û NY Bi lez gavan bavêjin
16:21 Buldan: Me li her devera vî welatî kok daye
16:06 Parlamentera HDP'ê Surucu bang li Wezîrê Dadê kir: Zagonên xwe pêk bînin
15:52 Dag a HDP’î ji Soylu re got: Berxwedana me dewam dike