Bûldan: Derewê wan dê di 31’ê Adarê de li rûyê wan bikeve

img
ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a li Sîlopî beşdarî vekirina buroyê bû, diyar kir ku rayedarên hikûmeta partiya wan hedef nîşan didin û got: “Bi heqaret kirina HDP’ê, hewl didin desthilatdariya xwe li ser piyan bigirin. Lê ev derewên wan ên îro dê di 31’ê Adarê de li rûyê wan bikeve.”
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya gel wê, piştî li navenda Sîlopî tûra hilbijartinê avêtin û şûn de, beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya li Taxa Dîcle bûn. HDP’iyên bi konvoyek dirêj ketin taxê, bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana HDP’ê” hatin pêşwazî kirin. Dema ku ji wesayîta hilbijartinê navên rêveber û parlementerê HDP’ê yên berê yên girtî hatin anonskirin, girseyê bi hevre dirûşmeya “Sîlopî bi we serbilinde” berz kirin. Li ge jin û ciwanan bi hezaran kes beşdarî vekirina bûyo bû û cihê vekirina  bûroyê veguherî mîtîngê. 
 
JI NIHA GELÊ SÎLOPÎ BIRYAR XWE DAYE
 
Namzeta Hevşaredariya Sîlopî Adalet Fîdan, di vekirina buroyê de axivî û wiha got: “Sîlopiyan ji niha de biryar da ku di 31’ê Adarê de serkeftina xwe pîroz bike. Sîlopî ji niha de bi biryare ku xwe bi xwe birêve bibe.” 
 
Namzetê Hevşaredariyê Suleyman Şavlûk jî, diyar kir ku ev dîmen, dîmenê azadiya gele û wiha bilêv kir: “Em li vê derê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo rakirin a tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye silav dikin.”
 
‘YÊN KU ŞER DIXWAZIN TECRÎDÊ GIRAN DIKIN’
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê Agiriyê Berdan Ozturk dûre axivî û wiha got: “Merheba ji rêhevên Pakîze, Sevê û Fatmayan re. Sîlopî, li dijî zilmê li ber xwe da. Hewl dan bi şewitandina gund û bajaran pirsgirêka Kurdan çareser bikin. Lê nekarîn bi vî awayî çareser bikin.”
 
Dema ku Ozturk bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê, ciwanan dirûşmeyên ji bo Ocalan berza kirin. Ozturk di dewama axaftina xwe de, ev peyam dan: “Yên ku şer dixwazin tecrîdê giran dikin. Kesên ku vî welatî bi rê ve dibin, ji derveyî kuştinê tu tiştekê din na axivin. Êdî tişekê wan ên ji bo gelan bêjin nemaye. Dengê Ocalan dengê aştiyê ye. Ji bo ku aştî pêş bikeve hevalên me di greva birçîbûnê dene.”
 
‘GELÊ SÎLOPÎ BIRYARA XWE DAYE’
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk Mehmet Arslan jî, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û wiha axivî: “Botan li ber xwe dide. Dema Sîlopî li ber xwe dide, Kurdistan li ber xwe dide. Em vê berxwedana wê ji niha de pîroz dikin.” 
 
'ŞIRNEX XWE AMADE DIKE KU DÎROKÊ BINIVÎSÎNE'
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ji bo axaftina xwe, dema navê wê hat anonskirin,  dirûşme hatin berzkirin û girseyê bi coşek mezin li çepikan xistin.  Bûldan, bi Kurdî gel silav kir û wiha axivî: “Hûn taca serê me ne. We moralek pir mezin da me. Sîlopî biryara xwe daye. Şirnexê biryara xwe daye û Hezexê biryara xwe daye. Şirnex dê di 31’ê Adarê de, li hemû navçe, bajarok û navendê careke din dîrokê binivîsîne. Bi heqaret kirina HDP’ê, hewl didin desthilatdariya xwe li ser piyan bigirin. Lê ev derewên wan ên îro dê di 31’ê Adarê de li rûyê wan bikeve” 
 
‘ME DAYÎKA TAYBET JIR NEKIRIYE’
 
Bûldan, dema qedexeyên derketina derve yên Sîloî bibîr xist û wiha got: “Piştî dîroka 2015’an, li vî bajarî mal hatin şewitandin, mirov hatin qetîlkirin û êşên pir mezin hatin jiyîn. Lê vî gelê tu carî çokên xwe danenîn erdê û teslîm nebûn. Sîlopî çokên xwe ne danîn erdê. Me dayîka Taybet ji bîr nekiriye. Me rêhevalên xwe Pakîze, Sêvê û Fatma ji bir nekirine. Em soz didin rêhevalên wan, emê hesabên wan bipirsin. Em rêhevalên Sêvêyane û em neviyên Dayîkên Taybetane. Dibe ku me ev êş dîtin. Lê me dest ji têkoşîna xwe berneda û emê tu carî dest jê bernedin. Herî dawî zarokên me yên 6-7 salî di xew de kuştin. Di sê salên dawî de bi dehan mirovên xwe spartin axê.”
 
‘YEK DAXWAZA WAN HEYE ‘
 
Bûldan di dawiya axaftina xwe silav ji Leyla Guven re şandin û wiha got: “Guven 115 rojin di greva birçîbûnê deye. Hevalên me bedena xwe ji birçîbûnê re razandine. Tenê yek daxwaza wan heye. Ew jî hevdîtina bi Birêz Ocalan re ye. Vê daxwaza meşrû ji nedîtî ve tên. Ji bo hevalên me yên di greva birçîbûnê de, jiyana xwe ji dest nedin, em dixwazin Birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Divê Wezareta Dadê qanûnên xwe bi cih bîne. Ev deran dê vegera û rojek dê were hûnê jî hesap bidin gel.”
 
Bûldan û şandeya gel wê, piştî axaftinê buroya hilbijartinê vekirin û ji bo biçin Şirnexê ketin rê.
 

Sernavên din

04/03/2019
15:45 Xelata Aştî û Demokrasiyê dan Onur Hamzaoglu
15:14 Sîsê Bingol wê îro tahliye bibe
15:05 Netew û baweriyên cuda dê der barê Erdogan de giliyê sûc bikin
15:02 Meclîsa ÎSÎG: Di meha Sibatê de herî kêm 125 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:54 24 saziyan bang li hikûmetê kir: Ji bo daxwazên çalakgerên grevê gavan bavêjin
14:53 HDP’ê li Mûgla û 4 navçeyên Manîsa namzetên xwe paşve kişandin
14:01 Temellî bersîv da Erdogan: Em li vir in di 31'ê Adarê de emê biçin ser sindoqan
14:00 Cezayê ‘Çerxa Şoreşê’ dan û xwestin xwendekar 'Sirûda Îstîklalê' bi destan binivîsîne
13:55 TJA: Berxwedana li dijî tecrîdê bi zextan dê neyê bêdeng kirin
13:42 Jinan xwest Wezareta Jinan bê avakirin
13:22 Oluç: Erdogan dabeşiyê dike û Soylu jî xwe diteqîne
13:20 Girtiyên di greva birçîbûnê de hatin derpkirin
12:23 Ev wêneyê xizmeta Qeyûma Qoserê ye
11:22 Ekîba NRT û gelek endamên Nifşê Nû hatin binçavkirin
10:18 Namzetên HDP'ê li Mêrdîn, Mêrsîn û Hatayê lez dan xebatên xwe
09:31 Girtiyê hat berdan: Çalakger dixwazin gel dengê wan bilind bikin
09:12 Parlamenter Dag: Leyla Guven bû şewq em ê jî bibin şemal
09:12 Esnafên bazarê bersiva Erdogan dan: Ji bo hilbijartinê me dike terorîst
09:09 Dixwazin bi Santrala Enerjiya Biyokutle Çemê Asî tune bikin
09:09 'Em ê di 8'ê Adarê de deng bidin dengê Leylayê'
09:08 ‘Bêdeng nemînin û li ber xwe bidin'
09:06 Bozan a 79 roj di grevê de ye: Bedena me dihele, xwedî li çalakiyê derkevin
09:06 Yaşaer ê bavê wî di hepsê de 36 roj in di grevê de ye
09:05 'Ez ê 8'ê Adarê bi xebitandinê pêşwazî bikim'
09:04 ‘Bi mehan e em nikarin sebzeyan bikirin'
09:04 Ûzûnok: Li Îzmîrê me hefteya jinan îlan kir
09:03 ‘Li Girtîgeha Kiriklarê pêkanîn û cezayên kêfî hene’
09:00 ROJEVA 04'Ê ADARÊ
08:56 Suleyman Soylu dîsa HDP'ê reş kir û hedef nîşan da
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 117'emîn de ye
03/03/2019
21:12 Senem Çakas bû namzeta hevşaredariya Çewligê
21:03 Sakik û Genç bi ciwanan re civiyan
20:42 5 endamên HDP'ê yên di greva birçîbûnê de hatin binçavkirin
19:20 Polîsan bi boneya greva birçîbûnê bi ser avahiya HDP'a Amedê de girt
17:38 Ji Antalya heta Qersê xebatên hilbijartinê didomin
17:16 Guven peyama 8’ê Adarê da: 8’ê Adarê dê bibe roja mizgîniya azadiyê
16:56 Temellî: Îdir duh û îro ya me bû û sibê jî ya me ye
16:04 Wesayîta Bûldan dema xirab bû, HDP’iyan bi zarokan re guloka berfê lîstin
15:29 Cezayê akademîsyena aştiyê Ustel hat erêkirin
14:59 Hunermend Çat û Arzû Leyla Guven ziyaret kirin
14:58 Buldan bersiv da Erdogan: Ne hedê we ye me ji vir derxin
14:57 Jinên TMMOB’î banga tevlîbûna mîtîngê kirin
14:32 Li Stenbolê êrîşê buroya hilbijartinê ya HDP’ê kirin
14:05 Parlamenter Dersim Dag û 5 HDP'iyan dest bi greva birçîbûnê kirin
13:59 Temellî li Tozan axivî: Ev der welatê me ye
13:44 Li herêma Serhedê rêya 441 gundan hat girtin
13:42 Li Stenbolê jin diherikin Bakirkoyê
13:19 Derbarê Serokê Nifşê Nû de biryara girtinê hat dayîn
13:10 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlû dest bi greva birçîbûnê kir
11:42 Sakik: Li Mûşê hemû partî li dijî HDP'ê bûn yek
11:42 Li Beyogluyê şewat: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
11:29 Namzetên HDP’ê rastî eleqeyek mezın tên
11:13 ‘Xebatên ji bo jinan wê ji cîhanê re bibe mînak'
11:11 Endama TTB’ê Gungor: Hikumeta mecbure ku bersiv bide grevên birçîbûnê
09:43 Berxwedana Leyla Guven di roja 116'mîn de didome
09:13 Jinên ji bo Guvenê îmze danîn bin kampanyayê: Divê em daxwaza Leylayê li her derî bilêv bikin
09:10 Tu dibê qey hîn jî komareke cihê ye
09:06 Temellî: Em dixwazin Qersê bikin bajarekî mînak
09:04 Işik: Tecrîd ji Qesrê tê birêvebirin
09:02 Şadiye Manap a 27 sal in girtiye û di greva birçîbûnê de ye: Jiyan ji bo armancên biqîmet tê fedakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2019'AN
02/03/2019
19:38 Temellî: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bi dawî bibe
19:15 'Em ê di 31'ê Adarê de Erdogan û partiya wî bişînin ser sergoyê dîrokê'
18:53 'Wê gel guh nede qeyûman'
17:27 Nora Cortinas: Wêneyê windayên Amed û Arjantinê dişibin hev
17:25 Namzetên Hevşaredariyên HDP’ê kolan bi kolan xebitîn
16:27 Ji bo Leyla Guven nepox firandin
16:23 Temellî bang li Erdogan kir: Emrê te yê teqawîtiye hatiye
16:10 Jinên Amedî berxwedan Guven silav kirin
15:52 Bûldan: Derewê wan dê di 31’ê Adarê de li rûyê wan bikeve
15:40 Li 3 navendan bal kişandin ser girtiyên nexweş
15:13 Parlamenter li Parlamentoya Swêdê ketin grevê
14:52 Jinên Dersîmî bernameya 8'ê Adarê aşkere kirin
14:48 Kerestecîoglu: Em dixwazin pêşiya siyaseta demokratîk vekin
14:32 'Dayika min 7 salan li ber derî rûnişt'
14:12 Polîsên Alman Mustafa Tuzak bi lêdanê binçav kirin
13:59 Li Colemêrgê banga tevlîbûnê 8 Adarê: Hatina biharê em bi hevre pîroz bikin
13:25 Bûldan li Sîlopiye: Gel HDP’ê hembêz kir
12:18 Serokê Şaxa ZMO: Divê dewlet polîtîka çandiniyê rast bike
11:55 Li Stenbolê şahiya 8’ê Adarê: Em îro Leyla Guvenin
11:33 QSD'ê li Baxozê di 20 rojan de 9 hezar DAIŞ û sivîl tehliye kir
11:10 Serlêdana malbatê ya Îmraliyê red kirin
11:10 Li Tekmanê 5 kes hatin girtin
10:52 Gelê Cizîrê rengê vîna xwe diyar kir
10:37 Bi hinceta 'Nêzî avahiya AKP'ê ye' destûr nedan HDP buro veke
10:06 'Ji bo Heskîf neyê ji bîr kirin têkoşînê bidome'
09:56 Berxwedana Leyla Guven di roja 115'mîn de didome
09:55 Jinên Edeneyî: Di 8’ê Adarê de em daxwazên Guven biqîrîn
09:54 Ewil rojnameger binçavkirin piştre dîmenê wî desteserkirin
09:15 Du dayik, du destên aştiyê û du lêgerîn
09:14 Dîcle: Feraseta dewletê neguherî, lê ji bo kurdan gelek tişt guherîn
09:13 Li Meclîsê, ji xeynî tirkî wê kartvîzîtên bi zimanê din bi heq bên çapkirin
09:11 Hîn jî kesên alayên HDP'ê rakirin nehatine dîtin!
09:10 Rapora Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê: Ewlehiya girtiyan di rewşeke xeter de ye
09:09 Li Qersê, hesabê 'tifaqa cumhûr' li hev dernayê
09:09 'Ji bo em bibin dengê Leylayê em ber bi Bakirkoyê ve biherikin'
09:08 Bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma, CÎMER'ê got 'hewce nake hûn ev qasî mezin bikin'
09:07 11 sivîlên ji Efrînê wê bi îdiaya 'xirabkirina yekîtiya welat' bên darizandin
09:07 Qeyûm hat, tiryakêş li holê man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2019'AN