STENBOL - Polîsan dîmenê nûçegîhanê PÎRHA Îsmet Sefer yê şahiya 2'emîn Zimanê Zikmakî ya Komîsyona Bawerî û Gelan a HDK'ê dişopand, desteser kir. Polîsan piştî dîmen desteser kirin Îsmet Sefer serbest berdan.
Komîsyona Bawerî û Gelan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi şîara "Bila reng veguherin ziman û ziman jî veguherin jiyanê" 2’emîn Hevdîtina Zimanê Zikmakî pêk anî. Dema nûçegîhanê Ajansa PİRHA Îsmet Sefer nûçe dişopand polîsan ew rawesdant û dîmenê wî desteser kirin. Polîs ku Sefer rawestand, bêyî biryara nivîsîkî nîşan bide bi îdîaya “Fermana dozger heye" û dîmenê Sefer desteser kir. Piştî demekê Sefer hat rawestandin, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît hat cihê bûyerê û bertek nîşanî helwesta polîsan û desteserkirina dîmenan da. Koçyîgît diyar kir ku pêkanîna polîsan li dijî hiqûqê ye û keyfî ye.
Polîsan piştî çend saetan Sefer binçav kirin û rawestand, bi biryara dozger dest danî ser dîmenan û Sefer serbest berdan.