QERS - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Qaqizmanê bi awayekî girseyî hat pêşwazîkirin. Temellî, bal kişand ser pirsgirêka kurd û got: "Ji bo çareserî pêk bê, divê tecrîd bi dawî bibe. Ji bo tecrîd bi dawî bibe jî divê ev îktîdar demildest gavekê bavêje."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de piştî navçeya Golanê çû navçeya Qaqizman a Qersê. Li têketina navçeyê HDP'î bi awayekî bi karwaneke wesayîtan hatin pêşwazîkirin. Tevî sar û seqemê jî qad tije bû.
'JI BO AŞTIYÊ FORMUL HDP YE'
Temellî, destnîşan kir ku ji bo aştî çêbibe formula herî girîng HDP ye û got: "Ger HDP bê, wê aştî, hiqûq û demokrasî jî bê. 17 sal in vî welatî bi rê ve dibin, lê welat veguherandin girêka pirsgirêkan. Niha welat rûxiyaye. Krîza aborî heye, krîza siyasî heye, krîza civakiyî heye. Hûn li çi binerin, hûn krîzê dibînin. Hûn li çi binerin, hûn Erdogan dibînin. Her roj, rojê 4 saetan di televîzyonê de êrîşî HDP'ê dike. Lê nizane, sedema krîzê ew bi xwe ye. Ger hinekî bêdeng bimîne wê krîz kêm bibin, lê baş dizane di warê siyasî de gotinek wî jî tune ye. Tenê gotinek wî heye, ew jî êrîşî HDP'ê dike. Tenê gotinek wî heye, ew jî HDp'ê diek dijmin. Lê em ê li dijî vê dijminantî û xirabiyê, bi hev re aştî û demokrasiyê bilind bikin."
'DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'
Temellî, destnîşan kir ku îktîdar pirsgirêkan zêdetir dike û got: "sedema ev qas pirsgirêkan neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Heta li vî welatî pirsgirêka kurd neyê çareserkirin wê pirsgirêka demokrasiyê hebe. Em dixwazin pirsgirêka di warê demokrasiyê de çareser bikin. Em wek HDP, dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin da aştî çêbibe. Loma divê em pirsgirêka kurd çareser bikin. Heta ev pirsgirêk neyê çareserkirin wê hizûr neyê vî welatî. Çareserkirina pirsgirêka kurd ne li dûra ye. Ev çareserkirin di navbera sala 2013-2015'an de veşarî ye. Di nav du salan de xiyalên ji bo hêvî û aştiyê li vî welatş peyda bûn. Çima mase qeliabndin? Çimkî ev îktîdar ne ehlê çareserkirinê ye, xwe bi neçareserkirinê xweyî dike. Ji bo îktîdara wî dewam bike neçareserkirin ferz dike. Em jî dibêjin, ji bo çareserî pêk bê divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê ev îktîdar gavina bavêje. Divê divêtiyên hiqûq û qanûnê pêk bîne. Em dixwazin tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Wekî ehr girtiyî mafê Birêz Ocalan e jî ku hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re çêbike."
'GUH BIDIN DENGÊ LEYLAYÊ'
Temellî, bi bîr xist ku Leyla Guven 115 roj in di greva birçîbûnê de ye û got: "Em dixwazin ev grev bi dawî bibin. Em naxwazin tu hevalên me jiyana xwe ji dest bidin. Ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin divê Wezareta Dadê û îktîdar li gor qanûnan tev bigerin. Ji bo vê jî guh bidin dengê Leyla Guvenê û daxwazên wê yên mafdar pêk bînin."