EDENE – Jinên HDP’î, banga tevlîbûnê mîtînga 8’ê Adarê ya Platforma Jinên Edenê li dar bixe kirin û got: “Werin em bi hevre daxwaza Leyla Guven bi qîrîn. Bila Leyla bijî û mirin çênebin.”
Platforma Jinan a Edenê, xwe ji bo mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya bi dirûşmeya “Li dijî krîz, aborî û newekheviyê jin dakevin koçeyan û koçe jî rêya azadiyê vedike” roja Şemiyê bê lidarxistin, amade dike. Jinên ku lez dan xebatên xwe, belavokên bangê çapkirin û di civînên li darxistin de jin dawetî mîtîngê kirin.
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Edenê ya cihê xwe dinava Platforma Jinan a Edeneyê de digire, dê bi dirûşmeya “Ji bo maf û jîna xwe, jiyîn û dana jiyîn” beşdarî mîtînga 8’ê Adarê bibe. Jinên HDP’î, dê di mîtîngê bibibin dengê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye.
'DIVÊ GAV BÊ AVÊTIN'
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Edenê Saniye Seçgîn, bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha axivî: “Emê di 8’ê Adarê de bibin dengê jinên bedena xwe ji birçîbûnê re razandine. Berî ku mirin pêk werin, divê gav bên avêtin. Roja 8’ê Adarê saet 17.00’an mîtînga me heye. Emê ji Pira Kasim Gulek, heya Qada Ugur Mumcu ya mîtîngê bimeşin. Jin divê ji bo maf û jîna xwe di 8’ê Adarê de biherikin qadan. Em di şexsê Leyla Guven de, hemû jinên berxwedêr silav dikin û dibêjin têkoşîna wan têkoşîna me ye. Daxwaza Guven daxwaza hemû jinane. Ji ber em hemû aştî û azdiyê dixwazin. Ji ber vê divê em li qadan vê daxwaza xwe qîr bikin û bibin dengê Leyla Guven.”
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Edenê Sûzan Kiliç jî, diyar kir ku Guven ji bo azdiyê bedena xwe ji birçîbûnê re razandiye û wiha bilêv kir: “Em bang li hemû kesan dikin ku werin bibin dengê berxweda li girtîgehan û ya Leyla Guven. Ji bo ku kes jiyana xwe ji dest nede, divê em jin li qadên 8’ê Adarê daxwazên Guven û girtiyan biqîrin.”
'EM LI QADAN BIN'
Endama Meclîsê ya HDP’ê Emîne Adibellî jî, anî ziman ku daxwaza Leyla daxwaza me ye û wiha got: “Ji bo ku tecrîda mûtleq bê rakirin Guven di greva birçîbûnê deye. Divê em jî ji bo rakirina tecrîdê li qadan bin. Em bi dengê xwe re dengê Guven bilindtir bikin û bi hevre tecrîdê bişkînin. Bila kes jiyana xwe ji dest nede. Bila hemû jin di 8’ê Adarê de biherikin qadan û mirin çênebin.”
Endama Meclîsê Şukran Efeturk jî, da zanîn ku ewê weke dayik û jinekê di 8’ê Adarê de li qadan be. Efetûrk, dest nîşna kir ku ewê li qadan bibin dengê Guven û bang li hemû kesan kir ku bên daxwazên Guven û girtiyan biqîrîn.