ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê bi hinceta "Nêzî avahiya AKP'ê ye" destûr neda ku HDP li navenda bajarê Şirnexê buroya hilbijartinê veke.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gilan (HDP), di çarçoveya xebatên hilbijartinê de xwest li navenda bajar a Şirnexê buroya hilbijartinê veke. Lê wekî ku li Mîdyadê rastî astengiyê hat, li Şirnexê jî vekirina buroya rastî astengiya Walîtiya Şirnexê hat. Walîtiya Şirnexê bi hinceta "Nêzî avahiya AKP'ê ye" destûr neda ku HDP li navenda bajarê Şirnexê buroya hilbijartinê veke.
Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zeki Îrmez, bertek nişanî helwesta Walî da û diyar kir ku di xebatên hilbijartinê de rastî astengiyên gelek mezin tên. Îrmez, anî ziman ku redkirina buroya hilbijartinê li dijî hiqûqê ye û bi temamî keyfî ye. Îrmez, da zanîn ku her çend pirsgirêk û astengî hebin jî dê xebatên xwe yên hilbijartinê zêdetir bikin û gel dê di 31'ê Adarê de bersîvek xurt bide van astengiyan.