ENQERE - Meclîsê berê daxwaza ji bo kartvîzîtên bi kurdî û ermenkî red kiribû. Lê belê niha jî ji bo kartvîzîtên bi zimanê din şert danî. Li gor şerta hatiye dayîn; ji xeynî tirkî, kartvîzîtên bi zimanê din wê bi heq bên çapkirin.
Li Meclîsê ji bo parlementer ji xeynî tirkî, bi zimanên din jî kartvîzîtên xwe çap bikin şertek hat danîn. Ji bo vê yekê Parlemnetera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan kiliç Koçyîgît pêşnûmayek berpêşî meclîsê kir. Serokê meclîsê yê nû Mûstafa Şentop, bersiva pêşnûmayê da û diyar kir ku ji bo vê şertek hatiye danîn. Li gorî şertê hatiye dayîn; ji bilî tirkî wê kartvîzîtên din bi pereyan bên çapkirin.
KARTVÎZÎTÊN BI KURDÎ Û ERMENKÎ HATIN ÇAPKIRIN
Li ser israra wekîlên HDP'î, daxwaza kartvîzîtên bi kurdî ya Parlementera HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û daxwaza kartvîzîtên bi ermenkî ya Parlementerê HDP'ê Garo Paylan hat qebûlkirin.
MA / Diren Yurtsever