AMED – Amediyan xwest tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan demildest bê rakirin û gotin: “Ocalan biaxive dê gel ronî bibe. Wê şer bi dawî bibe û mirov bigîhîjin aramiya xwe.”
Ji 11’ê îlona 2016’an vir ve agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û der barê tenduristî û ewlehiya wî de xetereya gelê kurd û dostên wan jî her roja diçe zêde dibe. Çalakiyên ji bo Ocalan pêl bi pêl li her deverî belav dibin. Welatiyên Amedê jî der barê jiyana Ocalan de xetereyên xwe anîn ziman. M. Saît Çîntosun (65) ê bi firotina simîtan debara xwe dike destnîşan kir ku sepandina li dijî Ocalan cihê wê di mirovahiyê de tune ye û got: “Ji bo tecrîd bê rakirin demil dest divê gelê kurd û dostên rabin ser piya. Heke yekîtiya kurdan çêbibe dê tecrîd û şer ji holê rake.”
‘TEMÎNATA AŞTIYÊ BIRÊZ OCALAN E’
Nîhat Vuran ê ji qada cemaweriyê teqewît bûye jî diyar kir ku li ser erdnîgariya wan sepandinên antî demokratîk nayên tehamûlkirin û wiha got: “Temînata herî mezin aştiyê Birêz Abdullah Ocalan e. Nikarin bi tecrîdê teslîmiyetê bispêrên kurdan.”
'LÎSTIKIN QIRÊJ DILÎZIN’
Ramazan Çelenk ê li navçeya Rezanê esnafiyê dike jî da zanîn ku tecrîd li dijî nirxên mirovahiyê ye û wiha axivî: “Divê tu kurdek bi rûmet vê yekê qebûl neke. Li ser gelê kurd lîstikên qirêj dilîzin. Jixwe tecrûbeya kurdan li hember vê heye û divê bi tedbîr bin. Li her deverê kurd li dijî tecrîdê sekna xwe didin nîşandan. Îzolekirina mirovekî di yek hucreyekê de bi tu awayî nayê ravekirin. Yê ku herî baş Tirkiye û Rojhilata Navîn tahlîl bike Birêz Abdullah Ocalan e. Dixwazin bi tecrîdê gelê kurd ji Serokatiya wan qût bikin.”
‘EW DIKARE ROJHILATA NAVÎN JI ÇIRAVÊ DERBIXE’
Kutbettîn Yaş (67) jî ev tişt got: “Kurd jiyanek bê Ocalan qebûl nakin. Tenê Ocalan dikare kurdan xelas bike û Rojhilata Navîn ji nav çiravê derbixe. Ew rêberê me ye. Bi vê yekê re girêdayî jî ew rêberê gelan e.”
‘OCALAN BIAXIVE DÊ ŞER BI DAWÎ BIBE’
Nazim Bîçer (35) ê ku li Parka Koşuyolu boyaxkirina pêlavan dike jî anî ziman ku ev sepandin feydeyê ne li tirk û ne jî li gelê kurd dike û got: “Ocalan biaxive dê gel ronî bibin. Wê şer bi dawî bibe û mirov bigîhîjin aramiya xwe. Yên şer dixwazin tecrîda li ser Ocalan kûr dikin. Dewlet bi tecrîdê dixwaze em ji hev perçe bibin.”
‘BERXWEDANA TOPYEKUN DÊ TECRÎDÊ RABIKE’
Welatiyê bi navê Hanefî Guzel jî da zanîn ku tecrîd sûcê li dijê mirovahiyê ye û mijara tenduristî û ewlehiya Ocalan hemû mirovan eleqedar dike. Guzel got: “Dewlet bi dewamkirina tecrîdê dixwaze Ocalan ji gelan qût bike. Dewlet ji ramanên Ocalan ditirse. Ji bo ramanên wî belav nebin serî li tecrîdê dide. Lê dê bi tecrîdê negihîjin aramanca xwe. Berxwedan û xwedî derketinek topyekun dikare tecrîdê ji holê rabike.”