MÛŞ - Parlementerê HDP'ê yê Mûşê Mensûr Işik, çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê destpêkirin nirxand û got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan, yekser ji Qesrê tê birêvebirin."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 116'an de didome.
Parlementerê HDP'ê yê Mûşê Mensûr Işik, çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guvenê dest pê kirin nirxandin û diyar kir ku beriya her tiştî hevdîtina bi malbat û parêzeran a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mafekî qanûnî ye. Işik, bilêv kir ku loma divê her kes dengê xwe li dengê vê çalakiyê zêde bike.
'DEWLET DIXWAZE ÇALAKIYÊ BIŞIKÎNE'
Işik, bal kişand ser çûyîna Mehmet Ocalan a ji bo Îmraliyê û got: "Dawiya hefteyê xwe digihînin malbatê û dibêjin hûn dikarin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re çêbikin. Ev tê wateya; tecrîda li ser Birêz Ocalan yekser ji aliyê Qesrê ve tê birêvebirin. Kurd û raya giştî, piştî vê hevdîtina 15 deqîqeyan hîn bûn ku Birêz Ocalan sax e. Lê belê Leyla Gven û hevalên me yên din ên ketin greva birçîbûnê gotin 'Hevdîtineke 15 deqîqeyî nayê wateya ku tecrîd bi dawî bûye. Divê hevdîtina bi malbat û parêzeran bi awayekî rêk û pêk çêbibe. Heta bi awayekî rêk û pêk çênebe wê çalakiya me dewam bike.' Wexta dewlet ditengije serî li manewrayên cuda dide. Hevdîtina Mehmet Ocalan û berdana Leyla Guven ku bi awayekî bêhiqûqî hatibû girtin, ji bo vê rewşê mînak in. Çawa ku girtiyan Leyla Guven ne biryara darazeke serbixwe be, biryara berdana wê jî ne biryara darazeke serbixwe ye. Hemû biryarên siyasî ne."
Işik, destnîşan kir ku îktîdar bi berdana Leyla Guvenê xwestiye çalakiya greva birçîbûnê pûç bike, lê belê Leyla Guven jî piştî hat berdan çalakiya xwe li malê didomîne û ev yek gavên îktîdarê pûç kiriye.
'WÊ ÇALAKÎ BI SER BIKEVE'
Işik, bilêv kir ku daxwaza çalakgeran daxwazeke ku divê pêk bê û got: "Mafê herî xwezayî yê girtiyan hevdîtina bi malbat û parêzeran re ye. Birêz Ocalan jî ne girtiyekî ji rêzê ye. Tirkiye jî û cîhan jî bi vê dizane. Di sala 1982'yan de li zindana Amedê girtî li dijî îşkence û muameleyên xirab ketibûn greva birçîbûnê. Wê demê gelek çalakger jiyana xwe ji dest dabûn. Lê gel bi ser ketibûn. Wê çalakiya niha jî bi ser bikeve."
Her wiha Işik, anî ziman ku sedema krîza aborî ya li Tirkiyeyê jî tecrîd e û got: "Ger tecrîd bi dawî bibe û Birêz Ocalan daxilî siyasetê bibe wê krîz çareser bibe. An jê wê bixitime."
MA / Cemil Ugur