'Dayika min 7 salan li ber derî rûnişt'

img

STENBOL – Dayikên Şemiyê di hefteya 727’an de aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê di bin çavan de hat windakirin pirsîn. Birayê Aydinlar Emrah Aydinlar, diyar kir ku Qada Galatasarayê êdî bûye goristana wan û ew dê teqez rojekê li qada Galatasarayê çalakiyên xwe berdewam bikin û têbikoşin û wiha got: "Dewlet me bi êşê terbiye dike. Dayika min 7 salan li ber derî rûnişt û got 'Wê Cuneyt bê'. Lê 25 salin agahî tune." 

 
Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 727'an de  xwestin dîsa li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe berdewam bikin. Dayikên Şemiyê dîsa rastî astengiya polîsan hatin û çalakiya xwe li kolana ber avahiya ÎHD'ê berdoewam kirin. Polisan dîsa wekî her hefte kolana ÎHD’ê dorpêç kirin û Dayikên Şemiyê di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan.  Dayikên Şemiyê yên di bin dorpêça polîsan de li kolana ÎHD'ê kom bûn, tîşortên ku wêneyên xizmên xwe yên hatin windakirin li ser heye li xwe kirin. Dîsa wêneyên xizmên xwe yên winda rakirin. Qerenfîlên sor bilind kirin. Parlamenterê HDP'ê Zeynel Ozen, Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, dîroknas Erdogan Aydin û gelek kesên din tev li çalakiyê bûn. Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê Cuneyt Aydinlar ê di 27'ê Sibatê 1994'an de hat binçav kirin û windakirin pirsîn. Li vir Fatma Kaya ji bo kalikê xwe Ahmet Kaya yê di sala 1996'an de li Basa hat qetilkirin helbest xwend. 
 
‘RÊYA AZADIYÊ DI HEQÎQETÊ RE DERBAS DIBE'
 
Vê hefteyê Keça Fehmî Tosun ê di sala 1995'an de hat windakirin Besna Tosun daxuyanî da. Tosûn, anî ziman ku civaka ku çavê xwe ji rastiyê re girtibe, nikare bigêje azadî û edaletê û wiha got: "Ji ber ku rêyea azadî û edaletê di rêya heqîqetê re derbas dibe. Ji ber vê yekê têkoşîna ji bo heqîqetê rûmet e û erka me tevan e. Menekşe Aydinlar 25 salin bi heviya ji kurê xwe yê digot “Roniya çavê min e" agahî jê bistîne dijî. Menekşe ji mere digot “Tişta li me tê kirin zilm e. Dewletê got 'Kurê te fîrar kiriye' Min bawer nekir. Ger ku fîrar kiribûya dê rojekê bi dizî bihata malê. 7 salan xew neket çavê min. Ji bo denge van mirovan bigêje mirovên din em hatin li vir kom bûn. Aydinlar di 20'ê Sibata 1994'an de ji aliyê Polîsên TEM'ê yê Încîrlî yê Bakirkoyê ve hat binçavkirin û birin Midûriyeta Polisan a Stenbolê ya li Gayrettepe. 7 rojan binçavkirina Cuneyt înkar kirin. Di 27'ê Sibata 1994'an de qebûl kirin ku di bin çavan de ye. Lê dema 14 kesên hatin binçavkirin sewqi dozeriyê kirin Cuneyt ne di nava wan de bû. Kesên hatin girtin di 17'ê Adara 1994'an de bi rêya parêzerên xwe agahî dan û diyar kirin ku Cuneyt Aydinlar di 20'ê sibata 1994'an de hatiye binçavkirin û heta 2'ê adara 1994'an jî bi hevre di bin çavan de bûn. Diyar kirin ku ger tiştek hatibe serê Cuneyt Mirûdiyeta TEM'ê ya Gayrettepe berpirsiyar e. 
 
‘WE ÇI KIR JI KURÊ MIN'
 
Tosun, ani ziman ku gelek kes bûne şahid ku îşkenceyek giran li Cuneyt hatiye kirin û ji ber îşkenceya giran nekaribû bimeşe û wiha bi dawî kir: "Lê Miduriyeta Polîsan a Stenbolê, herî dawî diyar kiriye ku kurê wan di 28'ê Sibata 1994'an de birine Çukurcuma ya Beylogu û li wir reviya ye. 25 salin em dixwazin edalet pêk bê. Em dixwazin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Em ji bo Cuneyt Aydınlar edaletê dixwazin. Menekşe Aydinlar dibêje ‘Heqê min heye ez fêr bibim. We çi kir ji kurê min?' Em bersîva pirsa dayikê ji maqamên edlî dixwazin. 
 
Piştre nameya Onur Emre Yagan xwend. Yagan, anî ziman ku 25 salin Aydinlar qet nedîtiye, lê 25 salin Aydinlar nas dike. 
 
‘EMÊ JI BO GALATASARYÊ TÊBIKOŞIN
 
Piştre birayê Aydınlar Emrah Aydınlar diyar kir ku 25 salin ji bo windayan bibînin têdikoşin û wiha got:  "Qada Galatasarayê êdî bûye goristana me. Em ê teqez rojekê li qada Galatasarayê çalakiyên xwe berdewam bikin û têbikoşin. 
727 hefte ye em kom dibin û li windayan digerin. Dewlet her dem dixwaze me bi êşê terbiye bike. Gotin reviya ye. Lê Cuneyt ji ber îşkenceya giran nekarîbû bimeşiya. Dayika min 7 rojan li ber deriyê malê rûnişt. Got dê Cuneyt bê. Em de têkoşîna xwa ya li Qada Galatasaraye berdewam bikin." 

Sernavên din

04/03/2019
15:45 Xelata Aştî û Demokrasiyê dan Onur Hamzaoglu
15:14 Sîsê Bingol wê îro tahliye bibe
15:05 Netew û baweriyên cuda dê der barê Erdogan de giliyê sûc bikin
15:02 Meclîsa ÎSÎG: Di meha Sibatê de herî kêm 125 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:54 24 saziyan bang li hikûmetê kir: Ji bo daxwazên çalakgerên grevê gavan bavêjin
14:53 HDP’ê li Mûgla û 4 navçeyên Manîsa namzetên xwe paşve kişandin
14:01 Temellî bersîv da Erdogan: Em li vir in di 31'ê Adarê de emê biçin ser sindoqan
14:00 Cezayê ‘Çerxa Şoreşê’ dan û xwestin xwendekar 'Sirûda Îstîklalê' bi destan binivîsîne
13:55 TJA: Berxwedana li dijî tecrîdê bi zextan dê neyê bêdeng kirin
13:42 Jinan xwest Wezareta Jinan bê avakirin
13:22 Oluç: Erdogan dabeşiyê dike û Soylu jî xwe diteqîne
13:20 Girtiyên di greva birçîbûnê de hatin derpkirin
12:23 Ev wêneyê xizmeta Qeyûma Qoserê ye
11:22 Ekîba NRT û gelek endamên Nifşê Nû hatin binçavkirin
10:18 Namzetên HDP'ê li Mêrdîn, Mêrsîn û Hatayê lez dan xebatên xwe
09:31 Girtiyê hat berdan: Çalakger dixwazin gel dengê wan bilind bikin
09:12 Parlamenter Dag: Leyla Guven bû şewq em ê jî bibin şemal
09:12 Esnafên bazarê bersiva Erdogan dan: Ji bo hilbijartinê me dike terorîst
09:09 Dixwazin bi Santrala Enerjiya Biyokutle Çemê Asî tune bikin
09:09 'Em ê di 8'ê Adarê de deng bidin dengê Leylayê'
09:08 ‘Bêdeng nemînin û li ber xwe bidin'
09:06 Bozan a 79 roj di grevê de ye: Bedena me dihele, xwedî li çalakiyê derkevin
09:06 Yaşaer ê bavê wî di hepsê de 36 roj in di grevê de ye
09:05 'Ez ê 8'ê Adarê bi xebitandinê pêşwazî bikim'
09:04 ‘Bi mehan e em nikarin sebzeyan bikirin'
09:04 Ûzûnok: Li Îzmîrê me hefteya jinan îlan kir
09:03 ‘Li Girtîgeha Kiriklarê pêkanîn û cezayên kêfî hene’
09:00 ROJEVA 04'Ê ADARÊ
08:56 Suleyman Soylu dîsa HDP'ê reş kir û hedef nîşan da
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 117'emîn de ye
03/03/2019
21:12 Senem Çakas bû namzeta hevşaredariya Çewligê
21:03 Sakik û Genç bi ciwanan re civiyan
20:42 5 endamên HDP'ê yên di greva birçîbûnê de hatin binçavkirin
19:20 Polîsan bi boneya greva birçîbûnê bi ser avahiya HDP'a Amedê de girt
17:38 Ji Antalya heta Qersê xebatên hilbijartinê didomin
17:16 Guven peyama 8’ê Adarê da: 8’ê Adarê dê bibe roja mizgîniya azadiyê
16:56 Temellî: Îdir duh û îro ya me bû û sibê jî ya me ye
16:04 Wesayîta Bûldan dema xirab bû, HDP’iyan bi zarokan re guloka berfê lîstin
15:29 Cezayê akademîsyena aştiyê Ustel hat erêkirin
14:59 Hunermend Çat û Arzû Leyla Guven ziyaret kirin
14:58 Buldan bersiv da Erdogan: Ne hedê we ye me ji vir derxin
14:57 Jinên TMMOB’î banga tevlîbûna mîtîngê kirin
14:32 Li Stenbolê êrîşê buroya hilbijartinê ya HDP’ê kirin
14:05 Parlamenter Dersim Dag û 5 HDP'iyan dest bi greva birçîbûnê kirin
13:59 Temellî li Tozan axivî: Ev der welatê me ye
13:44 Li herêma Serhedê rêya 441 gundan hat girtin
13:42 Li Stenbolê jin diherikin Bakirkoyê
13:19 Derbarê Serokê Nifşê Nû de biryara girtinê hat dayîn
13:10 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlû dest bi greva birçîbûnê kir
11:42 Sakik: Li Mûşê hemû partî li dijî HDP'ê bûn yek
11:42 Li Beyogluyê şewat: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
11:29 Namzetên HDP’ê rastî eleqeyek mezın tên
11:13 ‘Xebatên ji bo jinan wê ji cîhanê re bibe mînak'
11:11 Endama TTB’ê Gungor: Hikumeta mecbure ku bersiv bide grevên birçîbûnê
09:43 Berxwedana Leyla Guven di roja 116'mîn de didome
09:13 Jinên ji bo Guvenê îmze danîn bin kampanyayê: Divê em daxwaza Leylayê li her derî bilêv bikin
09:10 Tu dibê qey hîn jî komareke cihê ye
09:06 Temellî: Em dixwazin Qersê bikin bajarekî mînak
09:04 Işik: Tecrîd ji Qesrê tê birêvebirin
09:02 Şadiye Manap a 27 sal in girtiye û di greva birçîbûnê de ye: Jiyan ji bo armancên biqîmet tê fedakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2019'AN
02/03/2019
19:38 Temellî: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bi dawî bibe
19:15 'Em ê di 31'ê Adarê de Erdogan û partiya wî bişînin ser sergoyê dîrokê'
18:53 'Wê gel guh nede qeyûman'
17:27 Nora Cortinas: Wêneyê windayên Amed û Arjantinê dişibin hev
17:25 Namzetên Hevşaredariyên HDP’ê kolan bi kolan xebitîn
16:27 Ji bo Leyla Guven nepox firandin
16:23 Temellî bang li Erdogan kir: Emrê te yê teqawîtiye hatiye
16:10 Jinên Amedî berxwedan Guven silav kirin
15:52 Bûldan: Derewê wan dê di 31’ê Adarê de li rûyê wan bikeve
15:40 Li 3 navendan bal kişandin ser girtiyên nexweş
15:13 Parlamenter li Parlamentoya Swêdê ketin grevê
14:52 Jinên Dersîmî bernameya 8'ê Adarê aşkere kirin
14:48 Kerestecîoglu: Em dixwazin pêşiya siyaseta demokratîk vekin
14:32 'Dayika min 7 salan li ber derî rûnişt'
14:12 Polîsên Alman Mustafa Tuzak bi lêdanê binçav kirin
13:59 Li Colemêrgê banga tevlîbûnê 8 Adarê: Hatina biharê em bi hevre pîroz bikin
13:25 Bûldan li Sîlopiye: Gel HDP’ê hembêz kir
12:18 Serokê Şaxa ZMO: Divê dewlet polîtîka çandiniyê rast bike
11:55 Li Stenbolê şahiya 8’ê Adarê: Em îro Leyla Guvenin
11:33 QSD'ê li Baxozê di 20 rojan de 9 hezar DAIŞ û sivîl tehliye kir
11:10 Serlêdana malbatê ya Îmraliyê red kirin
11:10 Li Tekmanê 5 kes hatin girtin
10:52 Gelê Cizîrê rengê vîna xwe diyar kir
10:37 Bi hinceta 'Nêzî avahiya AKP'ê ye' destûr nedan HDP buro veke
10:06 'Ji bo Heskîf neyê ji bîr kirin têkoşînê bidome'
09:56 Berxwedana Leyla Guven di roja 115'mîn de didome
09:55 Jinên Edeneyî: Di 8’ê Adarê de em daxwazên Guven biqîrîn
09:54 Ewil rojnameger binçavkirin piştre dîmenê wî desteserkirin
09:15 Du dayik, du destên aştiyê û du lêgerîn
09:14 Dîcle: Feraseta dewletê neguherî, lê ji bo kurdan gelek tişt guherîn
09:13 Li Meclîsê, ji xeynî tirkî wê kartvîzîtên bi zimanê din bi heq bên çapkirin
09:11 Hîn jî kesên alayên HDP'ê rakirin nehatine dîtin!
09:10 Rapora Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê: Ewlehiya girtiyan di rewşeke xeter de ye
09:09 Li Qersê, hesabê 'tifaqa cumhûr' li hev dernayê
09:09 'Ji bo em bibin dengê Leylayê em ber bi Bakirkoyê ve biherikin'
09:08 Bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma, CÎMER'ê got 'hewce nake hûn ev qasî mezin bikin'
09:07 11 sivîlên ji Efrînê wê bi îdiaya 'xirabkirina yekîtiya welat' bên darizandin
09:07 Qeyûm hat, tiryakêş li holê man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2019'AN