20 salin ji bo Ocalan çalakiyan pêk tînin

  • rojane
  • 13:30 7 Mijdar 2017
  • |
img

ENQERE - Dayiken Aştiyê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serkêşiya çalakiyên greva birçêbûnê dikin. Dayikên Aştiyê ku ji sala 1998'an heta niha ji bo Ocalan di çalakiyan de cih digirin, niha jî serkêşiya çalakiyan dikin û azadiya Ocalan dixwazin. Li avahiya HDP'e ya Enqereyê jî çalakiya greva birçîbûnê ku hatiye destpêkirin bi serkêşiya dayikan dest pê kiriye. 

Dayikên Aştiyê bi çarikên xwe yên sipî 20 salin ji bo aştiyek nayinde, edalet û azadiya Ocalan di nava hemû çalakiyan de cihê xwe digirin. Di her çalakiyên greva birçîbûnê de serkêşiya çalakiyan dikin. Di gelek daxuyaniyan de cihê xwe digirin û dixwazin rê li pêş şer û rijandina xwinê bê rawestandin. Niha jî li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê hatine destpêkirin. Çalakiyen ku ji bo Azadiya Ocalan hatine destpêkirin bi pêşengiya Meclîsa Dayikênk Aştiyê hatin destpêkirin. Li Enqereyê jî çalakiya greva birçîbûnê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji ber êrîşan derxistine qata 7'an hatiye destpêkirin. Çalakiyê di pêşengiya 6'an de dest pê kiriye. Niha 6 dayikên Aştiyê dest bi grevê kirine û azadiya Ocalan dixwazin. Dayikan bi kurdî û tirkî pankartên ku azadiya Ocalan dixwazin û dixwazin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe nivîsandine û li dîwar xistine. 
 
Tevî ku rêxistina HDP'ê li Qada 7'an e jî piştî çalakiya greva birçîbûnê hat desetpêkirin çûn û hatin gelke zêde bûye. Komek ziyaretvan tên û komek ziyaretvan diçin. Yên tên dayiran ziyaret dikin dixwazin destê dayikan ramûsin. Lê dayik destûr nadin ku destê wan bê ramûsandin. Dayikên ku bi çarikên xwe yên sipî tên zanîn, ji ber çkalakiyên xwe gelek caran doz li wan hatiye vekirin û dewletê çarikên sipî wekî "sîmgeya rêxistinê" pênase dike. 
 
DI GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DE SERKÊŞIN 
 
Dayikên aştiyê di roja yekem a çalakay greva birçîbûnê de cihê xwe girtin. Her dayikek aştiyê bataniya xwe li gel xwe anî û hatin di çalakiyê de cihê xwe girtin. Piştî dayikan cihê xwe di çalakiyê de girtin, ziyaretan dest pê kir. Navber navber çaya bi lîmon û ava bi xwê û şekir tê serwîskirin. Hine dibêjin bila niv şekir be. Hinek dibêjin "Te xwê girt" hinek dibêjin "Perçeyek lîmon" û reng û ruh didin greva birçîbûnê. Hinek jî kom bi kom rûniştine û di nava xwe de sohbet dikin. Hin kes jî ziyaretvanan pêşwazî dikin û wan hembêz dikin. Hin dakiyên aştiyê 
 
Dayika Aştiyê Munibe Koç yek ji dayikên herî zêde di çalakiyan de cih digire. Di nava saziyên demokratîk de dayika herî zêde derdikeve pêş. Dayika Koç car caran kuxik zorê li wê dike. Ji ber zêde dikuxe balê dikişîne ser xwe. Dema pirsa  "Bawerim tu zahmetiyê dikişine" ji tê pirsîn bi awirên tûj wekî ku rexne bike mêze dike û dibêje “Bronşita min heye" û hewl dide ku vê pirsê derbas bike. Dibêje "Bila can û ruhê Serok sax be. Emê xwe ji bo wî feda bikin" Koç, di niqaşan de wiha sohbeta xwe berdewa dike: “Wî ji bo me emrê xwe feda kir. Niha dora me ye. Ger ku em xwe ji bo wî feda nekin em dê çawa bibin mirov" Li wêneyê Ocalan dinere û çend kêliyan radiweste. Dîsa axaftina xwe berdewam dike û dibêje: “Çima ew qas ji serok Apo ditirsin. Çima wî tecrîd dikin. Hûn dizanin? Ji ber ku bi hêza wî nikarin wî tecrîd dikin." 
 
DAYIKÊN KU PIRSGIRÊKA KURD XÊZ KIRIN E 
 
Wekî hemû dayikên aştiyê ku ketine grevê Munibe Koç jî pirsgirêka kurdan bandorek kûr li ser wê kiriye. Ji cih û warê xwe bi zorê hatiye koçberkirin. Birayekî wê jiyana xwe ji dest daye. Kurekî wê li serê çiyê ye. Wekî hemû dayikên din dilê wê bi êş e. Bawer dike ku şer û xwîn tenê ji aliyê Ocalan ve bê rawestandin. Dayika Koç jî wekî gelek mirovên aştiyê ewil di sala 1998'an de ji bo Ocalan dest bi greva birçibûnî kiriye. 
 
JI SALA 1998’AN HETA NIHA JI BO OCALAN DI ÇALAKIYÊ DE YE
 
Dema Ocalan ji Sûriye hat derxistin û birin Ewropayê kurd li her derê ketin nava çalakiyan. Ji bo kurd Ocalan wekî vîna siyasî bidin qebûl kirin li gelek sazî û rêxistinan dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirin. Hin kesan nijadperest jî li dijî hikûmeta Îtalyayê torbeyên makarnayên Îtalya û malên îtalya kêr kirin û hikûmeta Dallema şermezar kirin. Wê demê dîsa Dayika Aştiyê Munibe Koç û gelek dayikên aştiyê ji bo rewşa Ocalan ketin nava çalakiyan. Niha li salonê wekî Münibe Koç ji bo Ocalan gelek dayik ketine grevê li salonê. Yildiz Bahçeci ji wê demê ketibû nava çalakiyan û niha dîsa di çalakiyê dene. Ew jî ji ber biryara kontrola edlî ya der barê wê de 21 rojan hat girtin û di hurceyê de hat girtin. Piştî ku hat berdan gotin “pardon” û ew berdan. Bahçecî jî xwe amade dike ku tev li koma duyemîn a greva birçîbûnê bibe. 
Hemû dayikên ku tev li çalakiyê bibin xwedî heman hest û raman in. Hemû dibêjin “Heta Ocalan azad bibe ji bo me aramî tune ye. Azadiya Ocalan azadiya me ye." 
 
GER EM AZAD BÛNA...
 
Yek ji dayika çalakger dayika 73  salî Hanim Varli ye. Varli diyar dike ku ne ji bo Ocalan, ji bo xwe vê çalakiyê pêk tînin û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Ger ku em azad bûna, Ocalan nedihat girtin. Îro tecrîd pêk nedihat. Me destûr nedida vê yekê. Tirkiye nediket vê rewşe. Varli bi van gotinen xwe balê dikişîne ser daxuyaniyên Ocalan ên têkildarî “Ji Ocalan re azadî" û wiha berdewam dike: "Ocalan dibêje "Hûn berê li azadiya xwe binerin. Hûn berê ji bo azadiya xwe tê bikoşin." Xuya dibe ku Varli tenê pirtûkên Ocalan naxwine. Di heman demê de pirtûkên der barê pêxember û alimên din jî dixwîne. Dîsa pirtûkên Ehmedê Xanî û Cigerxwîn jî dixwîne û ji wan mînakan dide. Dîsa pirtûka Kur-anê mînak dide. Varli, heri dawi diyar dike ku çareserî Azadiya Ocalan e û çareserî bi diyalogên bi Ocalan re ye.
 
WÎ EM AZAD KIRIN
 
Yek ji dayikên Aştiyê ku di çalakiyê de ye Kadriye Ozgan e. Wêneyê keça xwe ya di telefonê de qey kiriye radimûsîne. Ew jî sedema tevlêbûna xwe ya çalakiyê bi gotina “Min çavê xwe bi Ocalan vekir. Berê jiya min çêkirina zarokan û xizmeta zilam bû. Lê wî em azad kirin. Em niha bi Ocalan cîhanê nas dikin. Em dê ji bo Ocalan her tiştî bikin." 
 
Dayiken ku tev li çalakiye bûne diyar dikin ku yên êrîşî Ocalan dikin dê taliya talîyê mohtacê Ocalan bibin. Çalakgera grevê Gulistan Ozgan  jî dema zêde dikeve çalakiye nikare li ser piyên xwe rûnê. Bi alikariya hevalên xwe radibe ser piyan. Lê dîsa dibêje "Tişt nabe. Bila her tişt ji bo Rêberê me feda bibe." 
 
ZÎNÊ RENG DIDE ÇALAKIYÊ
 
Yek ji kesên ku reng dide çalakiyê dayika zaroka 4 salî Zînê ye. Zînê tevî dayika xwe tev li çalakiyê bûye. Bi roseta HDP'ê ku bi sînga xwe vekiriye forsa xwe dike. Li gel Zînê Nimet e. Nimet jî xwe wekî Hevseroka HDP'ê îlan kiriye. Dayikên aştiyê ku ketine greve dê sibê çalakyia xwe dewrî meclîsa Jinan a HDP'ê bikin. Çalakî dê heta 15'ê mijdarê bidome. Dayikên ku ji bo Ocalan nêzî 20 salin di çalakiyan de cih digirin, wekî roja ewil bi biryar û bi kelecan in. 
 
MA / Kenan Kirkaya
 
 
 
 

Sernavên din

09/11/2017
09:06 Li girtîgehê îronî jî qedexe ye
09:05 Qeyûmê Wanê biryara dadgehê nas nekir
09:04 Hevşaredar sal û nîvek şûnde derdikevin pêşberî dadger
09:04 Tirkiyê û Rêjîma Sûriyê li Minbicê tevlîheviyê dike
09:00 ROJEVA 09'E MIJDARA 2017'AN
08/11/2017
17:41 Sayilgan nehat berdan: Rojnameger tên darizandin
17:13 Bahçelîevler, GOP û Sultanbeylî greva birçîbûnê dewr girtin
17:05 Rojnameger Ahmet Şik piştî 5 salan beraat kir
17:04 Gera HDP'ê îro li Bedlîs û navçeyên wê dewam kir
16:37 Hejmara kesên li Îzmîrê hatin binçavkirin derket 21 kesan
16:30 Xwendekaran YOK şermezar kir: Em serî danînin
16:29 Jinan ji bo mitînga 11’ê Mijdarê belavok belav kirin
16:18 Li Çelê 4 kes hatin girtin
16:18 ÎHD'ê di Fûara Pirtûkan de cilên yek reng şermezar kir
15:33 Tevgera helikopteran li Şirnexê zêde bû
15:18 Çalakgerên grevê peyama 'Heta tecrîd rabe' dê çalaki bidome
15:17 Cenazeyê 26 jinan di deryayê de hat dîtin
15:17 Puigdemont: Hûn dê kengî dengê Katalan qebûl bikin?
15:07 Di doza Mehmet Aytaş de biryar derket: Ceza daxistin 24 salan
14:51 3 kes li Yukselê hatin binçavkirin.
14:31 Rojnamegerên nûçeya mirinê çekirin ji xala 301’an tên darizandin
12:48 Dewleta kûr li Şemzînanê li ser sûc hat girtin
Seferî Yilmaz: Artêşa 'Zarokên baş' tê avakirin
12:39 5 payebilindên DAIŞ’ê li Dîlokê ne?
12:38 Di fabrîqeyê de teqîn pêk hat 5 karker mirin
12:37 HDP'ê îdiayên sîxûriyê ji serokwezîr pirsî
12:11 'Heya ku tecrît hebe, çalakî dê bidomin'
12:07 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:20 Jinek li Tekîrdagê birîndar bû
10:25 Di zîndana tarî de Şengal welidand û 8 mehan roj nedît
09:57 Wiha biçe dê Meletî bê tem û lezet bimîne
09:42 Nameya ji girtî re şandin bû delîla 'endamtiya rêxistinê'
09:41 Wêneyên rojnamegeran kişandine kirin sûc
09:40 Kevirên goran kirin kevirên depoyê
09:40 Malên dîrokî ên Çelê tune dibin
09:38 Ecarer: DAIŞ bi destê îktîdardê mezin bû
09:37 ‘Em xwedî li temînatê aştiyê Ocalan derkevin’
09:35 Dêra dîrokî bû goma sewalan
09:34 ‘Wê politîkaya ‘goştê erzan’ tenê karibe krîzê taloq bike’
09:33 Rastiya înfaza Ajokar Ceyhan piştrast dibe
09:32 Zarokan dikin qurbana qezenca zede
09:30 Midûriyeta polîsan kevirê goran ciwanên kurd diguherînin
09:27 Atolyeya Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê dest pê dike
09:25 Parêzer Kaplan: Rakirina krîza siyasî bi rakirina tecrîda li ser Ocalan pêkan e
09:24 ‘Di 11’ê Mijdarê de bi ruhê Newrozê em li Qada Îstasyonê bin’
09:00 ROJEVA 08'Ê MIJDARA 2017'AN
07/11/2017
18:25 Stenbol dê sibê çalakiya grevê dewrî komên din bike
17:03 QSD ê li Dêra zorê 17 km nêzî Iraqî bûye
16:01 Du dozên Yuksekdag kirin yek
15:58 Berdevkê HDP'ê: Pergala konfederal a Ocalan pêşdîtina îro ye
15:43 'Heta Ocalan azad nebe gelê kurd û tirk azad nabe'
15:27 Hevjîna Murat Çelîk serbest hat berdan
15:10 4 demsal berxwedan
14:40 Çalakiya Yukselê 3 kes hatin binçavkirin
14:19 Baluken: Mîna her carê dê berxwedêr bi ser bikevin
14:04 Kemalbay: Krîzeke aborî ya sergirtî heye
13:46 Kolberê 13 salî bi îşkencê kuştin
13:45 Di dosyaya Hayatin Sesî de dadgehê mutalaa xwest
13:30 20 salin ji bo Ocalan çalakiyan pêk tînin
13:21 5 xwendekar li Qersê hatin binçavkirin
12:53 Welatiyên Amedê: Ocalan biaxive dê aramî bê welat
12:36 Dervê welêt li Wekîlê HDP'ê Ayhan qedexe kirin
12:30 Hezan li înşeatekê pêk hat
12:30 Polîsên Iraqî ji DAIŞ'ê rizgar kirin bi 20 hezar dolarî firot malbata wê
12:25 Parêzerên Ocalan cara 702'yan serlêdan kirin
12:16 Hekîmên Amedê: Guh bidin qêrîna hawara bijîşkan
11:40 Di 20 mehan de 18 zarokan jiyana xwe ji dest dan
11:34 Bi pîcemayan sirgûn kirin
11:16 Saziya Îmraliyê bêdeng e, hakimê înfazê bê sedem daxwaz red kirin
10:35 Pêşmergeyên PDK'ê ji Şengalê vekişîn, tevlêbûna YBŞ’ê zêde bû
10:05 Ciwanên Minbicê tevlî Erkê Xweparastinê dibin
10:03 Rûsyayê Kongreya Sotşî ji ber sedemên ne diyar paşve xist
09:31 Gundê 5 caran hat valakirin, li dijî koçberiyê li ber xwe didin
09:30 Trajediye ku nivîskarek nikaribe pirtûka xwe îmze bike
09:29 'Ji ber ku ez ji zarokan qut kirim, ez nikarim binvîsim'
09:28 Bi firandina dewlikan bextewariya vegerê jiyîn
09:27 Sayilgan piştî 13 mehan derdikeve pêşberî dadgehê
09:27 Qîma xwe bi kalekolan neanî niha dîwarên bi jîlêt ava dikin
09:26 Di kulubeya metreyekê de 17 sal in kedê dide
09:00 ROJEVA 07'Ê MIJDARA 2017'AN
06/11/2017
16:58 Kerestecioglu Hesabên off-shore yên zarokên Yildirim ji Şîmşek pirsî
16:31 Dadger biryara rawestandina darizandina parêzerên Gezî da
16:30 Tuna dê li ser koltuxê Gokçek ê 23 salan rûnê
16:29 Karkerê 18 salî di înşaeta santrala termîkê de ket
15:34 Grevên birçîbûnê yên ji bo Ocalan bajar bi bajar belav dibin
14:14 Di Cotmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:10 Wekîlên HDP'ê yên girtî ji bo Azadiya Ocalan bang kirin
13:44 Barzanî razîye bûdçeyê çavkaniyên Herêma Kurdistanê teslîm bike
13:32 Leşker zarokê 5 salî kuşt
12:32 Îktîdar ket nava tirsa 27'ê Mijdarê
12:31 4 rojin cenazeyê Murat Çelîk nadin malbatê
11:28 'Berxwedana karkerên Akkimê di roja 100'an de ye'
11:22 Ziyaretvanan bi ringê dibin girtîgehê
11:14 'Teqemeniyên ne teqiyayê tevlî kavilan dibin'
11:03 2 piştgiriyên Gulmen û Ozakça hatin binçavkirin
10:54 'Dê Kurdistanê ji Sûriyeyê dest pê bikin'
10:32 Li Baxçeyên Hevselê demsala payîzê
10:20 Bi operasyona Reqqayê 500 Êzidiyên dîl hatin azadkirin
09:51 Ciwanên Cizîrê yên sîxûriyê li ser wan ferz dikin axivîn
09:50 'Li dijî rejîma tundiyê 'Biqîre'
09:49 Konca: Divê em hêj zêdetir li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin