NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Mezin a Wanê Mûstafa Avci, bal kişand ser gotina Erdogan ku gotibû "em ê qeyûm tayîn bikin" û got: "Wê gelê me guh nede van tehdîdan. Gotina 'Em ê qeyûm tayîn bikin' gotineke pûç e û jixwe di warê hiqûqî de jî ne mimkun e."
Namzetên HDP'ê, li Êlih, Wan û Colemêrgê buro vekirin û bi gel re civiyan. Di hevdîtinên bi gel re bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hat destpêkirin û gotin: "Daxwaza wê daxwaza me ye."
ÊLIH
HDP'ê, li Êlihê li ser Bûlwara Tûrgût Ozalê lokalek vekir û qada lokalê bi alayên rengorengo hat xemilandin. Di dema vekirinê de polîsan qad dorpêç kir û welatiyên xwestin biçin qadê hatin sehîkirin. Parlementerên HDP'ê Feleknaz Ûca, Ayşe Acar Başaran, Necdet Îpekyuz û namzetên HDP'ê yên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan jî tev li hevdîtinê bûn. Beriya vekirina lokalê hunermendên Navenda Çandê ya Baharê û Koma Erbaneyê derketin ser dikê. Di dema vekirinê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindana", "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana Leyla Guven" hatin berzkirin.
Di dema vekirinê de ewilî Sabrî Ozdemîr ku desteya hilbijartinê namzetiya wî betal kir axivî û got: "Li cem me kes ne girîng in. Em bi vê armancê ketin rê. Lê dîsa jî em ê bi ser bikevin."
Piştî Ozdemîr namzeta HDP'ê ya Êlihê Songul Korkmaz axivî û çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê silav kir û got: "Em ê qeyûman ji Kurdistanê bişînin."
Paşê namzetê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Demîr jî axivî û bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û got: "Em her roj saet di 12'an de 5 deqîqeyan çalakiyekê bikin, wê bê wateya piştgiriyê."
WAN
Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de , HDP'a Erdîşê bi tevlîbûna parlementera HDP'ê Mûazzez Orhan û namzeta HDP'ê ya Erdîşê Yildiz Çetîn û gelek jinan, li avahiya HDP'a navçeyê bi jinan re civiyan. Di dema bernameyê de tim dirûşmeyên 'Bijî berxwedan zindana' û 'Biijî berxwedana Leyla Guven' hatin berzkirin. Bername, bi xwendina nameya Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn ku di girtîgehê de ye dest pê kir. Paşê namzeta HDP'ê ya hevşaredariay Erdîşê Yildiz Çetîn axivî. Çetîn, diyar kir ku jin li hemû qadên jiyanê ne û wê tu gef nikaribin rê li ber têkoşîan jinan bigire.
Paşê Parlementera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan axivî. Orhan, çalakiya Leyla Guvenê silav kir û got: "Daxwaza wê daxwaza me ye. Divê em çalakiya Guvenê rast bixwînin û wateyeke rast lê bar bikin." Orhan, anî ziman ku Leyla Guven bi vê çalakiya xwe gelên Tirkiyeyê ji bo aşiyê vexwadiye û got: "Loma ji bo cebera şehdatê ji girtîgehan neyê divê em bibin dengê vê berxwedanê."
ARTEMÊTAN
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Hevseroka HDP'a Wanê Yadîşen Karabûlak, namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Mezin a Wanê Mûstafa Avci, namzetên HDP'ê yên Artemêtanê Gulcan Kaçmaz û Medenî Ozer çûn Rawestgeha Ajokarên Artemêtanê û serdana esnafan kirin. Di dema serdanê de namzetê HDP'ê yê Hevşaredariay Mezin a Wanê Mûstafa Avci got: "Wê gelê me bajarê xwe û navçeyên xwe bi rê ve bibe. Wê esnaf û saziyên me yên civaka sivîl jî tev li vê rêveberiyê bibin. Serokomar Erdogan tim gefan dixwe û dibêje 'Em ê qeyûm tayîn bikin.' Wê gelê me guh nede van tehdîdan. Gotina 'Em ê qeyûm tayîn bikin' gotineke pûç e û jixwe di warê hiqûqî de jî ne mimkun e."
Paşê li Taxa Şabaniyeyê buroya hilbijartinê hat vekirin.
ÎPEKYOLÛ
Namzetê HDP'ê yê Îpekyolûyê Azîm Yacan jî, li Taxa Seyîtfehîm Arvasî mal bi mal geriya.
ŞAX
Namzetên HDP'ê yên Şaxê Esra Babûr û Mûrat Bozdemîr jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Berxo mal bi mal geriyan û belavok belav kirin.
SERAY
Li navçeya Serayê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de meşek hat lidarxistin. Hevserokê DBP'a Wanê Okkeş Kava, Meclîsa Dayikên Aştiyê, namzetên HDP'ê yên Serayê Caziye Dûman û Şahabettîn Bîlmez jî di nav de gelek kes meşek li dar xistin. Di dema meşê de dirûşmeya "Bijî berxwedana Leylayê" hat berzkirin. Piştî meşê namzeta HDP'ê ya Serayê Caziye Dûman axivî û got: "Daxwaza Leyla Guvenê daxwaza gelê me ye. Divê demildest tecrîd bi dawî bibe."
COLEMÊRG
Li navçeya Şemzîzan a Colemêrgê jî namzetên HDP'ê yên Şemzînanê Samî Beşer û Felem Aker tevî rêveberên partiyê li Kolana Cûmhûriyetê çûns erdana esnafan.