STENBOL - Di rûniştina doza der barê rêveberên Televîzyona Hayatin Sesî ya bi îdiaya bi awayekî hem wext propagandaya DAIŞ, TAK û PKK'ê kiriye, heyeta dadgehê ji bo rûniştina bê mutalaa da û dosya ji Serdozgerê Komarê re şand. Televîzyona Hayatin Sesî di çarçoveya biryara KHK'ê de hatibû girtin.
Zextên li ser çapemeniya azad di serdeha hikumeta AKP'ê de derketin asta herî jor. Gelek televîzyonên muxalîf bi hincetên vala hatin girtin. Ji van televîzyonan yek jî Hayatin Sesî bû û bi îdiaya bi awayekî hem wext propagandaya PKK, TAK û DAIŞ'ê kiriye doz li televîzyonê hat vekirin. Doz li 13'emîn dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin.
Di rûniştinê de Midurê Berpirsyarî û Giştî yê Televîzyona Hayatin Sesî Gokhan Çetîn wekî 'bersûc' tê darizandin, bi parêzerê xwe re beşdarî dozê bû. Xwediyê Televîzyona Hayatin Sesî Mustafa Kara û hevparê wî Îsmaîl Gokhan Bayram jî ji ber ku bi xilasbûyî dihatin girtin tev li dozê nebûn.
Midurê televîzyonê Gokhan Çetîn parastin kir û da zanîn ku îdianameya ku der barê Hayatin Sesî de hatiye amadekirin, ji girtinê re hincet hatiye afirandin û dîmenên ku wekî hinceta girtinê dane nîşan jî dîmenên germ û kêliyên destpêka bûyerê ne û beraeta xwe xwest. Parêzera Çetîn Gulşah Kara jî got ku "Ji hevparên şirketê re sûc nayê îsnatkirin" û ev sûcdarî li dijî qanûnê dît û beraeta miwekîlê xwe xwest. Parêzer Devrîm Avci jî destnîşan kir ku barê şidetê li profesyonelên medyayê nayê kirin û wiha got: "Sal hatiye 2017'an em hêj di dadgehan de weşangeriyê nîqaş dikin. Ev rewş di welat de dibe sedema înfîalê."
Piştî parastinan heyeta dadgehê xwest mutalaayê bide rûniştinê û dosya ji Serdozgerê Komarê re şand û doz taloqî 1'ê Adara 2018'an kir.