Nora Cortinas: Wêneyê windayên Amed û Arjantinê dişibin hev

img

AMED / ÊLIH – Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ên Amed û Êlihê, çalakiyên "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" berdewam kirin. Ji Dayikên Plaza De Mayo, Nora Cortinas ku duh Leyla Guven ziyaret kir, tev li çalakiya Amedê bû û got: “Dema ez li vir li wêneyên windayan dinerim, wêneyên windayên vir û yên Arjantinê dişibin hev." 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 525’an de çalakiya lêgerîna edaletê berdewam kir. Li Amedê ji ber ku qada Bîrdariya Mafên Mirovan a parka Koşuyolu hatiye qedexekirin, xizmên windayan û ÎHD'ê çalakî li avahiya ÎHD'ê ya Amedê pêk anîn. Di çalakiyê de ji dayikên Plaza De Mayo, Nora Cortinas, Namzetên HDP'ê yê Hevşaredariya Amedê, Peyasê, Sûrê, Endamên Platforma  Jinan a Dicle Amed û gelek kesên din amade bûn. Dayikan di çalakiyê de wêneyên xizm û zarokên xwe rakirin. 
 
DAYIKÊN NEGIŞTIN ZAROKÊN XWE BIBÎR ANÎN
 
Di çalakiyê de Cîgira Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Rahşan Bataray Saman, diyar kir ku dayik li Amed û Stenbal jî di navde gelek cihan ji bo bigêjin zarokên xwe çalakiya rûniştinê pêk tînin û wiha got: "Dayika Hediye ku ji stenbolê ji bo hestiyê zarokên xwe bibîne hat Kerborê, piştî hestiyê zarokên xwe dît demek kin jiyana xwe ji dest da. Dîsa Dayika Berfo bi salan li kurê xwe geriya. Bêyî hestiyê kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da. Ez dayikên ji yana xwe ji dest didim bibîr tînim. Barê me pir giran e. Em weki sazî dê her tem li pişt malbatan û li vir têkoşina xwe berdewam bikin. Du roj berê rapora dîmenên der barê kuştina Kemal Kurkut de ku kujer diyar dike li dadgehê hat tespitkirin. Le mixabin kujerê Kemal Kurkut hêj erka xwe berdewam dikin. Dîsa kujerê Tahir Elçî di nava me de ye. Çalakiya Birêz Leyla Guven daye destpêkirin îro li girtîgehan belav dibe. Girev ketiye asta krîtîk. Dibe ku bûyerên neyînî jî pêş bikevin. Em bang li rayedaran dikin ku bi lez gavan bavêjin." 
 
 
‘MIN HESTÊ PIŞTEVANIYÊ YÊN DAYIKEN PLAZA DE MAYO ANÎN' 
 
Piştre Ji dayikên Plaza De Mayo, Nora Cortinas ku duh Leyla Guven li malê ziyaret kir û îro tev li çalakiya xizmên windayan bû wiha got: "Dema ez hatim vir, Min piştevaniya Dayikên Plaza De Mayo yên Arjantînê anîn ji were. Em jî li wir ji bo hafizayê têkoşînê didin. Ez ji bo Leyla Guven û yên di grevê de hatim piştevaniyê. Yên di girevê de hem ji bo axa xwe, hem ji bo azadiya xwe û hem jî li dijî tecrîda Ocalan di grevê de ne. Em ji bo heskirina dayikên ku zarokên xwe winda kirine li vir in." 
 
Piştre Xaltîka Cuneyt Aydinlar ê di sala 1994'an de di bin çavan de hat windakirin Nuray Barçin axivî û Cîroka Cuneyt Aydınlar vegot. 
 
Nora Cortinas jî çîroka kurê xwe vegot û wiha got: “Dema kurê min hat revandin u windakirin 24 salî bû. Kurê min di qada siyasetê de xebat dikir. Min herî dawî di 15'ê Nîsana 1977’an de dît. Piştre çi lê hat qet agahiya min çê nebû. Wêneyê li vir û wêneyên li Arjantinê dişibin hev. Min dît ku wêneyên wan pir dişibin hev. Em ê têkşîna xwe berdewam bikin. 
 
 
LI ÊLIHÊ JÎ ÇALAKIYA RÛNİŞTINÊ BERDEWAM KIR
 
Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 431'an de çalakiya xwe li avhiya Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê berdewam kirin. Xizmên windayan,  rêveberên ÎHD'ê û endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) tev li çalakiyê bûn. Li vir jî namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Êlihê amade bûn. Li vir jî pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan rakirin. Rêveberê ÎHD'ê yê Êlihê Mercan Argunaga diyar kir ku ew dê lêgerîna aqûbeta windayan berdewam bikin û aqûbeta Xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Îsmaîl Agaya yê di 29'ê Gulana 1994'an de hat windakirin xwend. Argunaga, anî ziman ku Ayaga bi zorê ji aliyê kesên çekdar ve hat revandin û carke din agahi jê nehat girtin. Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.
 
 
 
 

Sernavên din

04/03/2019
15:45 Xelata Aştî û Demokrasiyê dan Onur Hamzaoglu
15:14 Sîsê Bingol wê îro tahliye bibe
15:05 Netew û baweriyên cuda dê der barê Erdogan de giliyê sûc bikin
15:02 Meclîsa ÎSÎG: Di meha Sibatê de herî kêm 125 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:54 24 saziyan bang li hikûmetê kir: Ji bo daxwazên çalakgerên grevê gavan bavêjin
14:53 HDP’ê li Mûgla û 4 navçeyên Manîsa namzetên xwe paşve kişandin
14:01 Temellî bersîv da Erdogan: Em li vir in di 31'ê Adarê de emê biçin ser sindoqan
14:00 Cezayê ‘Çerxa Şoreşê’ dan û xwestin xwendekar 'Sirûda Îstîklalê' bi destan binivîsîne
13:55 TJA: Berxwedana li dijî tecrîdê bi zextan dê neyê bêdeng kirin
13:42 Jinan xwest Wezareta Jinan bê avakirin
13:22 Oluç: Erdogan dabeşiyê dike û Soylu jî xwe diteqîne
13:20 Girtiyên di greva birçîbûnê de hatin derpkirin
12:23 Ev wêneyê xizmeta Qeyûma Qoserê ye
11:22 Ekîba NRT û gelek endamên Nifşê Nû hatin binçavkirin
10:18 Namzetên HDP'ê li Mêrdîn, Mêrsîn û Hatayê lez dan xebatên xwe
09:31 Girtiyê hat berdan: Çalakger dixwazin gel dengê wan bilind bikin
09:12 Parlamenter Dag: Leyla Guven bû şewq em ê jî bibin şemal
09:12 Esnafên bazarê bersiva Erdogan dan: Ji bo hilbijartinê me dike terorîst
09:09 Dixwazin bi Santrala Enerjiya Biyokutle Çemê Asî tune bikin
09:09 'Em ê di 8'ê Adarê de deng bidin dengê Leylayê'
09:08 ‘Bêdeng nemînin û li ber xwe bidin'
09:06 Bozan a 79 roj di grevê de ye: Bedena me dihele, xwedî li çalakiyê derkevin
09:06 Yaşaer ê bavê wî di hepsê de 36 roj in di grevê de ye
09:05 'Ez ê 8'ê Adarê bi xebitandinê pêşwazî bikim'
09:04 ‘Bi mehan e em nikarin sebzeyan bikirin'
09:04 Ûzûnok: Li Îzmîrê me hefteya jinan îlan kir
09:03 ‘Li Girtîgeha Kiriklarê pêkanîn û cezayên kêfî hene’
09:00 ROJEVA 04'Ê ADARÊ
08:56 Suleyman Soylu dîsa HDP'ê reş kir û hedef nîşan da
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 117'emîn de ye
03/03/2019
21:12 Senem Çakas bû namzeta hevşaredariya Çewligê
21:03 Sakik û Genç bi ciwanan re civiyan
20:42 5 endamên HDP'ê yên di greva birçîbûnê de hatin binçavkirin
19:20 Polîsan bi boneya greva birçîbûnê bi ser avahiya HDP'a Amedê de girt
17:38 Ji Antalya heta Qersê xebatên hilbijartinê didomin
17:16 Guven peyama 8’ê Adarê da: 8’ê Adarê dê bibe roja mizgîniya azadiyê
16:56 Temellî: Îdir duh û îro ya me bû û sibê jî ya me ye
16:04 Wesayîta Bûldan dema xirab bû, HDP’iyan bi zarokan re guloka berfê lîstin
15:29 Cezayê akademîsyena aştiyê Ustel hat erêkirin
14:59 Hunermend Çat û Arzû Leyla Guven ziyaret kirin
14:58 Buldan bersiv da Erdogan: Ne hedê we ye me ji vir derxin
14:57 Jinên TMMOB’î banga tevlîbûna mîtîngê kirin
14:32 Li Stenbolê êrîşê buroya hilbijartinê ya HDP’ê kirin
14:05 Parlamenter Dersim Dag û 5 HDP'iyan dest bi greva birçîbûnê kirin
13:59 Temellî li Tozan axivî: Ev der welatê me ye
13:44 Li herêma Serhedê rêya 441 gundan hat girtin
13:42 Li Stenbolê jin diherikin Bakirkoyê
13:19 Derbarê Serokê Nifşê Nû de biryara girtinê hat dayîn
13:10 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlû dest bi greva birçîbûnê kir
11:42 Sakik: Li Mûşê hemû partî li dijî HDP'ê bûn yek
11:42 Li Beyogluyê şewat: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
11:29 Namzetên HDP’ê rastî eleqeyek mezın tên
11:13 ‘Xebatên ji bo jinan wê ji cîhanê re bibe mînak'
11:11 Endama TTB’ê Gungor: Hikumeta mecbure ku bersiv bide grevên birçîbûnê
09:43 Berxwedana Leyla Guven di roja 116'mîn de didome
09:13 Jinên ji bo Guvenê îmze danîn bin kampanyayê: Divê em daxwaza Leylayê li her derî bilêv bikin
09:10 Tu dibê qey hîn jî komareke cihê ye
09:06 Temellî: Em dixwazin Qersê bikin bajarekî mînak
09:04 Işik: Tecrîd ji Qesrê tê birêvebirin
09:02 Şadiye Manap a 27 sal in girtiye û di greva birçîbûnê de ye: Jiyan ji bo armancên biqîmet tê fedakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2019'AN
02/03/2019
19:38 Temellî: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bi dawî bibe
19:15 'Em ê di 31'ê Adarê de Erdogan û partiya wî bişînin ser sergoyê dîrokê'
18:53 'Wê gel guh nede qeyûman'
17:27 Nora Cortinas: Wêneyê windayên Amed û Arjantinê dişibin hev
17:25 Namzetên Hevşaredariyên HDP’ê kolan bi kolan xebitîn
16:27 Ji bo Leyla Guven nepox firandin
16:23 Temellî bang li Erdogan kir: Emrê te yê teqawîtiye hatiye
16:10 Jinên Amedî berxwedan Guven silav kirin
15:52 Bûldan: Derewê wan dê di 31’ê Adarê de li rûyê wan bikeve
15:40 Li 3 navendan bal kişandin ser girtiyên nexweş
15:13 Parlamenter li Parlamentoya Swêdê ketin grevê
14:52 Jinên Dersîmî bernameya 8'ê Adarê aşkere kirin
14:48 Kerestecîoglu: Em dixwazin pêşiya siyaseta demokratîk vekin
14:32 'Dayika min 7 salan li ber derî rûnişt'
14:12 Polîsên Alman Mustafa Tuzak bi lêdanê binçav kirin
13:59 Li Colemêrgê banga tevlîbûnê 8 Adarê: Hatina biharê em bi hevre pîroz bikin
13:25 Bûldan li Sîlopiye: Gel HDP’ê hembêz kir
12:18 Serokê Şaxa ZMO: Divê dewlet polîtîka çandiniyê rast bike
11:55 Li Stenbolê şahiya 8’ê Adarê: Em îro Leyla Guvenin
11:33 QSD'ê li Baxozê di 20 rojan de 9 hezar DAIŞ û sivîl tehliye kir
11:10 Serlêdana malbatê ya Îmraliyê red kirin
11:10 Li Tekmanê 5 kes hatin girtin
10:52 Gelê Cizîrê rengê vîna xwe diyar kir
10:37 Bi hinceta 'Nêzî avahiya AKP'ê ye' destûr nedan HDP buro veke
10:06 'Ji bo Heskîf neyê ji bîr kirin têkoşînê bidome'
09:56 Berxwedana Leyla Guven di roja 115'mîn de didome
09:55 Jinên Edeneyî: Di 8’ê Adarê de em daxwazên Guven biqîrîn
09:54 Ewil rojnameger binçavkirin piştre dîmenê wî desteserkirin
09:15 Du dayik, du destên aştiyê û du lêgerîn
09:14 Dîcle: Feraseta dewletê neguherî, lê ji bo kurdan gelek tişt guherîn
09:13 Li Meclîsê, ji xeynî tirkî wê kartvîzîtên bi zimanê din bi heq bên çapkirin
09:11 Hîn jî kesên alayên HDP'ê rakirin nehatine dîtin!
09:10 Rapora Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê: Ewlehiya girtiyan di rewşeke xeter de ye
09:09 Li Qersê, hesabê 'tifaqa cumhûr' li hev dernayê
09:09 'Ji bo em bibin dengê Leylayê em ber bi Bakirkoyê ve biherikin'
09:08 Bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma, CÎMER'ê got 'hewce nake hûn ev qasî mezin bikin'
09:07 11 sivîlên ji Efrînê wê bi îdiaya 'xirabkirina yekîtiya welat' bên darizandin
09:07 Qeyûm hat, tiryakêş li holê man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2019'AN